Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
helbestên arjen arî - tirşik
helbestên arjen arî
(0) (0) (16)
di mijarê de bigere

1. (bnr: arjen arî)



(bnr: 15 Çarîn)



Navê te kaçûmanok, navê te bêndera tayê

Sira nesimî hênik tenik, dil Çola Kerbelayê

Ziman melhêba peyvan, çarînan didêrim

Hemû qamûs bi navê te radibin reqs û semayê





Şitl

1

Şevekê, hew şevekê

Ji paşîvê heta şeveqê

Ez bibûma bahrek

Û tu kelekek bûya li kêlekê!



2

Biçûma… dûr biçûma

Li parsa hezê leqayî te bibûma

Parsa kirî me bikira şekir

Û me bela bikira li zarokên xakekê.



3

Rojekê, rojekê pêrgî te bêm

Dişêm çivîkên çavên xwe bifirînim

Stiraneke nîvcomayî dê birevînim

Ji ser şaxê henara l’ daristanekê.



4

Motacî du peyvan im niha:

Yek, ji bo çavên te biçurisin

Ya din, bo porê te pê şeh bikim

Li ber kezîkura neynikekê



5

Ne tu bî

Hezê çawa li ferhengê zêde bikim?

Peyvê çawa ji Evdêl deyn bikim?

Kaniya ji nû ve zayî me, dikim

Zêde bibim û biherikim berûbahrekê



6

Her tu welatê min î bênav î:

Di tofana jiyê de tu qeraxa herî kevî

Tu li başûrê dilê min dikevî:

Layek te rastî, layek yekera xeyalekê!



7

Tenêtiyekê dimeyênê dilê min

Wey li min, li kê dinerin çavên te?

Sihar dê bimeya li ser mijankên te

Ku min şev bikuşta bi xençera maçekê



8

Qîzikeke çil-kezî ne xweziyên min

Bi şev dihûnim, bi roj wan şeh dikim

Bi her şehkirinê re dilê te seh dikim

Dimînim,nikarim derêm ji binê çalekê!



9

Dikulkul im li ser rêya dildayînê

Kulekê kulek im, her li dû kerî:

Tu bi vê rikkê, lê… ez bi vî serî

Nagihine hev li duriyanekê!



10

Ji hemû deran tu ji dil dixwî

Noşîcan be noşîcan, ku tu min jî bixwî

Tu nexwî, dil dê çi bihele d’ min de

Qajikek im di nav diranên hezê de

Heza te dişibe qajikçûtina qereçiyekê



11

Kurmikê hezê ku di dil de geriya

Bi ser payîzê de henar ku pel bi pel weriya

Piştî her birqê ku ezman giriya

Xuşşîna robaran e mizgîna biharekê



12

Tu a di dilî de, bi dilî re tu ê bikevî tirbê jî

Tu ê li ser tirbê durikekê dirêj vebêjî

Tu ê hezê birêjî hezê li tevî tava xilolîkan

Pahra zarokê giryan, ya çîrokbêj:vebêjî!



13

Taldeyek î tu, sîtaveke zinarî, bayekî hênik

Tayê jiyînê bi hezê stûr,bêhez xavik xavik

Bi ya dilê xwe bik lo, bi ya dilê xwe

Dil qesr û qonax e, pahra mirîyan e çalik!



14

Hez bêtemen e, di temenê hezê de me ez

Ez bêtemen im di temenê min de ye hez

Bibez, newest li dû dil da tu bi ser hezê vebî

Dara sêr,mixabin çi berî nade;

Lê her xerzik bi demê re dibe rez!



28.02.2015 15:40 | ferhenga şikestî

2. (bnr: ji kîşweran payîz e niha)



Sal him bi him zeman pîr dikin.

Heyv li kevan e geh, geh roj li ava

Bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa

Dem kal, ez pîrekal, zeman lal...

Delalê, ji kîşweran payîz e niha!



Payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din

Kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet

Û roj dê raneweste li te bo nebe şev;

Roj derew, şev derew, zeman nakeve xew...

Demsal e... ji kîşweran payîz e niha



Siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman

Qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman

Aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve

Ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê

Çemek dimiçiqe herhal... ji kîşweran payîz e niha!



Li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev

Deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev!

Li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel?

Rûnî bisojîni wan yeko yeko

Tû ê temenê min û xwe bisotînî,

T ê rojekê jî venegerînî ji zeman!



28.02.2015 15:40 | ferhenga şikestî

3. (bnr: Şêrgele)



-şîrê şêr di eyarê şêr de-

şêrgele hebûn şêrgele

-çi mê çi nêr-

li berpalên Agrî kite-kit dînemêr

li zaxrojan kur î kurroj

û

sîng kele!



ristek xerîbî ne d’ stranekê de

hin di qefesan de lexebkirî, baz

çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan

kêl spartî çiyayê xewnan

ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî

şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan!



şêrgele hene; dûre-war... û bendî

şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî

şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark

bi navê Leylê, û Şerefkendî!



çiya sêwî ne niha bêyî wan

Helgurd sêwî ye

Sefîn sêwî, Sîpan sêwî...

çeper bêxwedî ne li Cûdî

li Lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan

kî bûn ew hokê hokan?

ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo

kî bû lo, kî bûn

ew ên dil pola

û

gurçik risas? !



şêrgele hene; bê kêl û bê gorn

şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron

şêrgele hene, ji azadiya bi gon

di bin axa sar de b’ axîn razayî!



di binê aşûteke xezeb-spî de man

an çûn li ber pêlên aveke tezî?

xwezî ez miribûma, û hew bû!

Newal bê guh diman... û şer bû!

Çiya bê ser diman... û şer bû!

şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!

şer bû...

şer bû...

şer bû...

mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan

şêrgele hebûn: şêr î şervan

û xewna wan xewna her kesî!



şêrgele hene; kefen ezmanê sayî

şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî

şêrgele hene şevçirax û heyve-ron

li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!



hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî

bawerî bûn bawerî dildarê çiyan:

dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan

Jiyan asikeke por-ewr bû

Sîrwan çefî-sor simbêl qeytan

bûka Agirî bû destgirtiya Azad

Medya esmer esmer, şar kesrewan…



kê bibêjim, kê ji bîr bikim:

her nav çiyayekî asê

her nav dastaneke dêrîn

her nav dîrokeke wextbirr...

min navek li kurê xwe kir:

Rizo

Kalo

Berzencî...

min navek li kurê xwe kir:

Qadî

Simko

Barzanî...

min navek li kurê xwe kir:

Mazlum

Gabar

Munzir...

min navek li kurê xwe kir:

yek mir, sedî tol hilanî!



şêrgele hebûn; koçek Koçgirî

şêrgele hebûn li hembêza Agrî

şêrgele hebûn bi nav Ihsan Nûrî

Şîmal bi şîmal Barzan bi xwe bûn!



28.02.2015 15:49 | ferhenga şikestî

4. (bnr: ev Çiya rûspî ne)



Di qada şer de pişta me negihişt erdê.

Te şahid bivê, va Herekol.

Miradkar, bi bext û ol

Va Cûdî

Û va ye ev ax!



Kîj wextî bêleheng ma?

Kî gavê bêkêr?

Ev axa bi xêr û bêr

Ji bakur ve serejêr

Gebar,

Sîmal,

Bêxêr...

Her yek şêrko

Ango,

Yek yek Êzdînşêr.



Li piştekê bigerî, va ne:

Ev Nemrûd e

Ev Agirî ye

Ev Sîpan e.

Kîjan e nerûspî

Heyran

Bêrûmet kî ji van e?



Ronakê lêda çûrisî

Kirasê l'bejnê qerisî, qelemsiltan e.

Enîmêr e û Dêrsimî,

Ev çiya Tûjik e, heyran!



Heyran,

Ev çiya destbirakê Sîpan e.

Ku di bin berfê de mane.

Ba hûû dike,

Mûnzir pûç î pûç dike,

Zivistan e!



Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.

Têhn vedide l'lûlan ji teqînê.

Stran dikevin pêlên xuşînê,

Şer dîne, şervan dîne

Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de

Ev çiya rûspî ne, heyran!



Me, lome nekir ji wan.

Na na, û ne ji yekî!

Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,

Me lîland,

Loma, bi Sîpan in stranên me

Ka bistrê, heyran!



28.02.2015 15:50 | ferhenga şikestî

5. (bnr: ev çiya rûspî ne)

(bnr: şêrgele)

(bnr: ji kîşweran payîz e niha)



28.02.2015 16:00 | xendekî

6. (bnr: hêvî)



Hêleke min diqutife ji sermê

Çiya keleheke asê, rê asê,dem asê

Hêviya min kulîlka binê berfê

Ha bel bû ha bel bibê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê,

Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!



Wê vebe rengo rengo

Piştî taveke xwêjinkî keskesor

Sihareke rûbihar e hêviya min

Tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor

Ha hilat ha hiltê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê

Berf li hêlekê, tu li hêlekê

Hêviya min jî bihar e



28.02.2015 16:08 | ferhenga şikestî

7. (bnr: mirî mirî)



min hij te kir

pirr pirr pirr

dibû pirpira çivîkan li ber qefesê

û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.



reş bûn ji xwe

zivr zivr, kevanî

reştir dibûn bi kilê siphanî

her çiya bi evînekê bi nav dibû

û te, di çavên xwe de azadî xwedî dikir.



min hij te kir

li dû her koçberiyê pirrtir

û gelektir ji xwe ji gelekî gelektir

her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir

baz xayîn diketin Sarya min

min hij mirina te kir!



Arjen Arî



28.02.2015 16:12 | xendekî

8. (bnr: hez)



li hezê digerim bi dilekî mişt hez

nebînim, bi ser ve nebim jî ez

ez ê ji dû venegerim...



li hezê digerim, hezeke wusa:

safî, sebîl... ne miqabili tiştekî...

û henûn henûn, mîna ya mindalekî:

dibînim heza berxikê l' dû makê ...

dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê!



ez ê bi ser ve bim, nizanim...

ya ku zanim; hez nebe, heyat gwîzeke pûç e.

hez nebe; jiyan goka li ber devê qalûç e:

eware eware, derbeder

li ser kevirekî xwelîser, ji qalûç re qûç e!



li hezê digerim

di dilê welatekî de li vî diyarî

min ji welatekî hez kir, hinekî ji j' vî bajarî

û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..



tavildê welatê ku ev çend min jê hez kir; ji êşa pir, ji giriyê pir, mirinên pir... hezê li şûntaziyekê ew terk kir, û wî jî hez bi gorî xwe kir bi yek carî!



li hezê digerim, niha...

dizanim; dengê xwezayê ye hez

herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê...

min xezalek wenda kir li vê pesarê:

dildarên xakeke nebedî bûn

di şiveriyên çiyayekî de, vê berêvarê!



Arjen Arî



28.02.2015 17:13 | xendekî

9. (bnr: bêbavê)



Çavên te: du binevşên reng-tenik

Di spêdê de şîrkî şîrkî, hênik

Bayek in: nermik nermik, nişmî...

Bêbavê, di çavên te de vemirîn

Çil biharên hevrîşmî!



Arjen Arî



28.02.2015 17:26 | xendekî

10. (bnr: negrî)



çenga por bibin bibin

bibin ser gorên dil kuştibin

bibin bin konên şîn girtibin

negrî çav deryayê negrî



mijankê te ji kil dibin

negrî por roavayê negrî

negrî û neke limin limin



hijê bike rê û bimeşe

xwe li çiya bigre û bimeşe

emrê te hê çend û şeş e

negrî neke limin limin

negrî bikene li dû min



beşişînê bike rû min

şehîdê dilê te ez bim

nekenîne bime dujmin



Arjen Arî



01.03.2015 13:12 | xendekî

11. (bnr: hinek agirî hinek hawar)



04.03.2015 00:00 | ferhenga şikestî

12. Ji (bnr: eroûtîka)'yê



qulzema dil işq e: Mella

çi Xwedayî,çi beşerî

sohtî be b’ arê seqerî

her evîn ala ye,Mella

dil li me bela ye,Mella



EROÛTÎKA/ Rûpel 7





Bilîlînin, xêlîno!

Xelkîno werin şahiyê!

Def e

û zirne “Zozan” dibêje:

Azadî bû ma ne, ya em li hêviyê?



Arjen Arî



04.03.2015 00:54 | xendekî

13. (bnr: bêbavê)



04.03.2015 18:15 | ferhenga şikestî

14. (bnr: berî her zarokî)



04.03.2015 18:16 | ferhenga şikestî

15. (bnr: binavkirin)





04.03.2015 18:17 | ferhenga şikestî

16. helbesta "Mihemedo" , beranberê gişk helbestaye.



04.03.2015 18:19 | hesen bira

17. (bnr: gazin)



04.03.2015 18:19 | ferhenga şikestî

18. hewlêr im ez



Kerbê li xwe bipêçe... û were

Bi balefirên bask-fere

Bi debabeyên rûxîner re

Were bi firokên menzîl-dirêj

Were bi sikorskiyan,

Bi mîgan,

Bi bilek-hawkan

Bi hemû alavan, bi hemû çekan

Bibe dojeh... û were!

Mêrxas be dujmin

Bi mêrxasî were!

Bext be ji te re

Rextê te vala bûbe, dagire

Tivinga te qelp kiribe, xwe biajo dev

Ez û rev dujmin, ez û rev?

Hewlêr im ez Hewlêr im

Bila çekên te tev tenete be!



04.03.2015 18:21 | ferhenga şikestî

19. (bnr: heyrano)



04.03.2015 18:22 | ferhenga şikestî

20. Îremkê





Her zarok terhek bihar

her zarok stêr stêr qetek hetav

Kulîlka min î çav bi xunav

Hîva min hêviya min Îremka min

Tu, qetek nan û tasek av! ..



04.03.2015 18:23 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên celadet elî bedirxan
» arjen arî vs rênas jiyan
» arîşe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî