Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xezal - tirşik
xezal
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. navê straneke şivan perwer

fermo: xezal xezal



xezal xezal de hayê hayê...

îro minê dîbû mala xezala min barkir çû zozana oy cefayê



şewtê kulê dilêm pir bûn xezalê... hayê...

ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim

cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê..



gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin

ma rûkê xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy xezal

xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan

ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê

xezal biyan e oy xezal, xerîbî zor e oy cefa

belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e xezal



îro minê bala xwe didim çiyayê sîpanê xelatê berfê lêkir oy xezal

dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê

sala par heta van çaxana xezal ya min bû

sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..

xezala min biyan e

gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê



31.05.2013 04:06 | simurg56

2. stranbêjek kurd. (bnr: jin jiyan)



31.05.2013 04:07 | simurg56

3. navê straneke koma awazê çiya ye ku;

mûzîka wê ji 10 pûanan 10 distîne

strana wê ji 10 pûanan 10 distîne

klîba wê ji 10 pûanan 10 distîne

dîmena li saniyeya 4:48ê de ji 10 pûanan 1000 distîne.



06.07.2013 15:53 | simurg56

4. sewalek xweşik û bedew e. ji ber bedewî û şebabiya çavên wan di muzîk û hunera kurdi da gelki tê bikaranin



06.07.2013 16:33 | fuad hemedxan

5. strana ku şivan perwer dibêje û distire di eslê xwe de ya mihemed airfê cizîrî ye..

li ber dilê min şivan jî lê hê jî tu kesî bi qasê mihemed arifê cizîrî heqê vê stranê nedaye û ev çend xweş nestiraye..

fermo:



06.07.2013 23:13 | endazer

6. sewala xecê xemgîn kiriye û ji ber wê jî siyabend ji bo girtina wê pê ketiye û ji hedafê ketiye, xecê hewl daye wî xelas bike lê nekariye û wê jî xwe avetiye û her du jî mirine.

(bnr: siyabend û xecê)



06.07.2013 23:22 | azadixwaz

7. ne ew heywana ku bi kol û stirhê xwe bûye sebeba mirina siyabendê xecê ye.. ji xwe kol û stirhê feqîro an feqîrê jî nîn in..

ji bo qesas û qatilê siyamendê xecê (bnr: pezkûvî), (bnr: gakûvî)..



06.07.2013 23:29 | endazer

8. Li taxa pîra min hebû, xaltîya Xezalê...

Ji ber mezinbûna çavên jinên kurd, ev nav pir li wan tê...



18.07.2013 09:46 | keje bemal

9. stranek ji awazên çiya







18.07.2013 16:44 | filankes

10. navê romana nesîp tarim



18.07.2013 19:21 | cîncoqo

11. di hemû belgefîlmên national geographicê de çavê heywanên hov ên dinyanedîtî yên wekê çîta Û şêr û piling û gur û wawîkan lê ye.. feqîro/ê nikare tenê derkeve û bi dilekî rihet têhna xwe bişikîne..



li berriyên serengîtiyê, rojeke ji rojan, xezala feqîr hê ha'j bayê felekê nîne, hatiye ber çêm, têhna xwe bişikîne, pilingekî xwe di nav deviyan de veşartiye û xwe kar dike ku şÎva xwe ya êvarê derxîne..



06.06.2014 11:35 | endazer

12. Peyva ku Li devera Xarpêtê ji bo pelên daran a hişk bûyî tê bikar anîn. Ger ez şaş nebim navê hazal a keçan jî heman peyv e.



09.12.2022 11:41 ~11:42 | cinorek

13. gelek caran navê xezal bi gakûvî û pezkûvîyan tên tevlihevkirin. Belkî jî ev tenê ji bo min derbasdar e.* do bavê min dîsa li dokumentera heywanan mêze dikir. Heywanek derket. Min jê re pirsî, gelo ev xezal e. Got na ev gêyik e. Ajsjdk min got ez qurban Kurdiya wê tune ye? Hinek fikirî û got, wile ez zanim gêyik bi Tirkî ye, lê li hêla me tune ye, rebanên em ji kû zanibin. Bîstik din got ev ne pezkûvî ye jî. Xezal ji xwe belkî ji bizinê jî biçûk e. Îja pezkûvî hene, lê ew jî hema ji dola bizin û beran in, hewqasî ne mezin in. Got hela li ferhengê binêre. Wîkîferhengê pir alî min nekir û birûskek li hişê min ket û wêneyekê ansîklopediya zarokan ket ber çavê min. Îja di wê de gakûvî hebû ku wêne dişibiya heywanê dîmendera TV'yê. Bavê min got, niha bû. Wile rast e, ev dişibe gayan. Navekî xweş lê kirine.



31.10.2023 09:09 ~09:15 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xezalok û delalok

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî