Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
rojbaş roza - tirşik
rojbaş roza
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navdartirîn helbesta şairê kurd rojen barnas e..



''Rojbaş

Beyanî be xêr

Ez û tu

Bi çivîk-firê

Sê hezar kîlometre ji hevdû dûr

Lê, bi giyanî

Ji canê hev ji hev re nêziktir in.



Dengê min nagihîje te, dizanim

Di vê berdestî sibê

Di xewka şîrîn

Pêjnê

Hilîne

Ku bibêjime:

Di xewnê de rojbaş

Di xeyalê de beyanî be xêr.



Bi nermî çavên xwe veke

Tevzî li ser tavzîyê bi şîranî

Belav ke li canê xwe

Û bi giranî

Bi bîr bîne ku

Ev herikîna pêlên pêjnîn

Di ser bej û derya de

Bi milmilîn

Bi axîn

Derketiye.



Ev ne no-nûçe ye, metirse

Ev ragihîn

Ev dazanîn e, ji dilê min ve

Dilê min

Kaniya agir

Dilê min

Kevanê evîn.



Xarîta dinyayê veke li ber xwe

Li hêla bakurîn binihêre

Tê bibînî

Bejekî

Ku mîna nikulekî kêrr

Serejêrî atlantîkê biye

Serî,

Ji derya qeşemê gewr

Û dilê wê

Ji bêriya rojê dixewire

A...

ha !

Li wir e,

Hêlîna tenyayiya dilê min.



Gul li şaxê

Kulîlk di guliyê xwe de geştir e.

Ku ji avê derkeve

Masî dimire

Rast e,

Meriv meriv gotiye

Masî jî masî...

Em,

Ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk

- Bi çavek xwas

Gava lê bê nihêrtin-

Lê em jî

Ji hêlîna xwe ya çande-civakî

Ku dûrkevin

Ji wan gelek

Ne teveltirin.



Ez,

Ne şaxa hewrê

Ne şiva mêwê me

Ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve

Ji nû ve reh berdim di axê de.



Tu wisa

Bi çavekî xwas

Bi mantiqekî rût

Li sinê min menihêre.

Heriya min,

Di teşta çandekî mêjûyî de

Bi hezar salan

Hatiye hevîrkirin

Û ez hatime patin

Di hêtûna

Netewe-bûyîna

gelekî

kevintirîn

Û ez

Ji Zerduşt pîrtir

Ji sedsaleya xwe

Hêşîntirîn.



Biyanîtî dijwar e, Roza

Biyanîtî,

Kabûsekî har e, di ser sînga meriv de

Û tenêyî

Mîna dilopekî xwas

Li Okyanûsa Mezin

Bi serê xwe:

Bê windabûn,

Bê fetisîn

Jiyîn...



Ey tîhna di nav pêlên xwînê de!

Meqerime

Meqerise

Raneweste weşekî

Bifûre

Bikele

Meawiqînê gera xwe

Haya te

Ji te

Hebe.



Bo welatê xwe, ji welat dûr im

Bo welatê xwe cêlî û tenya

Bo welatê xwe,

Li van deveran tengezar im.



Ey olana heyvê

Ku niha

Leylana wê li Diclê

Li Firatê diîse

An mîna keçperiyek dileyize

Li ser deryaça Wanê

Û ey kevirên reşî Amedê

Ku niha

Li ber tava wê dibirise:

Hûn nizanin ku dilê min

Çawa bi we ve ye,

Bi bêriya we çawa davêje

Çawa dimerise

Ji weşê carek.



Rozayê!

Xweşkokê

Şîrînê

Hişazayê

Li pêş vêna min ronahî

Di şêna min de, serketina li xwezayê

Lê,

Bûka yekşevîn

Ku tevî zavê ranezayê:

Ramîse ji ber min ve

Bi çavên xwe î kesk î belek

Stêrkên me

Yek bi yek

Û derkeve pêrgîna Rojê

Bi sariya sibê

Bibêje :



- Ey dostê min î rabirdû

Mefera pêşbîra me!

Tê kengê bibişirî ji me re ?

Kengê bi me re

Derkevî serketinê ?



Roza!

Dilmiza, evîna min

Xweşî şahî bo te

Rojbaş

Beyanî be xêr. ''



24.07.2013 06:02 | endazer

2. mamoste rojen her bijî



11.01.2015 17:57 | tirşikçi

3.



20.07.2015 00:06 | ferhenga şikestî

4. Helbesta ku sibehê, dema mirov ji xewê şiyar dibe dixwaze guhdarî bikeee.



21.05.2016 22:47 | gulêê

5. helbesta bi dengê rojen barnas beden distine û dikeve nav xwîna mirov.
gelo çima ev deng û ev helbest li hev tê?

Deng ê Rojen e ne werrê *




20.01.2017 21:17 ~2017.01.21 00:11 | berxweda

6. helbesta berê min gelek dixwend. ya rastî min hemî helbestên rojen barnas dixwend gelek ji wan jî jiber kirbû. belê min wê pirtûkê li kû hişt? û pirtûkên dî... vê beyanîyê ev hebest hat bîra min. li gel wê aqûbeta pirtûkan û tiştên dî...

"ez û tu
bi çivîk-firê
sê hezar kîlometre ji hevdû dûr
lê, bi giyanî
ji canê hev ji hev re nêziktir in."



15.03.2020 07:48 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojbaş tirşik
» roza erîzîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî