18. Ez niha li ser bahre ji xwe ra grava difikrim;ji bo hinek aramî,dilxweşî û hêvî |
|
03.05.2015 09:42 |
newenda
|
19. Rojnivîskeke vekirî ye. |
|
03.05.2015 10:07 |
azadixwaz
|
20. ez diranxarê mala Fetîyê Silo, belqitîyê gundê tirşikxwazan im. her tiştî bêpar im hîç hêvîdar nînim ku, rojekî ez ê bikaribim bejim dinêyo gidî min xêr ji te dît. min xêr ji te nedîtî erê welle. te dîsa îro efsenetî, kuçiktî, paletî, koletî hemî xist para min. |
|
03.05.2015 19:08 |
sîyaûyê bekirî
|
21. hey rojnivîska kaxizqediyayî! erê tu! ji te re dibêm |
|
03.05.2015 19:58 |
ferhenga şikestî
|
22. rojnivîska min û bê xêr û bereket ya kû min ti quzzulkurt jê fehm nekir o ya kû ewê nê edîtkirin rojek din. min pênûsa xwe bi deva tûjkirîye ji bû xatirê te wekî heroj disa nivîsinim gemarî dikim rûpelek din jî ji linûska xwe û te min gemirand wekî êliha gemarok ya kû bi erdoğan qirêjî bûye herê rojnivîska minî kû ez belakî pira ketime ev roj jî ji emrê te û tirşikvana çû ne ji yê shorbevana tê fehm kir rojnivîska minî ser hişk ez ji tere dibêjim rojnivîska bereday. |
|
03.05.2015 21:21 |
shorbevan
|
23. merheba rojnivisk ! ew çend roje min nenivisiye nizanim,birkir min. |
|
04.05.2015 03:22 |
baynu
|
24. merhaba ji te re xemxûra min a qedîm.. |
|
29.05.2015 21:02 |
ferhenga şikestî
|
25. doh li antalya li nexweşxaneyê dema min nexwşekî mûayene dikir. bavê nexweş got em ji kurdistanê tên. ez bi şaşwazî mam û min li wan nerî. piştî piçekî em bi hev re peyivîn, min fahm kir texmîna min a ku ew kurd in şaş e. dê û bavê lêwîk ji ankara û antalya bûn û di ser de jî her du jî tirk bûn. gotin em li dihokê dijîn. welhasil min fahm kir ku ew jî nêzîkî kurdan bûne, belkî bûbin dostê kurdan jî nizanim. |
|
14.07.2015 12:07 |
berxweda
|
26. silav rojnivîskê! ev cara ewil e ji bo te dinivîsim. nizanim çima dinivîsim, belkî êdî tiştek nema em binivîsin û bêjin, belkî êdî fihêt dikin biaxivim hatim ber deriyê te. dibêjin her tişt hal dibe, erê baba, her tişt hal dibe lê ev meseleya kurdistanê çima hal nabe? niha her tişt serobino bûye rojnivîskê. li rojava şer e, şerê daîş û cengaweran şêrên deştê ypgê ye, her ku ypg pêşve diçe dewleta tirk dixwaze xira bike, planên kûr dike (belkî ne kûr be, planên rojqedên bin) lê rihet nasekine, niha tenê ji rojava hin xeberên xweş tên, li gor agahiyên duh heseke ji daîşê hatiye paqijkirin, şervanan qira wan ji nav hesekê rakiriye. lê li bakur rewş ne wisa rojnivîskê, her tişt tevlîhev bûye, piştî hilbijartinan wî devbigûyî devê xwe xira kir û pêvajo jî rakir, got pirsgirêka kurd nîn e, lihevhatin pêvajo tiştek tune ye, piştî van gotinên wî leşkerên wî çiyayên kurdistanê dan ber agir, du hefteyan sax her roj li deverekî agir bi çiyayên te ket rojnivîskê (bnr: şewitandina daristanên kurdistanê), dûvre li sirûcê bombe dan teqandin, dûvre dest bi destgîrkirinan kirin û dest bi bombebarandinê kirin, va hefteyeke bi firokeyên cengî f16yan qendîl û çiyayên kurdistanê didin ber bombeyan û duh sivîl qetilkirin, 8 welatiyên başûrê kurdistanê ji aliyê firokeyên cengî yên tirkan ve hate kuştin, erê dîsa, ez zanim tu dibêjî -vana hê heyfa solînê û malbta wê neda, erê carek din gundî insanên sivîl qetilkirin. li başûr qrîza aborî, siyaseteke dubendî heye, pdk êrîşên artêşa tirk mafdar dibîne ynk û goran dibêje bila derhal bisekine, yek dibêje bila pkk ji başûrê kurdistanê derkeve, yên bakur jî bi reşkirineke dehşet êrîşî pdkê dike, pdk jî eynî wisa reşkirinê dike. rojhilat kerr e, a rast li benda teqanekî ye. herroj cinazeyên şehîdên kurdistanê li bajarên kurdistanê belav dibin, dewleta tirk nahêle 13 meytên şehîdên rojava werin malên xwe binax bibin. yanî tu dîbînî rewş malwêranî ye, ne tişteke din e. belkî ji ber wê kes nayê li ba te nanivîse tirşikê. |
|
02.08.2015 20:58 |
xendekî
|
27. silav tirşik. ev çend meh in ez dixwazim dest bi şixulê tusê bikim lê nebû nisîb. hela a van rojên dawîyê rewşa welat be a berê çi ye? |
|
11.09.2015 23:41 |
berxweda
|
28. rojnivîska hêja! |
|
11.09.2015 23:43 |
dijber
|
29. rojbaş tirşikê! |
|
11.11.2015 09:03 |
xendekî
|
30. rojeka bi nîvro bûye şeveq seet bû dozdeh hêna gêjê xewême û rewşa farqînê û kurdîstana bakur ji bîra min naçe û hingî diçe fikra min xera dibe ez bi pkkê û bêdengîya barzanî jî dibehecim.. ez dibêjim ezê bi şev derêm derva sed dused heb erebe bi şewitînim an du teneke tîner bibim roja înîyê xwe di camîyekîda bişewitînim.. çavê xwe li bombeyên desta digerînim nabînim niha ez dibêjim ezê karê pkkê bidim ser milê xwe lê tiştek ku ez pê çalakîya li darbixim tune wekî tivinga rûs roja lazime valaye an nateqe anjî li hev siwardike û ji kerema xwera bira di cîhê pirtûkande duheb bombe werin ewê pir qenc çêbibe. |
|
11.11.2015 12:20 |
shorbevan
|
31. ezê vêca bê silav bikevim hundirê dilê te yê nekaxizî, wek ku mirîşkek dikeve koxekê. |
|
11.11.2015 12:41 ~12:47 |
ferhenga şikestî
|
32. Şeva te bi xêr tirşikê. Weke tu jî zane ev mehek bûye ez hatime welat. Ji cerfa ez hatime welat ez fanatîktiyeke bê fikir dibînim. Kes naxwaze bifikire ê difikirin jî ji bo sûda îdeolojiya xwe difikirin. Ji ber wê ye ez li welat nema dixwazim bipeyivim. |
|
07.12.2015 01:38 |
berxweda
|
33. silav û kilav.. |
|
07.01.2016 20:13 |
ferhenga şikestî
|
34. gavek l'min ma, ez dev j'her tiştî berdim. her tişt min hêrs dike. serê min gêj dibe. |
|
07.01.2016 22:01 |
biruya hayao miyazaki
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |