Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
helbestên cegerxwîn - tirşik
helbestên cegerxwîn
(1) (0) (15)
di mijarê de bigere

1. (bnr: cegerxwîn)



(bnr: pirîsk û pêt)



Ey canê ciwan pakê hewes hemdemê xweşvîn

Ez husnê tu mehcûbe hezar Yûsif û Şêrîn



Ey ateşê nêv can û dilê sed Mem û Ferhad

Wey nûrê ruxê mahê felek tabê ruxê Zîn



Ey totiyê bistanê gulê rojê ciwanî

Wey bibilê dilşadî li zozanê Şerefdîn



Ey Ehmedê mebûsê dilem ayetê Asra

Elqabê tu "Taha" û di ger wesfê te "Yasîn"



Atêşperesim men sofiyê hezretê Zerdeşt

Ser ta bi qedem , can û dil ez dûriyê xemgîn



Canê min û canê te di laşê me de bûn yek

Ger hedê nezer dûrî welê çeşmê me dûrbîn



Şeb ta be seher ez bi xeyala te re dildar

Ez 'eşqê tû pir jare dil û canê Cegerxwîn.



‪‎Cegerxwîn



28.02.2015 17:30 | xendekî

2. (bnr: diyariya yarê)



Ji dostê re çi rêkim,ez diyarî ?

Diyare yar dixwazî min bi yarî



Dixwazim can û dil jêre bişênim

Tenê şerme,hemî derd û hejarî



Dixwazim herdû çavan jêre rêkim

Bikêr nayên,ji wan her xwîn dibarî



Divêm jêre ziman û dev bişênim

Ne hêjane şev û rojan bi zarî



Nizanim ez,çi hêjaye ku rêkim?

Cihan pêkve bihayê biskê tarî



Serî,naçare min danî li ber pê

Me go:şahim,tu pêlêke siwarî



Tenê xanim,bi nazî hate ser min

Zivistane,li min şîn kir biharî



Bi wan lêvên şirîn go:rabe seyda !

Tu serbestî ji min çibkî,dikarî



Ji rêve ez beîme pê û destan

Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî



Ji bexçê paxilê çûme du sêvan

Ji bistanê riwan dêmên henarî



Ji lêvên erxewanî min du sed cam

Şeraba hingivînî nû,vexwarî



Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz

Wekî pola helandim ez bi sarî



Me herdû dest li bejnê bûn hema’îl

Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî



Me talan kir ber û bistan bicarek

Kenî û go:bese rabe Hesarî !



Me go:gorî Cigerxwîn bû divê rê

Bi dest nayê wekî îro tu carî.



Cegerxwîn

Ji dîwana Ronak



28.02.2015 17:32 | xendekî

3. (bnr: jîn û hebûn)



Ez xumxuma ava çeman,

Ez çerx û govend û sema,

Tîn im di nêv kat û lema,

Jîn im, hebûn im, tevger im.



Bayê siba tê xweş ez im,

Berfa sibatê xweş ez im,

Xurtî di latê xweş ez im,

Hişk û ziwa bin, ez ter im



Giranbiha me, zêr û dur

Ez tim hebûn im, xurt û gur,

Yaqût û lal û gewher im.



Pêşve diçim kar û xebat,

Di nav çiyan de hîm û lat,

Pêlan didim Zab û Ferat,

Çelq û xumîn û gur-gur im.



Pir xurt û hêz im ez hebûn,

Ez pêşveçûn û serxwebûn,

Herdem di nav damar û xûn,

Ez her heme, qet namir im.



Bihişt ez im, agir ez im,

Bakir ez im, rakir ez im,

Xemgîn kir û şa kir ez im,

Herdem didim, ez na kirim.



Jîn im, bihar im har û dîn,

Candar bi min herdem bi tîn,

Min dane wan ev hilm û bîn,

Dinêv hebûnê cîgir im.



Ev ax û ba û av im ez,

Ev pêtî û alav im ez,

Xweş ronî û pertav im ez,

Xurtî di zendên karker im.



Herdem heme, peyda me ez,

Tava riwê xeyda me ez,

Cama bi dest Seyda me ez,

Ez ol û vîn û bawer im.



Jîna Cegerxwîn im ji dil,

Ez xurtî û tîn im di dil,

Ez hêz û xurtî me di mil,

Karim vî laşî ragirim.



Cigerxwîn



28.02.2015 17:35 | xendekî

4. (bnr: bilbil)





28.02.2015 17:35 | ferhenga şikestî

5. (bnr: dayê tu megrî)



Rom û ecem tev welat vegirtin

Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin

Çira û rewşen li me vemirtin

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Xwendin nehiştin li nav me kurdan

Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan

Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Şêx û began tev em kirne kola

Bê maf û bê cî berdane çola

Dan ser milên me darên dehola

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin

Azadîxwazên cîhan dibînin

Divê ku dijmin bi zor derênin

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Va em şiyarbûn, xwende û zana

Me rê tev girtin ji ber nezana

Zû, zû me naskir ev reng dizana

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Dijmin du nifşin: hundur û derve

Hinek di binve, hinek di serve

Kurdên nezan jî tên me bi serde

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Divê ji bo te em rast bibêjin

Bindest û kola tim jîndirêjin

Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Em tev diçin tên, dolab û çerxin

Mebîne ko em ciwan û ferxin

Divê ku dijmin ji nav xwe derxin

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Divêt bi leşker herin zinaran

Konê xwe vegrin li pêş neyaran

Êrîş bikin em bi gullebaran

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe

Kelaşînkofê bavêj milên xwe

Xeman em derxin ji nav dilên xwe

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Sûndê dixun em bi pût û late

Heta ku negrin Zab û Ferate

Serbest nekarin em bêne ba te

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Rabe bi hev re em herne şaxan

Derman bikin jin: lash û kelaxan

Ronî bidin xweş rengê çiraxan

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Milên xwe bidne milên me şêran

Di şevreşan bin rengê sitêran

Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Dayê em xortin xwîna me germ e

Bindest bimênin ji bo me şerm e

Ta kengî dijmin paşa li ser me ?

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Îdî me nabên ev reng û ev jîn

Em tev shiyarbûn Ferhad û Şêrîn

Em guh didêrin dengê Cigerxwîn

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !



Cegerxwîn



28.02.2015 17:38 | xendekî

6. (bnr: cizîrî rabe meyzêne)



Mela rabe, evîna te

Giha ber rendesha zanîn

We, rê winda û shev tarî

Çi Geylanî çi Şîrazî



Serî hilde binêr çawa

Gihane jorê ezmana

Me gewher perçe kir îro

Bi zanîn û serefrazî



Li ser heyva wekî birhên

Şepala te, dikin geştê

Di baxê gulşena dilber

Diçin, tên em bi şehnazî



Xwedê kanî, li ku ye ew ?

Supahê lem terew îro

Gelo qey pîr û bê havil

Dinav Laşey û hevrazî



Hezar salî qelender bî

Tu naçî ber derê dilber

Ku şehnaza ciwan û rind

Mirovên wek te naxwazî



Cizîrî rabe neyzêne

Cizîr çawa perîşane

Hemî milet gihan dozê

Bi gernasî, bi şûrbazî



Bi tîrê tore dur siftin

Gulên baxê te pişkiftin

Divêm ez we ji xwe rakim

Bi qêrîn û bi devsazî ...



Tu zanî ez Ciger-xwînim

Ne dost û dijminê dînim

Gelo kî dighê daxwazê

Bi derwêşî, bi gaz-gazî ?



Cegerxwîn



28.02.2015 17:40 | xendekî

7. Ji bo leyla qasim gotiye



(bnr: leyla şehîd)





LEYLA SEHID



Shêr, shêre, mêre yan jine

Nîshan bi dest, Leyla mine

Polaye dil wek asine

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla mine, Leyla welêt

Wê dil li min kir ar û pêt

Mizgîn li kurd roja me têt

Dijmin ji tirsan maye shêt

Leyla çîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Sitêr ji ezman hate xwar

Zer bûn li min bax û bihar

Rabin xew ey xwendewar !

Tev mêr û jin bibne shiyar.

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Daser te taca Erdeshêr

Navê te dinvîsim bi zêr

Jin nû dibin wek shêr û mêr

Leyla çîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla kaça Mît û Meda

Canê xwe da di ber me da

Bijîn heçî ko canfida

Xwesh bin ji te jar û geda

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla delal û pir çeleng

Leyla ciwan û shox û sheng

Xwe daye kushtin wek pileng

Shêre li nav kur daye deng

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla çiraxa shevreshe

Wê rû li kurdan kir geshe

Kushtin bi me kurdan xweshe

Zordarî îdî nameshe

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Bi wê li kurd ron bûye shev

Jin bûne wek Leyla me tev

Îdî nema hêjaye rev

Ey kurd de destan bidne hev !

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Divêm li pey te bêm ejî

Çibkim bi vê jîna rijî ?

Xwînê nerejî napijî

Leyla bijî, Leyla bijî !...

Leyla çîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Pir sherme ey xortê ciwan !

Keç bêne kushtin pehlewan

Win jî temasha kin li wan

Rûmet çiye ey xwendewan ?

Leyla çîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...



Êrîsh bikin rengê Ziya

Zû derkevin jorên çiya

Bigrin li ber dijmin riya

Ka: Hor û Mît û Mîdîya ?

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla bijî, sed aferîn

Ji bo me bûye ol û dîn

Dîsa li min derbûn birîn

Hetta ciger min bûye xwîn

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...



Cegerxwîn



28.02.2015 17:43 | xendekî

8. (bnr: sebra dila)



Sebra dila, dêm ji gula

Derî veke xanima min

Nekeve pey derd û kula

Derî veke canima min



Sebra dila, dêm ji gula

Derî veke xanima min

Nekeve pey derd û kula

Derî veke canima min



Ez kêfxweşim, ne serxweşim

Derî veke xanima min

Bûyî evîna te dilxweşim

Derî veke canima min



Doz û gazinan ji min neke

Derî veke xanima min

Derd û kulê min geleke

Derî veke canima min



Derd kulê min nayên jimar

Derî veke xanima min

Şev û ro mam bê cî bê war

Derî veke canima min

Cegerxwîn

Muzîk: Aramê Dîkran



28.02.2015 17:45 | xendekî

9. (bnr: lo lo pismamo)



Lolo Pismamo çima deng nakî

Serê xwe carek bilind ranakî

Leşkerê dujmin li çiyayê jor in

Weke xweşmêra j’hev bela nakî



Lolo Pismamo zanim xweşmêr î

Pismamê Ristem yan Êzdîn Şêr î

Roja halanê, roja lêdanê

Mêr û gernas î dotmam bi gorî



Lolo Pismamo haya te j’te bî

Çarika minê reş li serê te bî

Roja lêdanê mêr be l’meydanê

Kuştin tim hebî, reva te nebî



Dotmama te me, min çav kildaye

Derefşa Kawe, bo te hildaye

Rojek lêdanê, rojek razanê

îro lêdan e roja Kurda ye



Dengê min zîz e hewar û gazî

Serqot û pêxwas, birçî û tazî

êriş e lêxe pismamo lêxe

Şerm û fehêt e îro tu razî



Şalê Xerzanî rabe li xwe ke

L’pişta xwe girêde rext û fişek e

Pisamê min î, dotmama te me

Mi j’te re kil dane çavên belek e



Cegerxwîn



28.02.2015 17:46 | xendekî

10. (bnr: kîme ez)



Kîme ez?

Kurdê Kurdistan

Tev şoreş û volqan

Tev dînamêt im

Agir û pet im

Sor im wek etûn

Agir giha qepsûn

Gava biteqim

Dinya dihejî

Ev pêt û agir

Dijmin dikujî

Kîme ez?



Ez im rojhilat

Tev birc û ketat

Tev bajar û gund

Tev zmar û lat

Ji destê dijmin:

Dijminê xwînxwar

Xurt û koledar

Ji rom, ji fireng

Di rojên pir teng

Bi kuştin û ceng

Parast, parast

Parast min ev rojhilat

Kîme ez?



Rojhilatê nêzik

Rojhilatê navî

Ev bajar û gund

Ev bej û avî

Ket bin destê min

Pî da ser dijmin

Min bi ceng û şer

Zanîn û hiner

Pişta wî şikand

Serî lê gerand

Ez bûm padîşah

Xurt û serbilînd

Ketm destê min ta sînorê

Hind Kîme ez?

Kîme ez?



Kurdê serf iraz

Dijminê dijmin

Dostê haştîxwaz

Ez xweş mirov im

Ne hirç û hov im

Lê çibkim bê şer

Dijmm naçî der

Bav û kalê mm

Dijîn tev serbest

Naxwazim. bijîm

Te ebed bindest

Kîme ez?



Divê ez derxim

Dijminê xwînxar

Şahê efyûnkêş

Jontirkê dijwar

Serbest bijîm ez

Wek hevçaxê xwe

Dilxweş bîxum ez

Rez û baxê xwe

Çekan hilgirim derkevim meydan

Rêçek nû çêkim ji boyî însan

Kîme ez?



Ez im ê şikand leşkerê Rêşar

Min bi xwîna xwe parastî ev war

Di sînga dijmin ez bûme kelem

Xwe dan ber siya min Turk û Ecem

Li ser serê min

Sinbil û kulah

Serê hespê min

Digirt Padîşah

Ez im ew gernas

Ew Selahidîn

Bipirs ji dimyat

Bipirs ji Hetîn

Kîme ez?



Ez im Erdeşîr

Ew Noşîrewan

Kesrayê mezin

Bi tac û eywan

Dostê kevnare

Ko bûne dijmin

Ser ditewandin

Ber agirê min

Ez im ew qelaş xurt û pehlewan

Xerac min distan ji Hind û Yewnan

Kîme ez?



Ez im gernas ez im ev mêrxas

Belê ez im Kurd

Yro ez mame

Bindest û zigurd

Ew tac û eywan

Tev çûn û rizîn

Dijmin nav û deng

Tev ji min dizîn

Xistin laşê min mîkrobên teres

Ta bûm perîşan bê nav û nekes

Kîme ez?



Ez im ew kurdê serhişk û hesin

Yro jî dijmin ji min ditirsin

Bîna barûdê

Kete pozê min

Dixwazim hawîr

Biteqim ji bin

Dîsa wek mêra

Bikevin çîya

Naxwazim bimrim

Dixwazim bigrim

Kurdistana xwe

Axa mîdîya

Kîme ez?



Kawey hesinker bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdana kurd

Wî şikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û şûr

Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz

Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên ne xweş

Parêz dibî kurd

Ji dêwê zergeş

Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan

Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan

Kîme ez?



Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz

Divê bistênim

Wilo nemênim

Bigrim tol û doz

Fermandar bim ez

Li ser Kurdistan

Bo min bimênin

Ev bax û bustan

Ev şax û ev deşt

Rez û şînahî

Bigrim destê xwe

Dil xoş û şahî

Zana û xwenda

Dezgevanên xurt

Vî warî bigrin

Bikin ronahî

Kîme ez? .



Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar

Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar

Ez im ew Lolo

Kardok - û Kudî

Ez im Mad û Goş

Horî û Gudî

Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor

Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor

Çend hezar sal in

Kurdistana min

Perçe perçe ma

Bindestê dijmin

Kîme ez?



Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac

Bûne Olperest

Bi tizbî û xişt

Ta dijmin şikand

Li me ser û pişt

Me dan bin lingan dewlet û hebûn

Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn

Ta ko Kurdistan

Ta ko Kurdistan

Jar û perîşan

Kete bin destan

Kîme ez?



Ez im ev milet ez im ejdeha

Ji xewa dîlî şîyar bûm niha

Dixwazim wek mêr

Dixwazim wek şêr

Serê xve hildim

Çi ser bilind im

Bi cîhan carek

Ez bidim zanîn

Rêçika Markîs

Rêçika Lenîn

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem

Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem

Bejin bilind im

Wek Dêw bilind im

Ez dest dirêj im

Serbest dibêjim

Dixwazım bi lez

Gavan bavêjim

Kîme ez?



Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez

Serdarê me ye gernas û nebez

Em şer naxvvazin

Divên wekhevî

Em paşve naçin

Dijmin direvî

Ji bo mirovan em tev dost û yar

Bijî Kurdistan bimrî koledar

Kîme ez?



Cegerxwîn



28.02.2015 17:48 | xendekî

11. (bnr: xweş beden)



di̇l kuşti̇yê awi̇rên çavên wê

dîl gi̇rti̇yê reşmûyên çavên wê

nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn



li̇ hember mi̇n rabe ser xwe weke roj

ji̇ ber sîngê cana mi̇n de ket bi̇şkoj

navzi̇rav rû gulav ser di̇lav



yarê ez kuşti̇m li̇ mi̇n nabê êvar

derman çi̇ ye kes ni̇zane bes yar

renge rû tarî mû ri̇nde rû



mi̇n di̇l daye buhayên du sêvan

mi̇n can daye buhayên du lêvan

dev li̇ ken, lêv û çen, xweş beden



cegerxwîn



04.03.2015 09:03 | xendekî

12. (bnr: gulfiroş)



ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî

pir gelek şa bûm, gul bi dil didî

gul bi dil didî



hebû me yek dil tev jan û kul bû,

ne bûme bawer, gul bi dil bidî

gul bi dil bidî



bazar me kir go, ser bi ser nadim,

ê gulperest bî, can û dil didî

can û dil didî



min go kî didî, can û dil bi gul,

go: ev bazar e, dil bi kul didî

dil bi kul didî



min can û dil dan, dil kiriye qêrîn

go ho cegerxwîn dil bi gul didî

dil bi gul didî



Cegerxwîn

(Agir û Pirûsk/ rpl. 211 wşn. avesta)



09.03.2015 01:44 | xendekî

13. (bnr: xabûrê)



ey xabûr, xabûr, ey xabûr, xabûr

wek daxwaza min, pir dirêj û kûr



kêferata te, xum xum, û lew, lew

nayên bîra te ne razan, ne xew



herdem dinalî, bi qirîn, gazî

lê kes nizanî, ka çi dixwazî?



armanca te ye, xurtî, pêşveçûn

cihê te tenge, divê firehbûn



pêlan didî xwe, qîr û firyadî

tu jî wekî min divê azadî



sînga vê erdê te çirand bi zor

nizanim çira tu naçî berjor?



ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn

dikevî sînga derya bê evîn



xwezka min bi te, bê derd û bê kul

dijî bi şadî, bê mejî û dil



tu jî weke min, ger bibûna kurd

ev xurtiya te dibû kul û derd.



Cegerxwîn



09.03.2015 01:45 | xendekî

14. (bnr: kevok û çûk)



Cihan bûye zivistan

Rê û biwar rawestan



Berf û baran û bahoz

Hawîr bûye terpetoz



Çûk nikarin derkevin

Teba nema dilivin



Rê winda kir çîqê reş

Di wê roja pir nexweş



Cihan li ber tarî bû

Ew nizanî diçî kû



Bi bez diçî, dil bi kul

Per û terî hemî şil



Ji ber serma Sibatê

Xwe avête ber latê



Pir tarîye, bû dereng

Di şikeftek reş û teng



Çîqê reşê pir bi rû

Xwe avête hindirû



Ket hêlîna kevokê

Xwe berdaye ser çokê



Kevokê kir qire-qir

Pepû, ji ku hatî vir?



Ba, bahoz tên bi gij-gij

Cihan tevde bûye mij



Ez hatime mala te

Xwe daye ber pala te



Ez î wekî te teba

Gerek bêjî: merheba



Van çend rojan Sibate

Tim namênim li ba te



Ezê herim mala xwe

Bighêm cem hevala xwe



Lê kevokê bi xeyd go:

Na heyra, na, de o, to!



Îşev raze, sibê zû

Here bêka diçî kû?



Ez bi tenê jina bî

Hêlîn tenge, nîne cî



Nêr hemî dest dirêjin

Xelkê siba çi bêjin?



Cegerxwîn



09.03.2015 02:27 | xendekî

15. (bnr: kaniya evînê)



Ez û bilbil bi gul û yar navdar in

Nîşanê evînê ne tenê ne dildar in



Dost û yar du dar in, payebilind û şîn

Dostanî, dilbijî di nav da pêtî û ar in



Evîndar her yek rengekî dixwazin

Hin dilbijê sorgul û dilbijê reşxar in



Evîn kanî ye, şêrîn û tehlî tê da yek so

Lê li hawir beden û çember û dîwar in



Ji wê kaniyê cihokek tê ser dilê hejar

Pêlên pêşi xweş in, lê ên paşî dijwar in



Cegerxwîn



27.03.2015 20:03 | xendekî

16. (bnr: wezîfey xom)



21.05.2015 01:44 | xendekî

17. Herekol im ez , ez herekol im li jor im eniya xwe rak hê jì li jor im ...



21.05.2015 14:20 | darînê daryo

18. ji denge RÊşad sorgÛl, helbesta cegerxwÎn ya evÎna dıl >>>



21.05.2015 17:06 ~17:07 | evdilageweri

19. helbestên kû vergera bi kurdîya niha yan jî bi tirkî hewceye. mesela di tirşikê de kes kare vê helbestê bi temamî vergerine tirkî? bawer nakim.



Payebilindî

Welatperestî

Çekên qelsan e:

Jarî û mestî



Zana û jîr im

Bindestê dijmin

Çiqas dijwar e

Ewreng bindestî



Destan vemalin

Dakevin meydan

Eger dixwazin

Bigrin serbestî



Ey gernasên kurd

Rabin weke şêr

Ji xwe bawêjin:

Xwarî û sistî!



Xebat ji bo me

Divêt bi xurtî

Dilpak û zana

Gelek bi ristî



Welat xwe bûk e

Xwîna me qelen

Naxî ber sîngê

Bûkê nexwestî



Metirse ko kurd

Pir paş de maye

Kesî nedî goşt

Bê çerm û hestî



Qûnax bi qûnax

Diçî ser çiyê

Rast e di vê rê

Gelek diwestî



Welat ta kengî

Wilo parçe bî

Em tev di nav de

Jar û şikestî



Cigerxwîn îro

Gel pir şiyar e

Bes e metirse

Kêr gîha hestî!



22.05.2015 16:31 | parêzerê nîvçe

20. Xwendin nebe kes naçe pêş
Peyda dibin pir derd û êş

seydayê cegerxwîn



16.09.2020 10:40 | kajav

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên memikan
» cegerxwîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî