Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
helbestên melayê bateyî - tirşik
helbestên melayê bateyî
(0) (0) (9)
di mijarê de bigere

1. (bnr: melayê bateyî)



(bnr: qiblegeha aşiqan)



”subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu

leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu

çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî

tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu

dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu



dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘eden

nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen

gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen

ahûya deşta tetarê rehzena aska xeten

horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu



qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav

hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav

dax û kovana evînê sotî canê min tevav

extera subha se’îd î reşrihana ta belav

filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu



ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar

sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar

helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar

nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar

lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu



pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed

min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed

çengelek avête dil kun kir li min dad û meded

qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed

şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu



sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal

xaleke wa l’gerdenê mîslê berê reş mah û sal

sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal

netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal

laubal î çardexal î çardesala kê yî tu



şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam

sed tilism û sihre tê da pêkve suryanî meqam

ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam

horiya baxê beheştê tûtiya tawusxeram

xeyrî batey padîşaha min delala kê yî tu”



Melayê Bateyî



03.03.2015 23:19 | xendekî

2. (bnr: mewlûda melayê bateyî)



03.03.2015 23:27 | xendekî

3. Ger tu nazik sorgul î

Ez bilbilê mestane me

Horiya reşkakul î

Ez aşiqê dîwane me



Horiya firdewsa ‘alî

Qumriya baxê cemal î

Ger tu şem’ î wer şemal î

Ez ‘eceb perwane me



Xwoş şemal î mihr û mah î

Nazika ebrûsiyah î

Ger tu şah î padîşah î

Ez xerîbê xane me



Padîşahê hullepoş î

Afitab ser tasê noşî

Ger tu mestê meyfiroş î

Ez qûlê meyxane me



Melayê Bateyî



03.03.2015 23:38 | xendekî

4. (bnr: subhan ji mîrê qadirî)



Subhan ji mîrê Qadirî

Adem ji tînê çêkirî

Qalib bi rûhê hey kirî

Wesfan çi bêjim ya Rebî!



Wesfê di mîrê ekber e

Kê taqet e ket defter e

Her Wahidê witr e fer e

Haşa ku wî ‘uzwek hebî



Haşa hebin ‘uzw û cesed

Tehwîlê îmkanê xired

We lem yekun kufwen ehed

Zatê qedîm her dê hebî



Zatê qedîm û pakî ye

Heyy û ‘Elîm û Hadî ye

Navek ‘ezîm û ‘alî ye

Ê sermedî dê j-xwo we bî



‘Alî ji e’razan we ne

Lutf û kerem her wî hene

Hakim ew e bê mesken e

Erdek heye ew lê nebî?



Bê mesken e ew Qadir e

Çavan veke her hazir e

Ustadê çerxa daîre

Qismet dihê şeyx û sebî



Şêx û sebî her middetê

Ew raziq e rizqî detê

Bağbanê çaxê wehdetê

Ya Reb tu yî her dê hebî



Ya Reb tu yî ji nûr î tu

Sultanê jêr û jûr î tu

Her hazir î ney dûr î tu

Dûriyek hebî ew dê-j me bî



Ê dûr ji te xusran e lê

Hem zulmet û hîcran e lê

Nêzîkî te xufran e lê

Xeffarê merdê muznib î



Xeffarî xweş sûltanî tu

Xellaqê rûh û canî tu

Darindeyê keywanî tu

Sazendeyê neh lewleb î



Sazendeyê neh pancer î

Mutleq tu şahê ekber î

Mulkiyyeta enguşterî

Te da Suleymanê nebî



Mulkiyyeta lewh û qelem

Tehtessera û ‘erş û hem

Bal ve xudanî dikey hekem

Bexşendeyê her mensebî



Bexşendê her ecram û ‘erş

Anî zuhûrê mulkê ferş

Summestewa balayê ‘erş

Mîrê ezel tuy ya Rebî!



Min mîrekê Xeffar heye

Sultanekê Settar heye

Hêj min huba pêrar heye

Ya Reb derê feyzê vebî



Min dî vebûn dergah û der

Ê têkelî bangê seher

Der kûş û hûş im şud xeber

Batey! Bixwaze metlebê



Melayê Bateyî



03.03.2015 23:43 | xendekî

5. (bnr: muhemmed seyyîdê ‘alem)



Muhammed seyyîdê ‘alem

Şefî’ê roja mîzanê

Çiraxê dîdeyê Adem

Xwedanê wehy û Furqanê



Xudanê wehy û tenzîlê

Bi eqlam û bi tebcîlê

Qelem da nesxê Încîlê

Nema Tewrat di xeclanê



Çi Încîl û çi Tewrat in

Di mensûx û di mulxat in

Bi wî navî musemmat in

Hukum çû kenzê Rehmanê



Bi Hukmê seyyîdê mursel

Nebiyyê axir û ewwel

Betal kir dînha mucmel

Bi ayat û bi Quranê



Bi ayat û bi tewhîdê

Ji teşrîfê û temcîdê

Şeva xurrem di tewlîdê

Senem hûr bûn di pûtxanê



Nigûnser bûn senem ‘aciz

Ji tewlîda gula qurmiz

Bi kesrayî geha mu’ciz

Tezelzul kefte eywanê



Bûye mizgîn di dinyayê

Şikufte werd û re’nayê

Ji baxê îstefeyna yê

Qureyşî eslî însanê



Qureyşî bû penahê dîn

Xudanê sûretê yasîn

Şivanê kudekê nûrîn

Melek hatin di fermanê



Melek hatin bi te’cîlî

Du şeq kir sîne Cibrîlî

Elem neşreh tê tenzîlî

Dikit tewzîh û tibyanê



Xudanê textê lewlake

Suwarê heft-i eflak e

Li ‘erşî merkeza xak e

Ji bo wî hate kêşanê



Ji bo wî çêbû ev ‘alem

Nebî bû hêj herî Adem

Di exbara wekû xatem

Çiraxê ehlê îmanê



Çiraxê ruhniya ummet

Ji bo wî çêbû ev xelqet

Fetahê dergehê cennet

Emîrê sedrê dîwanê



Emîrê textê ‘uqbayê

Sîha wî dara tûbayê

Xwezî carek di dinyayê

Bidîta min tu wî anê



Di wê anê û hînê bû

Dilim muştaqî dînê bû

Li dergahê Medînê bû

Resûlê Haşimî kanê



Resûlê Haşimî sabir

Ew e Taha ew e haşir

Dil û canê me bû agir

Ji nar û pêt û hîcranê?



Ji nar û pêtê da ser me

Evîna te qewî germ e

Du çavan pê bikim surme

Ji toza rewza astanê



Ji toza wê derazînê

Dikim feryad û nalînê

Xudê çêkit di wê hînê

Wisala lûtf û îhsanê



Wisala seyyîdê ehbab

Xudanê mînber û mîhrab

Muyesser bin li min esbab

Mi’can avête meydanê



Me can bada fîdayê te

Tenem xaka serayê te

Zeban weqfa senayê te

Dilê min ‘ebdî fermanê



Dilim qendîka rewzê bit

Lebim nêzîkî hewzê bit

Ji ehlê sidq û feyzê bit

Ez im muhtacê xufranê



Du ‘alem pêkve muhtacê

Ji bo wan hetî îxracê

Şeva ew çûye mî’racê

Çi xulxul kete eywanê



Çi xulxul hate ez xebra

Sedayê gunbeda xedra

Ke subhanellezî esra

Ji Qudsê çûye dîwanê



Ela ey seyyîdê sefwet

Tu roja heşr û pir fitnet

Bibêjit ummetî ummet

Fekende ser çûganê



Fekende ser biya derbey

Dikim hîvî ji mîrê heyy

Şefa’et kî ji bo batey

Bide ber zillê seywanê



Melayê Bateyî



03.03.2015 23:48 | xendekî

6. (bnr: el-wefa bê wesl û canan)



El-Wefa bê wesl û canan ğemz û naza min nehat

Ya tu qelbê ‘aşiqanî gulnîgara min nehat

Mam di qeyda derd û dağan, xemkusara min nehat

Subhê nabit wê şevê dengê minara min nehat

Hêvîdarê subheyê bangê minara min nehat



Derd û dağ im bê qerar im bê bihar im bê çemen

Bê hebîb im bê tebîb im hem xerîb im bê weten

Şubhî Ye’qûbî ji ‘işqa Yûsufê gulpîrehen

Mûnîsê derd û xeman im sakinê Beyt-ul hezen

Tar û mar im întîzarim şehsuwara min nehat



Pertewa şem’a cemalê min disojit dem bi dem

Îştiyaqa zulf û xalê têk kirim deryayê xem

Mam e ber penca fîraqê weslê qet nakit kerem

Ma mededkarê me bit Înna Fetehna subh û dem

Wer ne sotim ateşê dil şehriyara min nehat



Şubhî mestan im weku dîwane ez dîwaneser

Badenoş im pir xuroş im ez bê hoş im derbeder

Hesret û hecrên keser mehbûbê ğeyrî bin nezer

Bil fîraqî lit-telaqî bê sikûn im ta seher

Xwabê noşînê ‘ezîz im dil nîgara min nehat



Meclîsa bê saz û hey hey, min nevêt û naçimê

Bê def û bê çeng û bê mey, min nevêt û naçimê

Bezmeya bê yara Batey min nevêt û naçimê

Dê gorişman kî li min ket min nevêt û naçimê

Bê fîraxet yara Batey ‘îşwekara min nehat



Melayê Bateyî



03.03.2015 23:51 | xendekî

7. beşek ji (bnr: zembîlfiroş)



Ey dil were dîsan bicoş

Carek ji caran mey binûş,

Bikin qiseta Zembîlfiroş,

Da seh bikin hikayetê.



Zembîlfiroş lawkê rewal bû,

Bi kilfet û ehl û eyal bû,

Husnekî Usiv Lili bal bû,

Heq rizakê Qismatê.



Qewîn ew lawê fakîr bû,

Daymê Xwedê Debîr bû,

Pêşê xwedê Jêr bû,

Ew bi dest hebû sene’etê.



Şixulê wî selik û tebeq bû,

Qîmata selkan ereq bû,

Dayîma ew rast heq bû,

Pê debirî kilfetê.



Ew bi dest zembîl bi dest,

Dibirê bazarê bi qesd,

Xwarin nan dihat bi dest,

Razi dibû qismetê.



Her dema selkan ku tîne,

Xatûnek Jorda Dibîne,

Bi dil û can dihebîne,

Dil kete pêla muhbetê.



Muhbetê keç mubtela kir,

Sir ji carîya Eşkera kir,

Lawukî qalbim cuda kir,

Min ji aşqa xew ne tê.



Law rast bû Bi xwedê ra,

Pir ji wê qenca dikêra,

Go min ji te navê tu zêra,

Tu min xilaskî ji zahmetê.



Xatûn dibê ev xeber tunîne,

Şerm meke, were nav nivîne,

Min bi te day evîne,

Da em bibînin heşmetê.



Law dibê tirsim ji xebere,

Dev hereme, têne riyare,

Agirek bi wanda dibare,

Narî cama şerbetê.



Xatûn dibê tu lawê beyanî,

Lew dibêm da tu bizanî,

Min tu ji bo dilê xwe anî,

Da em bikin misilhetê.



Law bi xatûne ra debetê,

Tu mixazîya dil devete,

Dayn ji heq nekin vehetê,

Rû spiyin di axretê.



Xatûn dibêje bavêje xeyalan,

Were ser doşek û palan,

Bihn ke zulf û xalan,

Law dibe zilfê herîr e.



Law dibe zilfê herîre,

Pîroz be lawê mîre,

Çihede lawê feqîre,

Tev bide vê misilhetê.



Xaûn dibê lawê verêvan,

Were nav reyhan û sêvan,

Tu şekir bimêj bi herdu lêvan,

Şibhê cama Şerbetê.



Law bidê tu qenca temamî,

Her wekî şekir di camê,

Bi ser û peyan tu li min heramî,

Tirsim ji roja axretê.



Melayê Bateyî



03.03.2015 23:56 | xendekî

8. (bnr: ya reb hawar)



Ya Reb hewar sed car hewar

Perwan û qet nagrin qerar

Xweş muhbetî havîtî nar

Ya Reb tu yî dermanê min



Sed car hewara thekemî

Ya ageh darê ‘alemî

Derman bike vî elemî

Ya reb tu yî dermanê min



Vî elemî derman bike

Sirra ezel zahir bike

Daxa dila hasil bike

Ya Reb tu yî dermanê min



Elem çî ye? Muhîbbet e

Derman sebr û sekînete

Ya reb bikey bi qismete

Ya Reb tu yî dermanê min



Ya reb bikey tewbe nesîb

Tecellîye husna hebîb

Derman bikey dilê hebîb

Ya reb tu yî dermanê min



Dilê xerîban sax bike

Sirr û hala zahir bike

Daxa dilê min sax bike

Ya reb tu yî dermanê min



Dilêm kole bi xwoşîne

J-ber birîna tijî xwune

Bi dermana hekîm nîne

Ya Reb tu yî dermanê min



Eger hekîm ‘Îsa bitin

Luqman ji qebra rabitin

Daxa dila sax nabitin

Ya Reb tu yî dermanê min



Eger hekîme Luqman e

Dawud digel Suleyman e

Nizanin min çi kuvan e

Ya Reb tu yî dermanê min



Kovana min Muhemmed e

Ji bo roja qiyamet e

Bo me biket şefa’et e

Ya Reb tu yî dermanê min



Şefa’eta wî hêviye

Lber dergehê îlahiye

Bo Melayê Bateyî ye

Ya Reb tu yî dermanê min



Melayê Bateyî



04.03.2015 09:07 | xendekî

9. (bnr: ji çirya paşî pê da)



08.03.2015 21:33 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên seydayê tîrêj
» melayê kurd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî