Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hê şer e li vî milî - tirşik
hê şer e li vî milî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka helbestvanê rehmetî ya arjen arî ye..



''ji vê milê rabÛn

ji ser darên vî gelÎ

qumrÎ pev re firÎn

Û kevok çûne gilî

quling koç î koçber in

û çivîk li vî milî:

ev mil milkek e

milkek

wêran e aniha!





ev mil milkek e,wêran e aniha

li xweza ferman e, li me ferman e aniha!

ne çêre ma û çara me nema

miriyên xwe me hiştin,em hatin vî milî !







miriyên xwe me hiştin, hêsir me neanÎn

êşên xwe me tev kuştin,li ber kêlan me danîn

li ferhengê'm rûniştin , du peyv me jê deranîn :

yek jê berxwedan e,serhildan ya duyemÎn

me anÎn herdu bêje bi xwe re ji wî milî





ew mil milkek e ,

ku talan - weran e aniha!

kêzika geh berdane

kurmik li derya ne aniha!

koçberÎ têkçûn e , mirin jiyan e aniha

aniha berxwedan e , hê şer e li vî milî...''



24.07.2013 05:08 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2018
» şerê helîm yûsiv û firat cewerî
» vîrûsa koksakî
» milîtano

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî