Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di mala xwendekaran de hesreta xwarineke germ - tirşik
di mala xwendekaran de hesreta xwarineke germ
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Aaxx ax. Çi hesreteke mezin e, çi bêrîkirineke kûr e.



03.03.2015 18:32 | xendekî

2. (bnr: ji xwendekaranre cîranê herî baş)



03.03.2015 19:56 | sedrik

3. Hesreteke belasebe ye. Bi perê ku tu li derve belasebep xerc dikî tu dikarî çend fêkiyan bikirî. Bi wî perî çend şîv dikare bê çêkirin.

Ev hesret carinan jî ji ber tiraliyan xwendekaran tê pê. Qûna xwe ji erdê ango paldankê rarake û biçe nîv saetî li pêjgehê xwarina xwe çêke.

Bes e dev ji van derewan berdin..



03.03.2015 20:46 | mergehez

4. Hesreta ku bi rastî jî ji tiraliyê ye.

Xwendevan elimîne xwe weke rebenan nîşan bidin lê eslê xwe de rebeniya wan ne ji ber bêçarebûnê ye.

Nabêjim ne reben in. Reben in. Ji ber ku heta tên zaningehê û bi tenê dimînin elimîne her tişt amede bibe û bê ber. Dema diçin bi hevalên xwe yên wek xwe re xaniyek digirin, çûyîna loqenteyê û li gor quweta xwe ya aborî kebabek xwarin an jî dûrûmek xwarin ji wan re hesantir û maqultir tê.

Lê ên keç ji ber li malê elimîne xwarina xwe çêkin, li zaningehê jî xwarinên herî xweş çêdikin dixwin.



12.03.2015 19:55 ~19:57 | brusk56

5. Li her xwendekarî peyda nabe. Hevaleke min ê malê eprax jî tê de gelek tişt çêdikir. Me hindik borekên firnêde, tawa û tişt mişt çênekir.

(bnr: berxwedan jiyan e)



12.03.2015 21:30 | azadixwaz

6. bi rastî jî heyretek ji ber xemsariyê ye.

çêkirina xwarinê ya li malê, gelek cara ji xwarina xwarinên fast-food erzantir e. lê divê mirov hinekî ked bide.

di mala me de, me karên xwarina dabeş dikir: kesekê tiştan hûr dikir, kesekê çêdikir, kesekê firaxan dişo û hwd.



bi vî awayî me xwarinên weke dolme, tava, masî, avgoşt, fasûlye(kuru), fasûlyeya ter, ecûn, meqerne, tirşik, savar, birinc, mirîşk, cîger û hwd. çêdikir.



13.03.2015 19:32 | simurg56

7. Piştî rexneyên we, (xemsarî, tiralî, ewaretî û û. .) me jî berê xwe da taştê. ka we heyata xwe de bi 15 cureyî taştêyek xwariye, ev mala me ye ha: *



Here lînkê



14.03.2015 22:03 | xendekî

8. Hingî ku diçe bêtir tê peyitandin. Lawo ma tiralî bi nizam çend cureyên nebatan ên hazir tê belawela kirin. Ji xwe navê mijarê xwarina germ e û her kesî gotiye xwendekar hema hêrun û tiştên rehet zanin. Aferin ji te re te her tiştî rast derxist *. Weke din jî watedar e ku ev wêne jî saet 22:03de hatiye barkirin, ev jî peyitandina tiraliyê bi cureyeke din e.*



15.03.2015 10:29 | azadixwaz

9. Piştî vê mijarê hesreta ku hingî diçe li mala me kêm dibe. Îro jî me di firavînê de savar çêkir. savar û selete. Duh jî miqerne bû. Duh ne pêr jî birinc û şorbenîsk û selete bû. Axir hêdî hêdî li mala me ev hesret winda dibe.



(Ya din: wêne min danê sibê kişandibû, lê encex karî şev bar bikim, yanî ew xwarin ne ya şev bû ya taştê bû azadixwaz)



15.03.2015 16:58 ~16:59 | xendekî

10. A ku xwedê bike li hemu malan ji holê rabe. û ne ku hesudiya min li hinekan tê, bila çavên min ne li quna tu kesî be*. Sehet û quwet be.



15.03.2015 17:22 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mala mêriv
» hesreta min tu gul î
» germava xesta

Kategoriyên mijarê:: jiyan perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî