Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 50 peyam
wergera bi peretî ya peyvên îngîlîzî - tirşik
wergera bi peretî ya peyvên îngîlîzî
(1) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. ji bo bi pêş xistina ferhenga îngîlîzî-kurdî ye.

weke hûn dizanin, ferhenga me ya îngîlîzî-kurdî, li ser înternetê ferhenga herî mezin ya îngîlîzî-kurdî ye. Here lînkê lê mixabin dîsa jî gelek qels e û pêdivî bi alîkariya herkesî heye.



ji bo ku herkes bikare alîkariya vê ferhenga gelek pêwist, me îro kampanyayek da destpêkirin. di destê me de nêzikî 30.000 peyvên îngîlîzî û wergera wan ya tirkî hebûn. niha ew peyv di danegeha me de barkirî ne.

dema hûn têketin rûpela me ya wergerê Here lînkê wê peyvek îngîlîzî û wergera wê ya tirkî derkeve pêşberî we. hûn dikarin wê wergera tirkî wergerînin kurdî û bişînin. ev wergera we, wê ji bo kontrolê here ber destê moderatoran.

piştî ku hat erêkirin jî wê were weşandin û wê li ser navê we were barkirin.



ji bo her peyvekê, tirşikvan wê 0.07 tl heq bikin. helbet ev pere gelek gelek kêm e lê jixwe armanc tenê motîvasyonek biçûk e û butçeya tirşikê encax evqas e.



dema mirov di tirşikê de di nav mijaran de bigere, wê ji 7 rûpelan rûpelekê de di binê hemû peyaman de jî paceya wergerandina van peyvan derkeve. weke mînak: Here lînkê



li gorî pêşniyarên tirşikvanan, em dikarin fonksiyonê û kampanyayê biguherînin.



rojanekirin: mirov êdî dikare hejmara wergerên xwe û pereyê ku jê qezenc kiriye, ji profîla xwe di rûpela îstatîstîkên wî/wê de bibîne:

weke mînak ya min: Here lînkê



06.03.2015 22:33 ~2015.03.07 16:49 | simurg56

2. fikreke baş û xweş e lê di nava xwe de çend guman û problem jî dihewîne..

ez bixwe bi îngîlizî nizanim, ên zanin dê ji min baştir vê meseleyê bizanibin, kesên îngîlîz-nezan nikarin wergerê bikin û heke li ser wergera tirkî wergerê bikin dê wê çaxê bibe wergera wergerê..

yanê reseniya zimên xira dibe û peyvên wergerandî li ser matiqa zimanê tirkî ava dibe..

qenebî mariv piçek hay ji îngîlîzî hebe ku bikaribe peyvan bide li ber hev dê baştir be



06.03.2015 23:10 ~23:53 | ferhenga şikestî

3. weke li jor jî hatiye gotin, wê bibe sedema wergera wergerê lê aniha ji bo me çareseriyek din tune.

ku mirov baş îngîlîzî nezane jî, di eslê xwe de gelek caran ji ravekirina wateyê, kêm zêde wate û mantiqa peyvê fêhm dike.

ji ber vê yekê ez bawer im wê dîsa jî ferhengek baş derkeve holê. jixwe, ji ber ku ferhengên li vir înteraktîf in, di pêşerojê de wê her werin rojanekirin û rastkirin. ji aliyê din ve di binê peyvan de cihê şîroveyan jî heye ku li vir wateya peyvan dikarin werin nîqaşkirin.



06.03.2015 23:17 | simurg56

4. weke ferhenga şikestî jî rave kiriye dê ferhengek ji tiştekî re nabe derkeve holê. ji bo wê ez dibêjim ger wateyê wan ên tirkî tune bin, yanî tenê peyvên îngîlîzî derkevin pêşiya me dê çêtir be. ger em dîrekt ji îngîlîzî wergerînin dê çêtir bibe.

(bnr: pêşniyar girîng e)*



06.03.2015 23:50 | mergehez

5. Yek ji ecêbiyên tirşikê ye. Lê tişteke din perê mirov li ku kom dibin? qene mirov hesabê xwe bizane. * pirsa din peyv tê, bin wê de qotiyek heye, di qotiyê de wateya wê ya tirkî dinivîse ê em ê wateya wê ya kurdî li ku binivîsin. Ber ya tirkî re dewam bikin an carekî bînin jêr wiha:



binivîsin ?



07.03.2015 14:02 | xendekî

6. kêmasiyeke mezin heye. min ji bo peyva shut pênaseke dirêj nivîsand û li bişkojka bişîne tikand. got pirsgirêk derket û peyva shut winda bû. ka ez ê çawa dîsa rastî wê peyvê bêm?

divê lêgerîna peyvan lê bê zêdekirin



ev derdikeve pêşiya meriv: problemek derket. koda çewtiyê:bslşksdb



07.03.2015 14:56 ~14:58 | mergehez

7. yên ku dixwazin wergerê bikin, wê li şûna wergera tirkî, wergera kurdî binivîsin û bişînin.



(ji kerema xwe re bila di nav wergerê de tenê tîp/herf û reqem hebin. ger na, çewtiya li jor wê derkeve)



07.03.2015 16:32 | simurg56

8. mirov êdî dikare hejmara wergerên xwe û pereyê ku jê qezenc kiriye, ji profîla xwe di rûpela îstatîstîkên wî/wê de bibîne:

weke mînak ya min: Here lînkê



07.03.2015 16:48 | simurg56

9. Wergera ku bi 2 peyvan ez jî beşdar bûm. Heta niha 0.14 tl berhev bûne di hesaba min de.

Gelo kengê û çawa dikarim perê xwe bistînim?



08.03.2015 10:10 | brusk56

10. kesên ku dixwazin pereyê xwe yê berhevbûyî bistînin (pişt ku bûha ji 20 tlyan derbas bû) dikarin daxwazek bişînin. wê demê wê were şandin.



08.03.2015 10:55 | simurg56

11. tişteke erênî ye lê belê ne hewce bû ku mirov ji bo 20-30 lîreyan serê xwe biêşîne.

ez bixwe engilîzî nizanim ji loma nikarim tev li xebatên wergerê bibim.

lê bi ya min ew pereyên ku ji wergerê tên bila ji aliyê sîmurg ve were komkirin û ji bo kobanê were şandin.

ji bo me belkî 20-30 lîre pereyê 2-3 pakêt cixare ye lê bi baweriya min dê ji bo kobanê bibe tişteke bi wate...



08.03.2015 23:21 | oxir

12. min jî îro dest bi vî karî dikir lê ez tenê peyvên ku ez wateya wan baş dizanim werdigerînim. divê herkes werê bike. mamosteyeke min heye, ku ez bikaribim wî îkna bikim ez û mamoste em ligel hev wergerînin ji bo hem hin zêdetir peyv were wergerandin hem jî wergêr hin rasttir bibe.



09.03.2015 13:22 | kurê xelkê

13. bi keda tirşikvanan vêga baş diçe. di wergeran de ji xeletiyan zêdetir hinek kêmasî çêdibin lê dîsa jî ber bi armanca xwe ve diçe. hejmara peyvên ferhenga îngîlîzî-kurdî ji 16 hezaran jî derbas kir.



09.03.2015 23:18 | simurg56

14. wergerên ku ez qasî wergera google guh nadimê ye. înşele wê her du jî biqedin *



10.03.2015 00:24 | berxweda

15. Li cihekî şaşiyê de, dibêje xeletiyek çêbû. Niha min fêm kir ji ber çi çêdibe. Gava mirov pêl "peyvek din wergerîne" bike peyvek nû tê, mirov wê peyva nû werdigerîne. Heta vir problem nîn e, lê gava mirov wê peyama nû diqedîne û pêl "bişîne" dike malper nû dibe û ew peyv qeyd nabe û dibêje xeletiyek çêbû. SIMURG Hawaar :*



10.03.2015 14:11 ~14:11 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergera binnivîsan
» peyvên tenê ji hêla renas jiyan ve tên gotin
» îngîlîzî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî