59. pêkan e ku tişteke nexweş were serê te loma weke li jor hatî gotin divê tu demildest tiştna bikî. îxbar kirina egmê niha aktîf dişixwile loma tu tiştên li jor çiqasî bi lez bikî ewqas baş e. weke din di telefon û komputera tede çi tiştê dibe ku weke delîl bê bikar anîn demildest paqij bike. çiqas şifreyên te yên li telefon û komputerêde heyî paqij bike, bila otomatîk nekeve tu tiştî. dîroka kom û peyamên xwe yên whatsapp û peyaman kontrol bike, tişteke xeternak hebe hemuyan paqij bike. ku parve kirinên te têrê neke jî wê piştî girtina te tiştna ji telefon û komputera te û malbata te peyda bikin. van tiştan li malbata xwe jî bide kirin. xwedê bike tişteke nebe, ku nebe sedem ew e ku te wextêde wan tiştan kiriye, ne ku pê neketine. |
|
28.08.2016 13:58 |
azadixwaz
|
60. hevalê mijdar hê jî van tiştê diqewimin dibêqey henek dibîne wisa wêreke navê xwe yê rastî bikartîne û propagandaya pkkê dike.. îro dem ne dema wêrekbûnêye meriv xêra bavê xwe çemû çem diçe, divê meriv aşkere nebêje ez kurdim, fetome... jixwe nehewceye jî divê tam tersê wî meriv xwe wekî wan nîşanbide û meriv li serpişta wan nanê xwe bixwe, hetanî hinek rewş aram dibe anjî ji binî xerab dibe.... werhasil hevalê mijdar wekî simurg56 jî gotiye kombers û telefonên xwe yê te li serê hesabê tiwitter û facebookê bikarhaniye ji holê rake, veşêre dema ku tişt bû hatin bibêje hesab fakeye/sexteye, an înkar bike bibêje montaje, ligorî zagonên wan te li ser sûc girtin jî divê teqez tu li xwe daneynî dibe ku ceza tunebe lê berî wî divê meriv nekebe destê wan qanûnên wan ew çewa bixwazin wisaye bigrin bigrin, bikujin bikujin.. ji derdora xwere bibêje(navê xwe yê rastî ji simurg56re bibêje) dema tu hatî girtin bibêje berpirsiyar evin dema haya kesî ji girtina meriv tunebe serê meriv hindadikin û dibêjin me wî nebiriye.. ezê bibêjim ger yê hevalê mijdar rewş zêde cidîbe bira xwe veşêre nede dest(here welatek din: Kurdistana Başûr), lê miro dibistan jî dixweyne, divê bilez here di akpyêde bibe endam û bibêje jiber ez akpyîme cemaetê li min gilîkiriye Wêneyên wan montajin... herwiha hewqas tirs bese ji mijdare hêjare, xwedê neke dema ku bê girtin teroru ovmekten ewê hinek dihebsêde bimîne ewê bi savar hinek qelew bibe * |
|
28.08.2016 21:16 |
shorbevan
|
61. (bnr: we hundirê lawik qetand bes) * |
|
28.08.2016 21:23 |
biaqila malê
|
62. dil bêhedan e, bêhedar e, dil bêhal e lê rojnivîskê! |
|
06.09.2016 12:42 |
xendekî
|
63. Eva hefteyek e bû çar şev, jineke ru spî, por qehweyî û bedew tê xewa min bi dengekî nerm va ji min re hine tişta dibêje lê ez tu tiştekî fehm nakim :( tenê ez fehm dikim dibêje min da were. |
|
08.09.2016 23:08 |
bûtîmar
|
64. dûh mêvanekî min ji wanê hebû. camer ev weke sal û nîveke li antalyayê di otêlan de mîna kafiran dixebite. ji xwe re nikare du quriş pere jî berhev bike. lê hatiye ji min re dibêje "ben doğuda yaşayamam, doğuda hiç bir şey yok". yanê "ez nikarim li van deran bijîm, li van deran qet tiştek tuneye". wê demê şêytîn ji min re got "kure pehînekê lê bixe, sîktir bike bila bicehime here". lê paşê min dîsa nalet anî û mevanperweriya xwe kir. |
|
09.09.2016 10:50 |
nazim tolhildan
|
65. rojbaş rojnivîskê |
|
23.10.2016 11:21 |
xendekî
|
66. Şevbaş rojnivîskê! |
|
23.10.2016 23:20 |
azadixwaz
|
67. wey rojnivîskê, me go merheba? |
|
23.10.2016 23:40 |
berxweda
|
68. waa rojnivîskê, min got ka ez slavekê bidime te. lê mixabin ez bikêr nehatim kû tişteki rast binivîsim. min tevlîhev kir û dev jê berda. ji bo wilo nehêjaye werê xwendin jî , lê dîse va ez ji bo xwe parve dikim, ne ji bo xwendinê. evîndarî jî zîndaneke ku fikr û raman, mêjî û dil têde tê asêkirin û fetisandin. çav kor dibe, guh jî kerr dibe. mirov dibe qereçiyê xeyaleke dûr û mij. însaneke biçûk weke çîyayekî mezin û gewr dibe, tu jî bi rizaya xwe dibe seyê biska pora wê. heyf û heyf. -hal ew e ku ; ne ew wilqasî mezin e, ne jî tu wilo biçûk î. tu ne reşê reş î, ew jî ne spîya spî ye. . -na loo , ev nivîsên wisa ne li gorî min in. ez kîîî, xweşgotina karên dil kî. -ev çi hale vêca kuro , de raze. dev ji îşên boş û belaş berde. -ez jî nizanim wela. serê min tevlîhev bû ye. -ma çiqasî xerîb e ku ... -min dîîîît...... withdrawal syndrome. erê erê ev e. -di nav xemgînî û bê dengiyê de ev çi qîr û qîrîn e. ev çi qiyamet e. -peyv difirin, qîr xwe soba dikin, noqa diavêjin. hêvî kirasê min bû... -nîvê wêne reş e , nîvî jî spî ye. -av zelal, xwîn sor e -xwê şor, şekir şêrîn e. -çûk difire, gulîlk bêhnê divedê -schoole, schûl, schule -gelo we jî biçûçikayî nanê ava bacana dixwar? |
|
24.10.2016 01:56 ~2016.10.25 16:11 |
gumgumok
|
69. dilê min ar girtiye û şevtiye. wallahî tû nizanî. |
|
28.10.2016 05:55 |
cinorek
|
70. silav rojnivîska delalî |
|
31.10.2016 17:13 |
xendekî
|
71. Ev ji heyvek û nîvê zêdetire ez li amedê me... |
|
01.11.2016 15:05 ~15:06 |
mijdar
|
74. duh min di facebooka xwe de lîsteya kesên ku daxwaza hevaltiyê ji min re şandine nêrî. tê de mirovek hebû ku qet hevalên me yên hevpar tunebûn û min nas jî nekir. lê min mereq kir û profîla wî nêrî. mêrik li stenbolê di lîseya eyüpê de mamoste bû. paşê hate bîra min ku berî 12 salan di lîseya eyüpê de salekê ketibû dersa me ya matematîkê. min ew nas nekir lê wî ez nas kiribûm. min jê re peyam şand: "mamoste 12 sal derbas bûn, te çawa ez ji bîr nekirim?". wî got: "hin xwendekar hene ku qet nayên ji bîr kirin"* bi rastî pir xweşa min çû kêfxweş bûm. |
|
13.11.2016 14:28 |
nazim tolhildan
|
75. duh tiştek ecêb hat serê min; |
|
24.11.2016 19:34 ~19:35 |
simurg56
|
76. îro ji bo hevdîtina kar (employment interviewing, iş görüşmesi), çûm fabrîqeyekî. di hevdîtinê de xanima di departmana human resources (insan kaynakları, departmana ku karkeran digire kar) ji min pirsî tu bi erebî jî zanî, min got na, lê ya rastî dema ez biçûk ligel dibistana seretayî û ya navîn ez diçûm medreseyê jî û li wir nêzikê 5 salan min dersa serf û nehwê jî xwendiye (yanî gramera erebî) lê ji ber ku di ser re nêzî 15 sal borîbûn û ez hîç bi ser de neçûbûm û lê nexebitîbûm, min ji ser guhê xwe re avêjt, xwe le nekir xweyî û got nizanim. |
|
25.11.2016 04:20 ~04:25 |
endazer
|
77. Cer |
|
25.11.2016 19:38 |
simurg56
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |