Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
xwarina goştê bi hestî - tirşik
xwarina goştê bi hestî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. karek zehmet e. sedema wê ye ku nikarim weke însanan avgoştê bixwim.

çi jî bikim, nîvê goştê li ser hestiyan dimîne.

lê carina hinekan dibînim ku hestiyê bigoşt dixin devê xwe û dema jê derdixin dibînim ku hestî rip û rût e. di devê van mirovan de çi diqewime, nizanim.



03.03.2015 19:42 | simurg56

2. Goştê bi hestî xweştirê goştê nermeye.



03.03.2015 19:51 | sedrik

3. yên ku hê goştê bi hestyî nexwarine bila nebêjin me goşt xwarine..

bi taybetî jî çaqê mirîşkan, bi şeref tê bîra min dema ez zarok bûm min çaqî diqedand dûre ez bi dev û diran û lêv û ziman diketim di nava hestiyê wê de oxweşş ma tehma mixa hestiyê çi xweş e gidî, tabî vê tevgerê di mêvaniyê de mekin, dê li dû we xeberan bidin*

tabî piçek jî nîşeneya feqirî û xizaniyê ye mixabin, ji lew ger di hefteyeke carekê goşt bikeve mala we, normal e ku hûn hêrsa feqiriya xwe ya tijebûyî ji hestiyên ajalên feqîr derînin..



03.03.2015 20:56 | ferhenga şikestî

4. li gor min ne ji ber feqiriyê ye ji ber ku rastî jî tama goştê bêhestî nabe wek goştê bihestî. Yaw tişteke wilê nîn e haaa. Divê mirov wî hestîyî bikirrrîne..



03.03.2015 22:00 | xendekî

5. (bnr: xweşe)

(bnr: goşt dîtine li yê nerme digerin)

sernivîsa ev meseleya ku ez baş nizanim hanîye bîra min

" rojek yek diçe serayê/qesrê hemberî padîşah tutikekî jêre dibe padîşah pirs dike dibê niha te goştê tutika xwarîye tu zanî kura tûtikê xweşe ewjî pêderdixe dibê cîyêherî xweş çermê tûtikêye.. werhasil elbekî zêr didê diçe ba hevalekî xwe dibê hal û mesele eve hevalê wî dibê ka ez jî herim ew jî gamêş kî dibe diçe hemberî padîşah dibê hima ez gamêş û dewara xweydikim min got ez hevkî ji padîşahê xwera bibim padîşah dibê li ser çava jê dipirse dibê kura goştê gamêşê xweşe ewjî dibê çermê wî şah jî dibê te pêdernexist te pêderxista minê heqê gamêşate bida lê gamêş çû edî tu dikarî vegerî.



03.06.2015 12:29 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwarina nexweşxaneyan
» goştê mirîşkan
» hestîheram

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî