Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di tirşikê de kampanyaya dagirtina helbestên kurdî - tirşik
di tirşikê de kampanyaya dagirtina helbestên kurdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kampanyaya ku ji aliyê min ve hat destpêkirin..

wek hûn jî dizanin ku mariv bi hêsanî nikare li ser înternetê helbestên kurdî zeft bike. yanê dema ku tu li helbestên helbestkarên wekarjen arî, rênas jiyan, rojen barnas, ehmed huseynî,dost çiyayî, osman mehmed, kawa nemir fatma savci.. hwd bigerî ji xeynî çend helbestan, nikarî helbestên wan ên din peyda bikî lê dema tu li rewşa helbestên tirkan dinêrî, dibînî ku hemû helbestên wan li ser înternetê peyda dibe lewma jî bêî ku destê xwe rahijînî pirtûkê û du saet binivîsî di yek derbê de dikarî helbesta ha zeft bikî..

ji îro û şûnde ez ê hewl bidim ku hêdî hêdî bi helbestên xweşik ên vî zimanê tirşikê bixemilînin..

ez ê li ser hemû şairên ku hej ji helbestên wan dikim re mijarê vekim û çi qas ji destê min bê dagirim. bi vî awayî dê herkes sûd jê wergire..



28.02.2015 16:00 | ferhenga şikestî

2. waaaax wax, jixwe ev karê min e.

(bnr: asoya helbesta kurdî)



Nexwe hadê em destpê bikin. *



28.02.2015 16:02 | xendekî

3. baş e, xweş e lê divê ne wisa be.

divê di binê mijara her helbestvanek de, divê lîsteya helbestan gebe ku ji bnr yan pêk tê. dema mirov lê bitikîne wê bikare helbestê bixwîne. ger ne wisa be, mirovê nekare bizane ka kîjan helbest hatibû nivîsandin.



28.02.2015 16:20 | simurg56

4. ew jî dibe, bi her awayî dibe..

mesela tu dikarî di binê mijarê di bi bnr'yê navê helbestê binivîsî û piştre herî li ser helbesta ha mijarê vekî û helbestê di vê mijarê de binivîsî

yan jî tevahiya helbestê di binê mijara hemû helbestên ha de binivîsî û navê helbestê jî di serî de bi bnr'yan binivîsî ango destnîşan bikî



têbinî; ez ê enrtyên xwe bi vî awayî sererast bikim..



28.02.2015 16:27 | ferhenga şikestî

5. Kampanyayeke baş e lê bi ya min pirsgirêka telîfê heye. Çimkî bêyî ku haya nivîskar û weşangêr hebe berhem bi timamî nikare were kopî kirin û belav kirin. Ji ber vê hindê ne timamê pirtûkê/helbestê lê parvekirina çend ristan dê legal û baştir be.



28.02.2015 23:31 | diclefirat

6. Ya ku ger pirsgirêka telîfê çênebe wê tiştek gelek baş be. Ji ber gelek caran min helbestên bi kurdî geriyaye li ser înternetê û ji xeynî 2-3 helbestên bêqalîte pergî tu tiştî nehatime.



(bnr: occo mahabad)



01.03.2015 04:53 | brusk56

7. kampanya ku di çarçovê de ev antolojï derketiye:

(bnr: antolojiya helbestan a tirşikê)



20.05.2015 16:38 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» kampanyaya danasîna tirşikê
» dagirtina diranan
» helbestên evîné
» kurdîkirina evernote

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî