Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
pepûk - tirşik
pepûk
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pepûk (navê zanistî yê latînî: Cuculus canorus), çûkekî li Kurdistanê bi çîroka xwe navdar e.

Li çolan, daristanan û li zilên nêzî çiravan dijî. Bi kêzik û maşotan xwe xwedî dike. Car carinan maran , mişkan û marmarok û gumgumokan jî dixwun.

Ew bixwe hêlînê çênake. Hêkên xwe bi granî datîne hêlînên fîkarên biçûk yên wek bilbil û çûkên zilek. Ev çûk, wek hêka xwe li hêka pepûkê dinerin û çêçika ji hêkê derdikeve jî wek çêçika xwe xwedî dikin. Karê pepûkê di vir de tenê car carinan xewlekirina hêlînê û hêkê ye.



Çîroka pepûkê



Hebû tunebû, pir zeman berê, kes nizane li ku derê

xwişk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî

dimînin. Bavê wan dizewice. Ew berê kêf dikin,

dibêjin: Êdî dayîkeke me jî heye! Lê dêmariya wan

keseke pir dilxirç û dilreş bûye. Ji zarokan heznekiriye.

Xwestiye serê zarokan wenda bike.



Dêmarî rojeke biharê binê tûr qul dike,

dide pişta kurik û wan dişîne kerengan.

Keçik û kurik kerengan berhev dikin, tûr

tijî dikin. Keçik tûr dide pişta birayê xwe.

Kereng di rê de, di cihê qulkirî re tev

dikevin. Dema ew nêzîkê gund dibin,

keçik dibîne ku di tûr de kereng nemane.

Ew ji birayê xwe re dibêje:

- Te hemû kereng xwarine, di tûr de

hebek nehiştiye. Wê dêmariya me me

bikuje.

Lawik berê matmayî li tûr dinêre. Dû re dibêje:

- Na min kereng nexwarine!

Li ser vê mijarê kurik û keçik pevdiçinin. Di dawiyê de keçik diqehire û xilçê

kerengan li serê birayê xwe dixe. Birayê wê, li wê derê dikeve û ew dimire.

Keçik berê ji tirsan nizane çi bike. Rûdine û digîrî. Paşê birayê xwe dike mezel.

Lê newêre biçe malê. Li ser kevirekî rûdine û bi dengê bilind digîrî.

Dibêje:

- Pepûk ev çi bû, min kir. Min kuşt, min kuşt,

min hilanî! Ez çi xweliyê li serê xwe bikim?

Ez bi ku ve biçim?

Ji Xwedê re dua dike ku xwedê wê ji vê karesetê

rizgar bike. Li gor çîrokê Xwedê wê dike çûçik.

Navê wê jî dike pepûk.

Ew roj e, ev roj e. Pepûk heroj ji bo birayê xwe digîrî

û dibêje:

- Pepûk! Kê kuşt, min kuşt, kê şûşt min şûşt. Pû pû pû pû pepûk pepûk!

Lema gava jinên kurdan jî digîrîn û hawar dikin, dibêjin:

Pepûk!... Wî li min, li min!.. Pepûk!... Pepûk!...



23.07.2013 23:50 | cirano

2. Aha wêneyê çêlika pepûkê û dêya wê a derewîn:



http://500px.com/photo/26956427?from=favorites/Durzan



23.07.2013 23:54 | cirano

3. pepûk: navé kurtefîlm e özkan küçük e.



10.12.2013 20:36 | gulêê

4. peyva ku wateya wê xwelîser, belengaz, şerpeze û hwd. ne.



11.12.2013 20:20 | simurg56


6. navê ajaleka firindeye, peyva wekî biwêj jî tê gotin di wateye neçar, bê çare,evdal, hêsîr.., çivîka ku çiroka wî jî heye, ji alî kesên nexwestine mirê wan du jinan bînin helal be ji wanre çîrokek xweş afirandine..



wêneyê wî:

Here lînkê



çîroka wî bi awayê pdf :

Here lînkê



13.12.2015 16:10 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pepûk

Kategoriyên mijarê:: cand sinemaflm zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî