Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
helbestên ebdulla peşêwî - tirşik
helbestên ebdulla peşêwî

Navê mijarê ya ewil ev bû:helbestên ebdulla peşêw
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

19. kobûnewe



Ta pirteqal û moz û sêw mabin

Kobûnewekan qet tewaw nabin

Ger detanewê

Ew siserkane wek kew kewî ken

Le Bexda çon in

Le Kurdistanîş

Sarî seqetyan we pê nawî ken

Toxwa, emcare ke kobûnewe

Çaras û mîwey ser mezakan hemû walanin

Hesk û pruskî Anfalakanyan leber dem danin



Ebdulla Peşêw





07.12.2015 20:16 | xendekî

20. name



êvar e

baran hûr hûr dibare

tenê me

na ne tenê me

hemû bajar li gel min gav diavêje



tenêtî karxezalek bû

nêçirvanekî hat

nîşan lê girt

gavên min nagihêjinê



êvar e

baran hûr hûr dibare

tenê me

na ne tenê me



diçim

cada tije xwe bi piye min girê dide

di berîkê min de nameyek

li zerfekî sor de

dile minê duwemîn e

lê dide...



Ebdulla Peşêw



17.02.2016 04:43 | xendekî

21. otoneman*



kurd mirîşkeke reş e,

top jî pê keve,

ji cîhê xwe nalive!

nizanim

miriye

yan maye,

bi dehan sal e

li ser otonomîyê

kurk bûye!



1998 helsînkî



*helbestvan di vê helbesta xwe de sîyasetvanên kurd (bi taybetî yên başûr), yên ku serxwebûnê naxwazin lê qîma xwe bi daxwazên kêmtir (bêrê (bnr: otonomî)yê, niha federalîzmê) tînin, rexne dike.



30.04.2016 16:23 | bûtîmar

22. awêtebûn / têkelbûn

nazanim çon awêtet bim?! / nizanim çawa têkelî te bibim?!
eger beheşt î, pêm biłê, / eger beheşt î, ji min re bibêje,
ta kiřnûş bem bo gişt xwakan. / da serî bitewînim ji bo hemî xwedayan.
eger dozex î, pêm biłê, / eger dojeh î, ji min re bibêje,
ta zemîn piř kem le tawan. / da zemînê tije tawan bikim.

nazanim çon awêtet bim?! / nizanim çawa têkelî te bibim?!
ger xakêkî dagîrkiraw î, pêm biłê, / ger xakekî dagirkirî yî, ji min re bibêje,
ta pêstim bikem be ałat. / da pîstê xwe bikim alaya te.
ger wek minîş qerecêk î, / ger wek min qereçîyek î jî,
sinûrêkim bo bikêşe, / sînorekî ji min re bikêşe,
bo xot min bike be wiłat! / ji xwe re min bike welat!



24.12.2022 13:07 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên helbestvanên kurd yên ku ji hêla kom û muzîkjenên kurd ve hatine bestekirin
» ebdulla peşêw

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî