Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
helbestên ebdulla peşêwî - tirşik
helbestên ebdulla peşêwî

Navê mijarê ya ewil ev bû:helbestên ebdulla peşêw
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: ebdulla peşêw)



sedan sale



sedan sale

le wêrane malî xom da

kitke korey goşey metbeqî sultanim

sedan sale

hewş û berey xom wala ye û

le ber dergey dizanî xom pasewanim.

sedan sale

rojêk debim

be meyterî walî bexda

rojêk le taran kutalim

rojêk lîfkem

piştî jinî sultan deşom,

rojêk geskim şam demalim!

sedan sale

weku çengêk dane wêle,

aşî mêjû firrêy dawim.

her çiwar dewrem şaroçke ye û

mêrûle demyan tê nawim.

sedan sale

kase serim minare ye

kê bê, dengî tiya hel debrê.

sedan sale

nîştimanim nêrgle ye,

kê bê, be demyewey degrê.

sedan sale

le ber dergey tekyey cîhan

cutêk soley pîne pînem,

kê le pêm ka bo ew deşêm,

sedan sale

diwa tilîşêk firrê dedrêm.

sedan sale

diway pîneyek le pê dekrêm.



min piştêkî birîndarim,

le qamçî xom raperîwim.

min lafawêkî lasarim,

lew kenarane helsawim

ke tengyan pê helçinîwim.

nanîşmewe.... nanûmewe....

bê aramim..

aramî min çirayek bû

reşebay dewrim xwênî rişt.

bê bezeyîm...

bezeyî min zeryayek bû

binyan pêwe na û helyanmişt.

nanîşmewe.... nanûmewe....



ke min dan bim, kwa derfet?

ya min, ya mêrû.

ke min xwên bim, kwa derfet?

ya min, ya zêrû.

qehpen ewaney pêm dellên:

dan û mêrû biray yekin.

qehpen ewaney pêm dellên:

xwên û zêrû biray yekin.

qehpen ewaney pêm dellên:

masî û çengal,

mişk û cewal,

dest û çizû biray yekin.

qehpen ewaney pêm dellên:

pet û gerden,

gwêzan û mû biray yekin.

werin xelke!

le nêçîr û zam bipirsin,

billên, tuxwa,

xencer heye zam tîmar ka?

raçî heye nêçîr nexwa?

de xelke, le ka bipirsin,

qet agirî sardî dîwe?

le hêlaney mal bipirsin,

be niyazî maç,

qet mar demî tê jenîwe?!

de le dar berû bipirsin,

tewrî dîwe dar birr nebê?

de le kerêkîş bipirsin,

gurgî dîwe ker dirr nebê?!

qehpen ewaney pêm dellên:

marî şîrîn jarîş heye,

qehpen ewaney pêm dellên:

tewrî biray darîş heye.



min piştêkî birîndarim,

le qamçî xom raperîwim.

min lafawêkî lasarim,

lew kenarane helsawim

ke tengyan pê helçinîwim.

nanîşmewe.... nanûmewe....

bê aramim..

aramî min çirayek bû

reşebay dewrim xwênî rişt.

bê bezeyîm...

bezeyî min zeryayek bû

binyan pêwe na û helyanmişt.



ebdulla peşêw,1981



28.02.2015 16:09 ~2015.12.10 16:02 | xendekî

2. “Em rêbware Kurdistan e.

Laney yekem evîn me.”



Abdulla Peşêw



04.03.2015 08:33 | xendekî

3. (bnr: kurdistan)



kêlge destrê bo baran

çiya bo hello.

rûbar û çem bo newestan

xor bo aso.

agirperest bo ateşge

ba bo çiro.

êstere û mang bo spêde

minîş bo to

kurdistanim: minîş - bo to!..



ebdulla peşêw



04.03.2015 08:34 | xendekî

4. (bnr: bo qerecêk)



êdî hew li nav lepê min binêre!

jixwe naxwaziim tu ji min re bibêjî....

dibim bavê çend zarokan,

rengîn dibim an jî her wek lat,

tenê tiştekî ji min re bêje:

heta mirinê wek te dijîm,

an jî dibim xwedî welat?!



evdilla pêşew/mosko 1980

ji zaravayê soranî: muhsin özdemir



04.03.2015 08:35 | xendekî

5. (bnr: gulleberroje)



nîştimanî min :

hêlaney xore,

pirşingecarre,

serim... ser niye:

gulleberrojey hemîşe lare!



abdulla peşêw

*ji hilbijartin (ji hemû dîwanên wî)

*rûpel:26-weşanên belkî



ferhengok

gulleberroje:gulberroj

hêlane:hêlîn

xor:tav roj

pirşingecarr: baxçeyê tîrêjan

hemîşe: tim, hertim

lar:xwar



04.03.2015 08:36 | xendekî

6. (bnr: serbazî win)



Serbazî win

Eger sibey wefdêk bête wllatî min,

Lêm bipirsê:

Kwanê gorrî serbazî win?



Dellêm:

Gewrem!

Le kenarî her cogeyê,

Leser sekoy her mizgewtê,

Le berdergey

Her mallê, her killêseyê, her eşkewtê,

Leser gaberdî her şaxê,

Leser drextî her baxê,



Lem willate:

Leser her biste zemînê,

Lejêr her geze asmanê,

Metirse! Kemêk ser daxe û



Tacegullîneket danê!



Ebdulla Peşêw





(bnr: leşkerê winda)



dema şandeyeke biyanî tê welatekî,

tacgulekê dibin ser gora

şervanê winda.

ger sibê

şandeyeke biyanî were welatê min

û ji min bipirse: ka gora

şervanê winda?

ezê bibêjim: ezbenî,

li berava her coyê

li ser doşkê her mizgeftê

li ber deriyê her dêrê

her şikeftê,

li ser kevirê zinarê her çiyayî

li çiqê her dara daristanê

li kurdistanê

li her bosta axê

li her geza esman...

xem nake, piçekî xwe bitewîne

û tacgula xwe lê deyne.



ebdulla peşêw



04.03.2015 08:44 | xendekî

7. ''Birakujî pak û pîs nî ye

Birakujî her pîs e''



Ebdulla Peşêw



07.03.2015 23:38 | doktorodi

8. awesta ra Birakujî, belkî ra Hilbijartin, diwan ra Xewna min naye tadiyayi kirdasî/kurmancî. ey weşanxan ye diwan şiir weştir e.



08.03.2015 19:19 | teberkerde

9. (bnr: çima çîtan hêşt dabeşî neken)?



Lem nîştîman e çare reş e da,

Çîtan hêştuwe

dabeşî neken wek rezî xotan?

Her be şehîdan serman bilind bû,

Ewanîştan kird be pezî xotan!

Nawêrim qellemêk helgirim.

Nawêrim kirasêk le ber kem.

Rûtan reş bê!

Xo rengekanîştan beş kird.

Billêm: "xwêndkar ya qutabî?

jin ya afret ?"

Rûtan reş bê.

Ta wuşey naw ferhengekanîştan beş kird!

Dû kenarî zêy cawîdanî

Xanî û Hacî Qadirtan beş kird.

Xak û aw û agirtan beş kird.

Kwa? Çîtan hêşt?

Bigre...

Qehpe û diz û rêgirtan beş kird.

Wek zirtekî gakuj be dest,

Nîştîmanêktan kird be dû...

Şar be şar, gund be gund geran,

Le her malêk

Agirdanêktan kird be dû!

Xelk mêjûyekî heye,

Ême dû mêjûman heye.

Hemû dûnya

Yek serkirdey lê bela ye,

Ême lewîş dûman heye!



Ebdulla Peşêw



09.03.2015 01:12 | xendekî

10. (bnr: bo roze)



Katê min wekû

Pasarîyekî raw kirawî to,

Lerze lerzim bû

Le ber baranî şînî çawî to,

Le dengî to da

Be astem zengî kilêse lêy da:

"Kurdim xoş dewê...

Kurd cengawer e..."

Sa tuxwa were

Xo min Kurdim û ta ser hêsk Kurd...

Boye, bibure ger lêt bipirsim:

"Pêm nalêy, boçî

hênde le jiwanî

baranî şînî çawit detirsim?!"



Ebdulla Peşêw



09.03.2015 01:57 | xendekî

11. (bnr: xeyb)



Le xeybewe hatûmewe

Hatûmewe pêtan billêm:

Em wilat e

Qet bê xirme xirmî nall û

Zirme zirmî postal nabê

Ta kû êwe ew pirde bin

Her dîl bûn û her dîl debin

Ta çerçî û diz serkirde bin!





Kurmanciya wê:



Ji xeybê hatime

Hatime ji we re bêjim:

Ev welat e

Qet bê xirme xirma nal û

Zirme zirma postal nabe

Ta ku hûn ev pir bin

Her dîl bûn û her dîl dibin

Ta ticar û diz serkirde bin!



Ebdila Peşêw



09.03.2015 02:22 | xendekî

12. (bnr: birakujî)



îro roja şî'ir nîn e

bo wê ye, ez ji bo we dibêjim

bi zimanekî yekcar sade

ji we re dibêjim

ewê kurd be û kurd bikuje

pîç e, teres e, qewad e!



........................................



êmro rojî şî'ir niye.

boye, min botan dême go

be zimanêkî yekcar sade.

pêtan dellêm:

êwey kurd bê û kurd bikujê

zolle, terese, gewwade!



maysî 1994 – hewlêr



ئه‌مڕۆ ڕۆژی شیعر نییه‌

بۆیه‌، من بۆتان دێمه‌ گۆ

به‌ زمانێكی یه‌كجار ساده‌.

پێتان ده‌ڵێم:

ئه‌وه‌ی كورد بێ و كورد بكوژێ

زۆڵه‌، ته‌ره‌سه‌، گه‌وواده‌!



مایسی 1994 – هه‌ولێر

وو





Evdila Peşêw



09.03.2015 02:28 ~2015.05.25 00:56 | xendekî

13. (bnr: emsal newroz nakem)



-soranî



emsal newroz nakem



emsal bê çiya newroz nakem

bê bonî giya.. newroz nakem



newroz nakem bê bilêse î sûrî agir

newroz nakem eger ireşbeleki tozne kaw

xom nebim be seri çopî gir



kizeyî cergim :

beyanî zû helim sêne!

zor detirsim.

ke wêk

karêk.

gundêk

şarêk

çemêk, çiyayêk le bîr bikem



zor detirsim.

darêk,

berdêk ,

kuxtêk ,

gerdîk,

bince giyayêk, le bîr bikem !



beyanî zû helim sêne!

dîsan melê : " ba têr xeobê "

siwêndim be çiya xwardiwe,

ke kurdistane dûrekem

be germên û kiwêstanewe ,

bigwazme we bo xerîbî - bo jûrekem





-kurmancî



îsal newroz nakim



îsal bê çiya newroz nakim

bê bêhna giya newroz nakim



newroz nakim bê rivîna sorahiya agir

newroz nakim eger reşbelek tozê raneke

û ez nebim serekvan



kezeba min

sibehê zû min şiyar ke

zahf ditirsim

kewek

karek

gundek

şarek

çemek çiyayek ji bîr bikim



zahf ditirsim

darek

kevirek

koxek

tozek

giyayek ji bîr bikim



sibehê zû min şiyar ke

dîsa nebê bila têr xew be

min sond bi çiya xwariye

ku kurdistana xwe ya dûr

bi germiyan û zozan

biguhêzim bi xerîbî - bi oda xwe





-kirmanckî



emser newroz nêkena



emser bê ko newroz nêkena

bê boya vaş newroz nêkena



newroz nêkena bê rivîna surîya adir

newroz nêkena eger sîyabelek toz ranêwurzo

û ez nêbena serekwan



kezeba mi

meşte lez mi haya ke

zaf tersena

zerencêk

karêk

dewêk

şarêk

çemêk koyêk xo vîr ra bika



zaf tersena

darêk

kerrayêk

hozêk

vaşêk xo vîr ra bika



meşte lez mi haya ke

hêna nêbê wa mird hewn be

mi sond bi ko werdo

ke kurdistana xo ya dûr

bi germîyan û zozan

biaçarna bi xeribî- bi oda xo



09.03.2015 22:58 ~22:59 | xendekî

14. (bnr: li ber derge) / li ber derî



Şev bû dereng

Çoka min sist bû

Hîv li nav ezman kizirî

Derê xwe li min veke

Îşev hatime

Ji çinîna baqek ji nergizên çavê te

Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn

Li ser ewrê porê te yê xav

Îşev hatime

Çirîska bajarê yadîgar bangî min kir

Bi sîma zarotiya xwe ve

Bi xema şorebiya xwe ve

Hatime û venagerim

An digihîjim te

An wek momekê dişewetim û dihelim



Derê xwe li min veke

Ez dildarê te yê cara me

Her zeviya ber derê te me

Her tîna berf û barana te me

Derê xwe li min veke

Ez ew kes im

Heta do

Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim

Li nav tasa tirsê te ez vedixarim



Dem: Li bin baskê ezman dike bawîşk were

Şûn: Reşikeke bêdeng e

Derî li min veke

Tiştek nîn e şîrîntir be

Ji xişta pê û çip çipa lêvê

Deriyê xwe li min veke

Westayê riyek dûr im

Wekî caran hinekî rûdinim û radibim



Şev bû dereng

Çoka min sist bû

Hîv li nav ezman kizirî

Derê xwe li min veke

Dar û kevirên devê derî xwe davêjin te



Ebdila Peşêw



26.03.2015 23:46 | xendekî

15. (bnr: hem tom xoş dewê hem ewîş)



12.04.2015 20:59 | xendekî

16. Qûn û Kursî.







13.04.2015 03:16 | seydayê_peyvan

17. nîştiman



nîştimanim!

to wek taney leser çawim.

to wek temî, le gişt lawe dewret dawim.

to awêney – lenaw toda hemû dinya bedî dekem.

to teymanî –

be hoy towe hîç nabînim:

ne kel debînim, ne zewî.

ne xwa debînim, ne asman.

ca nazanim

ne cihan wek to biçûke,

ne to gewrey beqed cihan,

nîştimanekem – k u r di s t a n!



....................................................

teyman: taman, çeper, perjîn, tanuk, çîle.

şî'rî şewinwêjî namoyan, dîwanî şew niye xewintan pêwe nebînim.



نیشتمانم!

تۆ وه‌ک تانه‌ی له‌سه‌ر چاوم.

تۆ وه‌ک ته‌می،

له‌ گشت لاوه‌ ده‌وره‌ت داوم.

تۆ ئاوێنه‌ی –

له‌ناو تۆدا

هه‌موو دنیا به‌دی ده‌که‌م.

تۆ ته‌یمانی –

به‌ هۆی تۆوه‌ هیچ نابینم:

نه‌ که‌ل ده‌بینم، نه‌ زه‌وی.

نه‌ خوا ده‌بینم، نه‌ ئاسمان.

جا نازانم

نه‌ جیهان وەک تۆ بچووکه‌،

نه‌ تۆ گه‌وره‌ی به‌قه‌د جیهان،

نیشتمانه‌که‌م – ك و ر د س ت ا ن!



....................................................

ته‌یمان: تامان، چه‌په‌ر، په‌رژین، تانوك، چیله‌.

شیعری شه‌ونوێژی نامۆیان، دیوانی شه‌و نییه‌ خه‌ونتان پێوه‌ نه‌بینم.



Ebdulla Peşêw



20.05.2015 01:22 | xendekî

18. (bnr: hestin) - (bnr: rabin)



Rabin, heloyên(1) çiyan, rabin!

Di rabûnê de hûn yek in:

Yek bîr, yek rê yek armanc in

Di rabûnê de hûn gelekin:

Çil milyon çav,

Çil minyon ling,

Çil milyon zend û dest in

Rabin, heloyên çiyan, rabin!

------------

Hestin, helloy şaxan, hestin!

Le hestanda êwe yekin:

Yek bîr, yek rê, yek mebestin.

Hestin, helloyi şaxan, hestin!

Le hestanda êwe zorin:

Çil miliyon çaw,

Çil miliyon qaç,

Çil miliyon meçek û destin.

Hestin, helloy şaxan, hestin!

...............................

şî'rî (ême drextî...), dîwanî Brûskeçandin

Lêanîn: Muhsîn Ozdemîr

Helo: Qertel(ê) reş, eylo, derûş..



23.05.2015 20:16 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ku tirşikvanan nivîsandine
» ebdulla peşêw

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî