Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

78. Wê rojê cara yekem min bi binnivîska kurdî fîlmek temașe kir. Ez çawa bêjim... Ta'ma wê gelekî xweș bû. Zarokatiya min hate bîra min.



10.12.2016 09:09 | gumgumok

79. carê min dixwest bibime hackerekî bikêrhatî. Lê mixabin Niha bi tiliyan li tîpêk klavyayê digerim.

Erê erê felekê xayînê...



25.12.2016 13:10 | gumgumok

80. bûm tirşikvan * pir şad û biheyecan im. hêvîdar im ku li vê ferhenga interaktîfa kurdî ez zimanê bav û kalan ê min azadane bi kar bînim. ev ji bo min tiştekî pir muhim e.



26.12.2016 00:22 ~22:38 | heyf

81. niveşeveke li amedê ye niha. derve dengê bombe û çekan tê.. kî dizane aniha xwîna kê diherike..

îro ez li nav sûrê digeriyam, nişkava dengê gumîna bombeyekî hat. milet çavên hev nihêrîn du-sê deqeyan.. Û paşê qey tê bêjî ti tişte nebûye berdewam kirin.

-abê werne sêva! Werne sêva

min milê qoçixê xwe bêhn kir. Hê jî bêhna xwînê lê dihat!
erê bêhna xwîna merivan.
duh ez û hevalekî xwe em dîsa li nav sûrê digeriyan, em ê biçûna mala dengbêjan, me dêna xwe day du mêr lihevdixin.
sê-çar jin li wir bûn lê kinnedikirin nikaribûn wana li hev veqetînin.
De neyse em ketine navçitîyê û me ewna li hev dûr xistin.
netika yekî diriyabû û wek kaniyekî xwîn divîzikî.
min ser û çiyê xwe nihêrî ev çi bû!
kincên min serî heta binî di xwînê de mane.
xwîna wî mêrikî rijiyaye li ser kincên min.

wan jinan de yekî gazî me kir û em çûn hindirê malê da ku em kincên xwe paqij bikin.
maleke feqîr bû. Hevalê min destê xwe çawa avîte kaniyê! kanî wek borîyeke mezin a teqiyayî av li ser min da vîzikand.
ez di nav xwîn û avê de mam.
em çûne cîhekî din, min xwe ziha kir vs vs..

min montê xwe du caran şûşt lê hê jî bêhna xwînê lê tê. ew bêhn ev bêhn e.
ez duh va dibêjim wey bêhna xwînê li hemû diyarbekirê têt.
ji xwe ma ne wisa ye?
li her derî merivên biûnîforma! Bêhna xwînê ji wan tê.
bêhna xwînê ji awirên wan tê.

erê! ezê dîsa nefeseke mezi kaşê cegerên xwe bikim û bêjim: nizanim yaw.


îşev:
Îşev dîsa li ser înterkostala min re hesteke xerîb xwe diçirisîne li nav dilê min.
ev dinya birastî jî bêbext e.
ez wek zarokekî pêşeroja wî tarî me li nav mêrgeyên şevtariyan de.
bêpar im, li ser qirarê dilê xwe yê par im.
hine caran dîn im, hine caran kêmaqil.
carna zarok im li nav xeyaleke spî de.
carna jî aqil kemal im hemberî cahilan.
Lê îşev dîsa birayê bêpar im.
nexşeya welêt bûye sed parî lê parek nabe para me kurdan!
hez û evînî bûye milyon parî û li dinyayê belav bûye.
lê parek nabe para vî gelî!
...
ez murekkebek bim, li ser sîpanê wek nivîseke azad werim nivîsandin û berfa sîpanê li ser min de bihele û min li vê dinyayê biheşibîne û biçirisîne nav axê.
An mirineke wisa nemumkun e?

bes e yaw ez westiyam.
dibe ku ez qet neçibûme li wî bajarî...



11.01.2017 00:48 | bûtîmar

82. Ka werin tirșikvano ka werin. Cihê xwe xweș bikin û çayeke kaçax dagirin, bihisênin:

Pêrar keçikikê li ser facebookê peyamek șiyand ku ez dixwazim tibê bixwînim û hinek agahîyê derheqê bijîșkiyê bistênim. Min got baș e, kerem bike. Wê salê îlahiyat standibû lê dixwest dise bikeve ezmûnê û tibê bixwîne. Gelek caran bi vê awayê pirs dikirin. Werhasil hêdî hêdî em bůne heval. Ida ji xeynî dersan me behsa gelek tiștan dikir. Birastî jî hevaleke baș bû. Yeke nimêjker bû jî, pêçayî bû jixwidêtirs bû. Bi peyaman hevaltiya me dimeșî. Salekê du salan wisa dewam kir. Piștî wextekî Êdî min fêhm kir kû hêdî hêdî meyla xwe daye ser hêstên evîndarî,lê bilêv nedikir. Ji xwe min jî ew rê, jê re nedivekir. An jî min vekirbê jî ez ne bi wê niyetê bûm. Min ne dixwest ku têkiliyeke wisa dest pê bike. Carinan min xwe jê dûr jî dikir.

Werhasil piștî hilbijartinê bi henekî pirsî got ma te raya xwe daye kê. Min bersiv da. (ew cara yekem bû ku me behsa siyasetê kir)

Pirsa wê sê peyv dihewand, bersiva min sê tîp dihewand. Ji min bawer nekir. Dîse pirsî, min dîse ew bersiv da. Dîse pirsı...

Piștî ku fêhm kir ku ez ji dil rast dibêjim, dîn û har bû. Çavên xwe miç kir, devê xwe vekir û da ber sêf û xeberan. Tê bê qey hemû fitne û fesadiya tirkî ji bin serê min derketiye, tiștek nema ku ne gote min. Xwe winda kir. Ew keçika hirr û mûnîs winda bû, yekê xwe windakirî hatibû.

Min ji xwe re got, ji bona xatirê hevaltiya salekê ez devê xwe jî navekim. û min gotiyê oxira te ya xêrê be. Wê got " ez duayên te jî naxwazim."

Erê erê pirs sê peyv, bersiv sê tîp û qutbûn ew qutbûn.

Fesuphanallah, ma çiqas însanên bê heqıqet hene, ma çiqas siyaset çavên xelkê korr dike, welew kî mirovne baș jî bin. Halbûkî însanê hêja hêjaye. Qedr û qîmet ne li gorî rayekê û siyasetê ye. Birastî jî însan gelekî nankor in. Bêdewletin. Tiștên hêja belaș difiroșin. Mișteriyên tiștên belaș û bêqîmetin. Elmasekî bi heqê camekê difiroșin. Em însan Pir xafilin. Heyf û sed carî heyf.



30.01.2017 20:42 ~20:53 | gumgumok

83. ev çend car in tiştek wisa tê serê min;;

dema gelek keyfa nexweşek ji min re were duayan ji min re dike û paşê serê van duayên wan digihin dewletê jî. wê demê nizanim çi bibêjim.
duh bi şev, apseya nexweşek gelek xerab bû û dinaliya. piştî ku wî wextê şevê ez ji mal çûm û min apseya wî vala kir, rihet bû û got "xwedê ji te razî be" min jî got "spas. ji te jî razî be" paşê got "binêre li vê nimeta xwedê" (yanî vî wextê şevê, rihetbûna wî) û dewam kir "xwedê ji dewleta me jî razî me". dema wisa got, min xwe kir kir û tiştek negot. ew jî sekinî paşê got "xoce tu ji ku yî?" min got "sêrt" û êdî wî jî min jî dengê xwe nekir.



13.02.2017 20:02 | simurg56

84. * gelek caran biryar pir hêsan e. Lê dema ku biryar dikin ku werin cih, Tirsek dikeve dilê yekî de. Heke ez xelet bim? Heke ew der bikêrî min newê? Heke ez bikevime rêyeke șaș? Heke ez poșman bibim?

* bêbiryarî zor e wela. û ez niha nizanim di derheqê mijarekê de çi bikim. Xwezî bi awayekê dilê min safî û zelal bûbana. Da ku bêhna min fireh bibe.



13.02.2017 22:16 | gumgumok

85. Şeveke birakuj e
bira bira dikuj e
ewên hun dikujin bira ye bira!
teraziya dilê min xera bû yaw!
zilma neyaran ne besî me ye îcar em hevdu ra jêhatî bûne!
her kesî tawanbarek dîtiye û wî aliyê din sûcdar dike.
nîvekî me xwe bi tirkî diparêze, dawa azadiyê dike..
nîvekî me pişta xwe farisan ve, nîvekî me rûsan ve girê dide.

ey welat!
tu çima deng nakî?
axa me xwîna sor,
çavên me ji heqîqetê re kor,
dilên me mifteya bindestiyê ve zirze bûye.


hêlek min bibe par
hêlek min bibe sar
hêlek min bibe ar
star nabim ji te
ey welat!
me bisitirîne
me bisitirîne
me bisoje jî
lê idî bisitirîne!



03.03.2017 23:52 | bûtîmar

86. weke hergavî boş û beredayî ye. Dîsa jî derbas dibe.



04.03.2017 23:27 | mircembeli

87. Xelkê silêmanî birastî jî camêr in. Qedr û qîmetên mêhvanan zor digirin.

Rojekê li silêmanî li mêhvandariyê bûm. bû behsa soranî û Kurmancî. Min jî behsa Kurmancî dikir. Werhasil nizanim ji bo çi bû, min jî Mînak da :

- ker û kêr, du peyvên cuda ne. E û ê....
+ ( hemû pevre kenîn)
- ker û kêr?
+ ( dise hemû kenîn)
-ker? Kêr?!
( law ev ji bo çi dikenin vêga!)

Hevalekî soran û Kurmancîaxev dikenî û hate cem min, tiliya xwe rakir û hêdîka got :
- kuro wateya "kêr " di soranî de "kîr e".
Waweylê! Eybiya reșê!

-?
- îda em tevde kenîn. Kenê wan sekinî lê ez hê jî dikenîm *



05.03.2017 11:22 | gumgumok

88. Silav rojnivîska birçî. Iro ev sê care ku ez wateya a dinivîsim û pêl bișkoka bișîne dikim, lê mixabin her carekê tirșik min ji tirsik.net'ê tavêjê der. Îda ez dîse têketinê dikim lê dîse heman pirsgrêk dûbare dike.

Gelo berî referAndûmê tirșik min hișyae dike *

Not: a : erê ,, belê, erênî. Dijwateya na



31.03.2017 16:48 ~19:46 | gumgumok

89. Rojnivîska delal , ev cara ewiliye ez ji te re dinivîsim. Ne baş im rojnivîsk. Beecîm , betilîm , dilê min diêşe. Ez zanim kî bêje çi ev êşa min kêm nabe. Tu gotin nikare ji derdê min re bibe derman. Hey şeva me ne baş e bila ya te baş be. Bi xatirê te rojnivîsk.



10.05.2017 00:46 | biaqila malê

90. Merhaba rojnivîsko,
Me îşev twitter tirşikand, her der bû tirşik.
Me dîsa li taga #NavêFîlmanBiTirşikêBiguherîne nivîsî. * pirr kêfxweş bûm. û bi xatrê te! *



10.05.2017 01:51 | xwelî li ser

91. wê rojê ez gavên bi lez va di nav çarsiyê da dimeşîyam, rojnivîsk hate bîra min. Mi go erê, jiyana min a bêhest û sar û xar da tişteke qeydkirinê tine ye.
Lê eva sê roj e bûyerek çêbû îro dibe nesîb ku binivîsim.

sê roj ewil sibêzû wek hero ez dîsa diçûme kar, di nav aveke piçûk û genî da masiyek diçû-dihat.
Ez şaş mam. Pêşîyê min go qey xewn e an jî xeyal e. Lê na! kûrahiya ava genî herî zêde 9-10 cm bû. Ev kortika şûna tekerên wesayîta va çêbibû. Êvarê jî şilî barîbû av têda kom bibû.
Lê masî kû hatibû gelo?
Masiyeke mezin û gewr bû.

ez şaş mam û min masî seyr kir.
masiyê ferq kir ku ez sekinîme wê temaşe dikim, ewa jî qederekî sekinî paşê dîsa çû-hat xwe di nav ava genî da çeliqand.
min destê xwe va çavên xwe givaşt lê na masî birastî jî masî bû û li wir bû.
gelo ev mesî ji kû hatibû vira? An kê/î anîbû danîbû nava vê ova genî? helbet însanekî eva anîbû xistibû nava vê avê. Lê çima?

dilê min ra derbas bû min go ez ê wê masiyê wira derxim û biherim bavêjime nava çemekî.
Lê min wisa nekir. Mi pişta xwe da masiyê û ez çûme kar.

Ew roja heta êvarê ew mesîya hişê min da bû.
Ez êvarê kar derketim wira ra derbas bûm lê mesî wira tunebû, av jî kêm bibû.
Jixwe eger wesayîtekî wira ra derbas bibûya tiştekê bihata serê wê.
dilê min ji bo masiyê şewitî. Min dikaribû ew masî bibira bavêta nav aveke mezin, şolî û temîz.
Lê min nekir.

dibe kû ew masî ez bixwe bim jî.
Di dinyayeke şolî da ......................

Lê ku masî avê derkeve wê bimire.
Lê ku masî avê derketa wê bimirîya..



07.06.2017 00:01 ~00:13 | bûtîmar

92. Hevaleke min Mehmet, erzînganê beşa mamostetîya zanistên civakî xilas kir atamayê wî çênebubu ev sal çend meha mamostetîya peretî kir piştî hingê bi hatina polêsan a ser mala wan de neçar ma çu eskerîyê , piştî hingê xêr û silamet ji eskerîyê vegerîya hate mala xwe.
min îsal meha remezanê 3 hevalêt xwe ku nav de Mehmet jî hebu gazî fitarê kir piştî fitarê behsa eskerîyê rezîlî û gemarîya wêrê kir hinek şîreta li me kir çêr û nifir eskerîya mecburî ya tirka kir çayê xwe vexwar tevlî heneka bu, ser îslamê û ser sîyaseta kurdîstanê axift carna jî guhê xwe da axaftinêt me dûre dema rabûnê jî spasîya xwe kir û gel her du hevalên dî ew jî rabu çu mala xwe. Ha min bîra kir binîvîsim Mihemed 28 salî bu dayîka wî salek berê niha emrê xwedê kir( xwedê cihê wê bike biheşt) feqîro pir li ber mirina dayîka xwe kevtibu. 5 roj berê ez û xanima xwe nava parkorman ê rêvediçun mihemed li gel her du hevalên dî rûnîştîbun erdî dendik dixwarin wê navberê me ji dûr ve silav da hev bi telefînê hevdu re me axift hal û rewşa hev pirsî paşî mihemed gazî me kir got werin hûn jî dendik bixwin me spas kir û ji ber ku karekê me hebu me neşîya em herin ba wan me ji wan xatir xwast em çun.

Îro danê nîvro min telefînek vekir bo hevalekî min halê wî pirsî ew jî got ez nav şîna pismamê bavê xwe me min jî dua kir û cihê şînê jê pirsî
Û hevalê min cih tarîf kir û wiha got
" Bira Mihemed jî rehmet kir..."

Min ewil got belkî nasekî mihemed emrê xwedê kirîye min nava otobûsê qêrîn kir çîyê wî ye? çawa mirîye? Çima mirîye? kengî mirîye? Pirs li dû hev ketin axirî min xebera reş girt "Mihemed emrê xwedê kirîbu" çi nexweşîyeke wî çinebu, cigare , eraq tîryak mîryak tiştek bi zerar û talûke ne dixwar û ne vedixwar nedikêşa doh ne pêr êvarê ( atamaya wî çênebubu loma li dörtyola hatayê şantîyeya tokî yê de dixebitî ) ji kar hatîye nişka ve destê xwe avêtîye gurçîkêt xwe û kirîye qêrî "gurçîkên min gurçîkên min" wî gavê de hevalên derûdorê ser serê wî kom dibin ewil dibêjin tiştek asayîye lê halê wî giran dibe radikin nexweşxanê di rê de şûûra xwe winda dike hinek tişta diaxive çavê wî mezin dibe dema digehijin nexweşxanê bijîşk çiqas mûdahele kiribin jî naête ser xwe çend seata ser disekînîn lê dûmahîkê seet 4 û nîva siharê emrê xwedê dike
Bijîşk gotîye ceger gurçîk hemî îflas kirîye ew jî şaş mane lewra radikin otopsîyê "mirina bi guman " dinîvîsîn ser dosya wî îro em heval hemî me şok derbas kir me hemîya ji hev du pirs dikir mirovek ku heta grîbek jî derbas neke çi gazindek çênebe çi nexweşîyek derbas neke çawa du sê seeta de dimire yanî Mihemed heta 3 roj berê ji me hemîya jî saxtir jîrtir û keyfxweştir bu lê niha di goristana yenîköyê de nav axê de hatîye veşartin.
hey Xwedayê mezin tu mirinek bi îman bo me bike nesîb tu Mihemedê hevalê me efû bike rojî û nimêjêt wî taat û îbadetêt wî qebul ke wî bi rehma xwe şa bike sebr û metanetê bo malbata wî bide.



27.07.2017 01:04 | azad30

93. ez niha te re ji wexta referandûma serxwebûna kurdistana başûr dinivîsim (bnr: 25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr).
nizanim yê paş wê referandûmê çi biqevime. belkî tiştên xirab jî çêbin. her çi dibe bila bibe, niha ji bo min û ji bo hemû kurdan helecanek mezîn heye.
min her tim xeyal dikir ger ez dema komara mahabad hebûma çawa dibû. e nûha komara me cedîd li rê ye.



23.09.2017 18:25 | cinorek

94. xewa min tê lê ez dikim nakim nikarim xew ra herim..
bêhna min teng nîn e lê fikr di hişê min da zehv in. Bawerkim loma nikarim xwe nîvmirinê daynim.
lê sewa çi ye evqas fikir, hesab, geremolî, trafîka jiyanê, çûyîn, hatin.....
?
yanî çi?
sewa çi?

Murathan Mungan, melayê Cizîrî, Hesen Zîrek, Geometrî, Şêxê Sen'an, Instagram, projeyên statîstîk, Ahmet Kaya, Atilla îlhan, axaftinên li ser helbestan, faiz problemleri, Messenger, xeberdanên li ser feqîrtî-zengîntiyê, Mele Ebdullahê teraşî, payîz, çarşef, Parka şaredariyê, navçeyên Agirîyê, eskerîyê ma salek, afedersiniz bey efendi çantanız açık kalmış da dilerseniz ben kapatabilirim, keko devoka serhedê de em jê ra dibêjin "alîyê kalî?" yanî "kîjan alî?".....
sen kürt asıllı mısın?
-hayir, kürt asıllı değilim, kürdüm.
-yanî tu kurmancî zanî e?
...
getirdin mi anahtarı?
abi ofiste tek başına çalışmakla olmaz bu iş.
...
kurko dîno ewrê reş e li ser çiyan e..
te qe îro çi kir?
mala me ber mala we ye tb tenê sebra min bi te tê,.. yaw ez timî dewama van herdû strana bîr dikim.
-tu van roja her tiştî ji bîr dikî. Te îro jî li ser derî anahtar bîr kiriye tu çûyî.
ez wek berê bûme erê.
...
afedersiniz şimdi hangi sayfadaki şiiri okuyor?
134.
teşekkür ederim. Kitaplardan kalmadı mı?
maalesef, yarınki etkinliğe gelirseniz alırsınız.
tamam.
....
min sibê zû da tişte nexarîye mamoste.
kuro tu çima wisa dikî heyfa te.
..ku ez hatime Stenbolê, ezê te kêr bikim welle.
...
keko vîllage çawa tê xandinê?
yaw tu çi dikenî? Ez nizanim ha! Vîlleyç? An vîlliç?
Whose? (Wos?)
yaw dewr dewra nezanîna min a îngîlîzîyê nîn e haa her kes idî inglîzî zane.
divê ez hîn bim ji min re şerm e.
Nekenee!
...
-keko, tu ji şevan hez dikî an bi rojan?
-ew çawa pirs e?
-bersiv bide..?
-ji rojan hez dikim, tim ronahî ye. Lê tu?
-na ez êvaran hez dikim. Xazika şev dirêjtir bûyana. Şev xaş in.
...
hinneya destê te jê çû?
na iha hê sekinîye.
ezê dîsa bikim.
....
te dît kurê mam Celal çiqas xaş bi îngîlîzî dipeyive.
..te pirtûk xand, ji min re rexneyên xwe bêje..
xwezî îsal qe zivistan nehata. Par zehv sar bû îsal ez qaçaxê zivistanê me.
erê qaçaxê zivistanê.
...
sıradaki şairimiz katalonyadan.
(pîî ewî nogo Îspanya. Go katalonya. Eferim wî ra. Lê eger ku ew helbestvan, ji başûrê Kurdistanê bûya, yê bigota kuzet Irak..)
...
ee Antalya işi iptal olduysa şimdi ne yapacaksın? Üç haftalık tatilini kullanacak mısın?
-şimdi Kütahya'dayım, kuzenime geldim, evet üç hafta gezeceğim, sonra gelecem oraya.
-iyi yaparsın, senin sesin niye iyi gelmiyor? Moralin mi bozuk?
-hayir tam dışarı çıkacaktik sen aradın.
...
ey lilişan ey lilişan gülmüşem ağlamışam, bir tuhaflık olmuş olmuş dünyanın hâli.
...
keko li cem me em nabêjin "ğedar"
em dibêjin "xedar"
ne ğem, xem....
... di kurdî da ğ tine ye.
de here loo.
...
devoka serhedê, ya Amedê zengîntir e.
-keko tu evê ji dil dibêjî? Ez şa bûm haa ku min ji te eva bihîst.
-erê ez dil dibêjim. Jixwe li Diyarbekirê kêm kurdî tê axivîn. -mixabin-
...
abicim yokuşu çıktıktan hemen sonra bırakacaksın çocuğu.
...



13.10.2017 02:27 ~02:55 | bûtîmar

95. ez îro sekan bûm. eva demeke dirêj e li ser singê min da hezar peyv, bûyer, fikir û pirs şer dikin.
Lê îşev şeveke sekan e. lê dibe ku eva jî sekinandina pêşiya şerrekî nû be?
na lo her tiştî di hişê xwe da bavêje. Nefikire. Her tişt di hişê te da ye. Ma tê emrê xwe pûç kî

siya şevê, serhildanên Agirî, kayyûma şeredariya Bazîdê, lîsansa bilind, kent meydani, Xelefê Êzdînşêr, mîr Bedirxan, Cîzîr, Amed, şerê Xendekan, asoya helbesta Kurdî, înstagram, cv, referans Hoca, şilî, mij, başûr, katalonya, negredo..

çok ayıp ediyorsun, bu saate kadar kaldın, şimdi kalkıp gidiyorsun. Bu gece burda Kalamaz misin?
bak sana bağlama da çalarım eğer kalırsan.
bağlama dut ağacı.
-hayir gitmem lazım. Arkadaşıma söz verdim.
-stran....
-tu nikarî min bikujî. Tu ni-ka-rî min bi-ku-jî. Sen beni öldüremezsin. Bu şarkıyı söyleyerek beni öldürmek istiyorsun ama beni öldüremezsin.
....
tu li kû yî?
ez rêdanim têm.
hê li stenbolê derneketime.
temam, ez ê li sûkê hêviya te bim, tu hatî xeberê bide min em tev derbasê malê bin.
-efendîm?
ah.. ben çarşida seni bekliyor olacağım, geldiğinde haber ver, birlikte eve geçelim.
.........

keko duh êvarê heta ber destê sibêzû ez ranezam. saet tam 04:00 an de ambûlansek li ber derî ra derbas bû. li pey ambûlansê va jî qîzeke ciwan nazik nazik direviya.
baranek hûr hûr dibariya. lê porê keçikê qe şil nebibû. Te digo qey baran ji bo ku porê wê keçikê
şil nebe wisa kubar kubar dibare. keçik jî wek şilîyê kubar direviya.
lê îfadeya rûyê wê da tirsek, telaşek hebû.
êşiqa lembeya soqaqê sûretê keçikê wisa xaş ronahî dikir, min go qey êşiqa tavehîvê a zer e.
.....

min pênûs derxist û ew bûyera di deftera xwe da nivîsî.
....

aa sen sigara mı içiyorsun ? Sen sigara icmezdin?
-iki gündür içtiğim sigaranın ve biranın haddi hesabı yok endezyar.
-neden o kadar içiyorsun ? ya şarap?
-hayir ben şarabı mutlu olduğum zamanlarda içerim.
-ah.. mutsuzsun.
....

na na me celaliya me îxanet nekir. Heft milê Celalîyan hene. Ji wana yek jî eşîra kotî ne. Gencê kotîyan lêdan birayên xwe ên kurd kuştin. Di sala 1929 an de. Li agiriyê.
kuro kurmanc hema wisa nin. A te wê rojê nedît Pavel Talabanî......
-ax Welleh de idî bes e. Te dilê me werimand. Îmana min da be dilê min werimî.
-ez ê kurdtîyê îstîfa bikim..
......


- gece bizde kalmayarak ayıp ettin.
- ben kalmaya gelmemiştim ki.
- o zaman bir ara kalmaya gel.
- bakarız.
- sen o çocuklari gerçekten hiç tanımıyor musun?
- hayır orda o an tanıştık.
- ben senin aramanı beklerken, sen gidip hiç tanımadığın insanlarla oturup sohbet ettin he?
- öyle işte unutmuşum. biraz da yürümek istedim. Sen ne yaptın?
-bekledim bekledim bekledim yine bekledim ve yine bekledim. Sen aramayınca ben de dışarıya çıkıp gezdim gezdim sonra tam eve geçiyordum, sen aradın... Gözlerine ne oldu ? Göz kapakların çökmüş.
- bêdengî...
.....

- bavê min tu silamet î? çi dikî? te xêr bû?
- baş im bavo tiştek nebû, min şixwe geriya mi go çiqa hun çi dikin.
- de baş e.
- ka telefonê bide ciya min.. inê min wê rojê di tirşikê da behsa te kir.
- heehh ? Te çi nivîsî?
......

- oğlum ben bağırmak istiyorum.
-saçmalama oğlum.
- lan valla içimdeki birikmişliği dışarıya atmam lazım.
- êja ma dolmuşun içinde içini dışarıya atacaxsan?
- lan valla özlemişim ha Diyarbakır ağzını.
.....

hızlı tren yolculuklarını çok seviyorum.
Fransızca çok zor bir dil.
kendini ezdirmeyeceksin.
insanları yönetmeyi bileceksin.
min bêriya memleket kir.
tu çima wisa durgun î (sekan î) ?
sen bağışıklık kazanmişsın artık haa.
sanatçı, öldüğü zaman mutluluğa kavuşabilir.

.....
mamoste! idî ez nikarim. ez li hemberê jiyanê pir zeîf û jar ketim.
....
ilk defa nesnelerle konuşmaya başladım!
...
şiir yaz şiir.
bunu şiir kurtarmaz mamoste.
....

kendine iyi bak endezyar.
görüşürüz.
görüşelim di mi ? Evet görüşelim.
-evet.
....

- senin şiven var ama neresi olduğunu çözemedim.
- ben İtalya'nın Patnos kasabasındanım.. şaka şaka Ağrı Patnos. Bir keresinde birini acayip kandırmıştim böyle dalga geçmiştim.
- sonra da kurdçe bir kaç kelime söyleyip, İtalyanca diye yutturmustum. Kim bilir o adam nerde ve ne zaman patnos'un Ağrı'da bir ilçe olduğunu öğrenip bana küfürler yağdıracak..

.....

em dostê hev bûn keko, min rojekî çima hevalê wê ê kurîn rexne kir, wî çaxê da ji min ra xever nade.
lê em dost bûn yaw.
-lêê wisa ye wisa.

.....

dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
tirba min çêkin dilo hewar bin Dara gûzê..
Keko em dibêjin gûz lê hinek dibêjin gwîz. gwîz daha xaş e bi ya min.
- apê Hesen apê Hesen min gûzek dizîî
em piçûk bûn zûgotinokeke wisa hebû.

.....

sanatçı dedin mi acı çeker.
.....

ne yapacağımı bilmiyorum.
iki seçenek var ikisi de acı verecek ama birini seçmek zorundayım. Ne kadar kötü bir durum.



29.10.2017 01:15 | bûtîmar

96. Ez hatim, niha li ser maseya sê kurmanca rûniştim.
sê kurmanc; yek ji cizîrê, yek ji erzîncanê, yê dinê jî ji Wanê ye.
sê kurmanc in lê hersêk bi Tirkîtî; mala minê bi tirkîtîya îstanbûl tirkçesî va behsa yûnis emre dikin.
tansiyona mijarê bilind bû, yekî dengê xwe bilind kir, min jî bona ku ortamê nerm bikim, laqirdiyek kir mi go bêhna xwe fireh ke bira.
çavên wî fire bûn, bi Tirkî go "anlamadim, bir daha tekrarla" (dubare bike)
min dubare kir, disa çavên xwe firehtir kir go "anlamadim, tercume et" (tercume bike, wergerîne)
min şaş mam ji ber ku ev geda xelqê Wanê ye û ez wek navê xwe jî zanim ku bi kurmancî jî zane.
hê wê rojê ji min ra Kurmancî xeber dabû.

neyse min wergerand, mi go "gönlünü ferah tut" çavên wî firehtir bû, go ez? Mi go şaka yapiyorm yaw (ez laqirdiyan dikim)

welhasil ez dixwazim bêjime wana da heta hun behsa "sevişme sahnesiya" fîlmên Yunis Emre vs dikin werine eslê xwe , melayê Cizîrî heye law!
hun çi dibêjin?

sê kurmanc, haja wana ne tiştên di hişê min da heye, ne jî haja wana ji wan..
êja dergah ha dergah.

neyse min zehv xeyba wana kir. Lê min nenivîsandaya ezê dînbûma.

wey ca werin binêrin, dest û dev û çavên xwe çakî dikin!



04.11.2017 16:55 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnivîska spinoza

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî