Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 84 peyam
elî şerîetî - tirşik
elî şerîetî
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Civaknasê Faris.



24.07.2013 00:38 | baz21

2. ''Kurd sêwîyên ola îslamê ne'' elî şerîatî (ali şeriati)



24.07.2013 00:39 | baz21

3. Dibêje: ''Şaristanî jî erdnîgarîya Kurd çû ye Yewnan, ji Yewnan jî şaristanê li cîhanê belav bû ye.''



24.07.2013 00:41 | baz21

4. entelektûel û sosyologekê faris ê şîe ye.. di sala 1933an de li gundekî nêzî bajarê meşhedê yê îranê xwudê daye û di sala 1977an de jî li îngîlîstanê emrê xwudê kiriye anku hatiye kuştin..

jiyan û jînenîgarî:



Elî Şerîetî li malbateka ku dijbera modern kirina Şahê Îranê, yê ko ji fikrên mustafa kemal atatürk bandor ditî, derdikeve hatibû dinê. Ew di 1953an de wextê ko mihemed misadeq bi destên CIA ji erka xwe tê dûr xistin ew tevî tevgera berxwedana neteweyî dibe. Şerîetî dest bi perwerdebûna xwe li Meşhedê dike û heta ko dîploma xwe ya bo dereceya bakêlor (bnr: bachelor) li ser pedagojiyê bigire li wir dewam dike. Di sala 1955an de ku ji zanîngehê destûryar dibe şunda jî dewama beşdariya hareketên dijber dibe. Ji ber hindê ew di 1957an de bi 16 hevalên xweyên din ên endama Tevgera Berxwedana Neteweyî ve tê derdest kirin.

Ew di pê re bûrsekî qezenc dike û dihere Parîsê û li wir li sorbonne li ser sosyolojî û dîroka îslamê penç salan perwerdehiya xwe dewam dike û bi hilgirtina dereceya doktorayê re 1964an ji wir destûryar dibe. Li wir ew tevî gengeşiyên ser karl marx û sigmund freud, henri bergson, jean-paul sartre û camus, Kolonîzmê û emperyalîzmê, dema Şoreşa cezayîrê, dibe. Fikrên wî yên ko wî di nivîsên xwe de dinivîsandin bandorekê mezin li ser ronakbîrên Îranê ber dide. Wî di ramanên xwe de ji mihemed Îqbal û celaleddîn rûmî bandorekê mezin didîtîbû.

Ew di 1964an de vedigere Îranê, lê kengî ew vedigere wir di cî de tê derdest kirin û pê wextekê re tê berdan. Ew pê derketina xwey ji hepsê re li Zanîngeha Meşadê dest bi dersdanê dike. Ew dersên ko wî didan navbera telebayan de bandorekê mezin ber dide û nav wan de gelek navdar dibe. Pê ew dihere Tehranê û li wir dewama dersdanê, li Hiseynî Îrşadê dike li wir bêtir nav û deng dide. Pişt vê popularîteyê ew ji hêla savak tê binçavkirin. Ew û telebayên xwe gelek çaran tên derdestkirin. di 1974an de bo 18 mehan tê tecrîd kirin. Wextê ko ew di 20'ê adarê 1975an tê berdan, dersdan, civîn, weşandin bo wî tên qedexe kirin. SAVAKê her hereke û kirinên wî çavdêrî dikir. Elî Şerîetî bo van mercan bêzar dibe û ji Îranê derdikeve, dihere Îngîltereyê. Ji pê heftekê çûna wiya ÎngÎlterêyê re ew li bajare southamptonê tê kuştin. Her çiqas kuştina wî rind zelal nebûbû jî ew tê qebûl kirin ko ji hêla Savakê, rêxistina îstîxbarata Şah Riza bi dizî, hatiye kuştin..

berhemên wî:



Wî bi nivîs, konferans û fikrên xwe bandoreke mezin li ser tevgera Îranêyê dijbera Şah kiribû. Lê fikrên wî, paşpêkî Xomênî yên guherînên polîtîk, li ser guherînên sosyal an go civakî bilind dibûn. Ango Şerîatî şoreşeke civakî armanc dikir û diparast, Xomênî şoreşeka polîtîk diparast. Wî li ser civaknasiya îslamê gelek berhem pêk anîbûn. Li wan hin wiha ne;

* hec

* marxism and other western fallacies : an islamic critique (Marksîzm û gengeşiyên din ên rojava: Krîtikekê Îslamî )

* where shall we begin? (Divê ku em ji ku destpê bikin)

* elî

* a manifestation of self-reconstruction and reformation (Manîfestoyek bo xwe-ava kirin û reformasyon)

* expectations from the muslim woman (Bendewariyan ji jinên misliman)

* fatime fatime ye



24.07.2013 04:09 | endazer

5. ji weşanên hîvda iletişim wekî em bêjin rîsaleya wî hatiye derxistin. ên destê min de ev in:

li ser rêça îbrahîm(werger: murad pola/120 R./ kêfa min ji vê wergerê nehat)

çar zîndanên însan (WERGER: m. muhammed garsî FARQÎNÎ/55 R.)

tÊkÇÛna Îdealan(WERGER: ABDULAYê derwêş/ 132 r.)



ên din:

(bnr: dîn hember dîn)

(bnr: yek, li berê sifrên bêjimar)

(bnr: huseynê wêrisê adem)



13.01.2014 10:31 | biruya hayao miyazaki

6. feylezofê ku hê di 44 saliya xwe de hatiye kuştin. çiqas rast e nizanim lê tê gotin ku Jean-Paul Sartre derbarê wî de gotiye "ji tu dînan bawer nakim. lê ger min ji yekê bawer bikira, wê dînê alî şerîatî bûya"



13.01.2014 20:26 | simurg56

7. pirr kêfa min jê re tê min pênç şeş heb pirtûkÊn wî xwendine jê zanîn û zanyarî dibare ji bo ku mariv baş fêm bike divê guhÊn xwe û mÊjiyê xwe heta dawiyÊ vekirî bihêle tesbît û nirxandinÊn wî tekûz in hem di warê teoriyÊ de hem jî di warî pratîkê de wek şêr e xwedê cihê wî bihûşt bike de bÊjin amen!



14.01.2014 12:30 | ferhenga şikestî

8. Ey xweda

ji zanyarên me re berpirsyarî

ji gele me re zanistî

ji oldarên me re ol

ji bawermendên me re ronahî

ji rewşenbîrên me re îman

ji parêzkarên me re têgihiştin

ji têgihiştiyên me re parêzkarî

ji jinên me re hişmendî

ji zilamen me re rûmet

ji pîrên me re agahî

ji ciwanên me re asalet

ji mamosteyên me re eqîde

ji şagirtên me re eqîde

ji raketîyen me re hişyarî

ji hişyarên me re îrade

ji kevneparêzên me re tevger

ji bêdengên me re feryad

ji nivîskarên me re ewledarî

ji hunermendên me re derd

ji helbestvanên me re hişmendî

ji lêkolînerên me re armanc

ji peyamdêriyên me re heqîqet

ji hesidiyên me re şîfa

ji xweperestên me re însaf

ji hezkiriyên me re edeb

ji mezhebên me re wehdet

ji gelê me re xwenasîn

ji hemû gelê me re dilsozî

Xîret

Fedakarî

Şanaziya rizgarîyê

Û berziyê bibexşe..

Elî Şerîatî



13.03.2015 01:54 | quşxaneli

9. (bnr: ji hunermendên me re derd) *



13.03.2015 19:33 | simurg56

10. rewşenbîrekî faris e. bi fikrên xwe gelek bandor li ser xelkên rojhilatî navîn kiriye. îdaya wî ya li ser kurdan gelek belkêşe ku di wê îdayê de çavkaniya, şaristaniya yewnana ango şaristaniya nûjen ya emerîka kurdan dide nîşan ango şaristaniya kurdan a ku di navbera çemên firat û dijle ava kiribûn. dema ku pirtûkên wî wergerî tirkî dikin wergêr peyva kurd ji pirtûkên wî derxistine. lê belê piştî ku ew derkete holê; hinek kes derketin û gotin ku xwedê giravî dibêje şaristaniya kurd û tirka. dawiya virekan nayê.



04.04.2015 00:29 ~02:44 | subasi842

11. Pirtûkên wî weşanxaneya Fecr ê bi zimanekî gelek zelal û sivik hatîyê wêrgerandin.bixwînin bavo bixwînin cî yê kû hibr nerijê xwîn dirije



25.03.2016 13:39 | quşxaneli

12. Xwediyê vê gotinê ye:

Evîn, di nav behrê de xeniqîn e.
Lêbelê hez, di nav behrê de sobanî kirin/kavilandin e.



08.11.2016 22:47 | bûtîmar

13. Ne l'ser navê xwe, li ser navê Xwedê! Ne l'ser namê siyasetê, li ser namê heqîqetê!
---.___.---.___.---.___.---.___.---
Di vê çaxê de şirk çi dikê? Diçê cîhadê, fethên Îslamî dikê, mihrabê wê heye, mizgeftên mirêsdar çêdikê, di nav ev cameyan de ligel cemaetê nimêj dikê, Qur'an dixwînê, hemû aliman û qazîyan girêdayî wê ye û Pêxember(sav) wek parêzkarê û girisandin dayînê dînê xuya dikê. Lê hindurê wê şirk e.

Bi şirkê li zarê hal wek hogir xuya dike belam di eslê xwe de dijminbûyî û li ser xwe cilê teqwa wergirtî re têkoşîn kirin zor e, ew qas dijwar e ku, Hezretî Elî jî mexlûbî wê bûye.

-Elî Şerîetî...



12.12.2016 23:42 ~2016.12.13 07:56 | rûbar

14. Ew nivîkarê ku kadîr misiroglu ew li erdê dida.





13.12.2016 01:21 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» elî paksêreşt

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi felsefe oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî