(4) (0) ecêb (0) (22) |
|
1. piraniya kurdan nizane lê li gorî rêzima kurdî di nivîsandinê de berî tîpên "h" û "y"yê ger tîpa "î" were, wisa nayê nivîsandin; tîpa " î " dibe " i ". |
|
2013.05.31-04:19 |
simurg56
![]() |
2. çewtiyek ew qas tê kirin e ku, demekê min ji xwe guman kir * min digot belkî ez xelet dizanim . |
|
2013.06.02-16:10 |
brusk56
![]() |
3. ez van tîpan nizanim :( |
|
2013.06.02-20:54 |
digor36
![]() |
4. dema ku beriya qertafên kelijandinê |
|
2013.07.22-13:43 |
berxêres
![]() |
5. Beqê ji shemarê gotiye tu bi chil lingên xwe chawa dans dikî, shemarê xwe shash kiriye. Beriya "y"ê "î" were tishtek jî nabe. Em barê xwe giran dikin. Fermo li alfabeya yewnana kevin binihêrin an jî li nexweshiya "obsesîs-komplesîf"ê binihêrin. |
|
2013.07.22-15:49 |
rojgar
![]() |
6. qeydeya ku divê nivîskar ji bo nezanîna xwe zêde xeman nexwin û neqehirin.. ji xwe evê qeydeyê jî di nav kurdînivîsan de hîn cihê xwe xweş nekiriye.. |
|
2013.07.22-18:01 |
endazer
![]() |
7. wele heyrana çavên we yên kesk û sor û zer. ez û çend hevalên xwe yên nivîskar, me biryar da ku çawa tê bilêvkirin, em ê wisa jî binivîsin. heke berî "y" û "h" yê "î" hewce ye, em ê "î"yê jî binivîsin. hayê min jî û hayê hevalên din jî ji vê qeydeyê heye, lê em di wê bawerîyê de ne ku, divê ziman neyê tengijandin. çawa tê gotin, wiha jî bê nivîsandin. yanî li gor dîtin û nêrîna van hevalên li jor agahî dane, ew pispor û em jî nezan an jî sêlek in. de bila wek we be, lê em jî têra xwe kurd in û bi kurdî zanin û em ji ya xwe jî danayên, vê jî zanibin hevalino! |
|
2013.07.22-18:15 |
devliken kelogiri
![]() |
8. pirê caran dema ji dêleva "î" yê ku tu "i" yê bi kar tînî, peyv xav derdikeve û ji wateya xwe dûr dikeve. Lewma jî çawa tê guhên mirov, divê wisa jî bê nivîsandin... |
|
2013.07.22-18:19 |
devliken kelogiri
![]() |
9. ji kerema xwe re, ka ji dêleva "mîh"ê, "mih" binivîsin û bixwînin. Bê wek hûn diparêzin, ji nav lêvên we ew dengê ku hûn dixwazin, derdikeve yan na? |
|
2013.07.22-18:24 |
devliken kelogiri
![]() |
10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin |
|
2013.08.18-12:00 |
elegez
![]() |
11. bila hevalên hêja bela xwe ji rexnekirina qaîdeyê zimanê kurdî berdin û baş hîn bibin du re rê nîşanî zimanzanan bidin, |
|
2013.08.18-23:19 |
azadixwaz
![]() |
12. li ser ve mijarê nakokî û nîqaş hene. |
|
2013.11.04-23:37 |
diljan
![]() |
14. gelek caran ez ketime vê xeletîyê. aha disa min xelet nivîs. de ka bila cara dawî be. |
|
2014.06.12-12:55 |
ciwanpiroz
![]() |
15. tîpa î ku berî tîpa h û y were dibe î! Weled weled weled! lê çima? welê kêfa min hat bila welê be. Tişta welê nabe divê mantiqê vî tiştî hebe ji bo mirov bike lê hema zimanzana tevlîhev kirine hinek welê dibên, hinek ji wulo dibên |
|
2015.07.18-05:32 |
babrisok
![]() |
16. ji bo girîng jî dibên divê hûn giring binivsînin lê sedema wê zelal nabêjin. Tişta dibêjin rayake wê ya ilmî nîne mixabin |
|
2015.07.18-05:34 [guhertin:2015.07.18 05:35]|
babrisok
![]() |
17. (bnr: kurdî de) |
|
2015.10.26-23:11 |
xwedaparêz
![]() |
18. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin |
|
2016.04.10-16:48 |
xwedaparêz
![]() |
19. eger tîpa "î" berî tîpên h û y bihata nivîsandin, disa dirêj dihat xwendin. lê, di telafûza wê de xeletî çêdibû. û herfê "y" û "h", herfê "i" di telafûzê kurdî de dikê mîna î. yanî, di kurdî de berî tîpên h û y nenivîsandina tîpa î, ji bo rastnivîs ya rastirîn e. |
|
2016.04.10-16:49 [guhertin:2016.04.10 16:49]|
xwedaparêz
![]() |
20. bi qasî ez zanim di kurmancî de ev tişt heye. mesela zazakî de tişteke wisa tune ye. |
|
2016.04.10-16:51 |
kurê xelkê
![]() |
![]() |
îtîrafên tirşikvanan [1] |
![]() |
peyvên xwedî nivîseke karîzmatîk [2] |
![]() |
pozê çeko [1] |
![]() |
polîsê baş polîsê xirab [1] |
![]() |
nanê xwe xistin nav tûrika yekî [1] |