Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
nivîskarên ku tirşikê diterikînin - tirşik
nivîskarên ku tirşikê diterikînin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. eyb dikin û xelet dikin.



tabî hemû ne wek hev in. hinek ji wan îdîa dikin ku "tirşik bûye cihê propagandaya dijberiya wan e" hinek jî dibêjin kes nanivîse, ez çima binivîsim.



li gorî vê mantiqê:

(bnr: li kurdistanê kes kurdî naaxive, nexwe ez ê jê herim)

(bnr: li kurdistanê nifû hindik e nexwe ez ê biterikînim)

(bnr: kes kurdî neaxive nexwe heta ku kurdî nebe popûler ez jî naaxivim)

(bnr: jixwe hdp ji bendavê derbas nake nexwe heta ku bendavê derbas bike ez jî ray nadimê)

(bnr: jixwe pkk nikare dewletê têk bibe nexwe em dev ji şer berdin) û hwd.



jixwe yek ji problemên herî mezin ya gelê kurd ev e. herkes hêvî dike ku çawa ku tiştek nû bike, 40 milyon kurd werin û kêfxweşiya xwe bînin ziman, lê xwedî derkevin û pîroz bikin.

lê mixabin rastî, ne wisa ye. ji ber vê yekê ye ku kurd dest bi karek dikin û piştî demek kurt motîvasyona xwe wenda dikin û bi dijûnan dev jê berdidin. ser de jî dibin dijminê gelê xwe û dibêjin ji vî gelî tiştek nabe, fîlan. wer nekin heval, berxwedan jiyan e!



03.03.2015 19:50 | simurg56

2. Heyfa wan. Li gor xwe belkî rast bin lê ne rast e, yanî tu dikarî her roj her deqe nenivîsî, belkî wextê te jî nîn be lê nebêje va ez timamî diterikînim, heta te xwest heta wextê te çêbû car caran binivîse. ji xwe re neke bend û rêzik.

Jixwe em ne ji bo popûlerbûna kurdî an jî tirşikê dinivîsin an jî vê tirşikê mijûl dibin. Em dibêjin an jî ez dibêjim qe nebê bila di derheqê hin tiştan de cîhana kurdî ya qompîtûrî jî dewlemend bibe. Ango kesek rabe tişteke kurdî di googleyê de bigere bila google nebêje tiştek nehate dîtin. û dîsa bila dema lîsteya ferhengên înteraktîv hatin weşandin yek jî be ferhengeke kurdî jî hebe.



03.03.2015 20:37 | xendekî

3. Bûye modayek berdîberedayî. meriv bi vê tevgera xwe xwe ji çavê yên din dixe. Dibêje qey veqetîn tiştekî li gor esîlan e. Bi vê tevgerê populerbûn ji tu gûyî re nabe. Ger tu veqetî jî bi peyamê nebejê bes veqete heta ku nivîskarên din bi tunebûna te bihese û bibeje ser çava lê belê bi hewldana xwe kirina qehremanê gûyekî veneqete. Heyf e



03.03.2015 20:42 | mergehez

4. her du entryên ewil ên li jor maqul û rasyonel in, lê ya dawî piçek fevrî bûye ango nepijiyaye mixabin..

neyse, belê dema mariv ji tiştekî biqehire bertekekê nîşan dide, ev tiştekî berdîberedayî nîn e, tu dikarî bertek û refleksê di hemû qadên jiyanê de bibînî, û tiştê ku sînerjiyê çêdike jî hêrs bixwe ye (bnr: ziman şûrê destê cegawerekî ku di cengê de hêrsbûyî)

terikandina tirşikê ne xweş e, dema nivîskarek dev ji nivîsandinê, ango bi jargona me tirşikandinê beride ji laşê min parçeyeke dî divirvire, min berê jî vê yekê bi lêv kiribû, û belkî min sed caran, hezar caran ji derûdora xwe re qal û behsa tirşikê kiriye û min gotiye yahû hûn qala xwedê kin werin li vir, ma we ne eyb e? falan û bêvan, lê bi tenê ji bo ku eyb nebe tên qeyda xwe çêdikin û careke din silava xwedê jî li me nakin mixabin, ji vê rewşê eciz bûm, ez ne ji we, ez ji xwe, ji ecîzî û ji neçariya xwe hêrs bûm, bifikire ku ez hê nikarim hevalên xwe yên samimî qanih bikim, ma ez ê bi kêrî çi bêm? û li xwe mikur werim ku birê min ê mezin hê nizane bi kurdî bipeyive, bi tenê piçeke fêm dike, digel ku ji bo ew xwe berra deryaya kurdî bide bi salan hewl dam, mi go tu nezan î, mi go tu sersar î, mi go tu berjewendperest î lê bi kêr nehat, min bi zimanekî teknîk jî yanî bi awayekî xweşik, bi zarşêrînî jî şîretan lê kir lê axirê dîsa xema wî nebû.. dema wisa dibe diqehirim û di derbekê de dibêjim law ferhenga te şikeştî ye jixwe, dev ji van tiştan berde, em ê tu caran nebin zilam, lê wek simurg56 jî gotiye berxwdan jiyan e!



03.03.2015 21:13 | ferhenga şikestî

5. Heqê wan ê demokratîkê ez piştgirîye didime wan



03.03.2015 21:19 | hûteheftserî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên bi xwe re nabînin binivîsin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî