134. 28.07.2018 |
|
28.07.2018 20:41 |
gumgumok
|
135. jiyan di çerxa demê de xwe dubare dike.. |
|
28.09.2018 22:26 |
bûtîmar
|
136. nivîsên tirşikvanan in ku bi dilxweşî tên parvekirin. |
|
25.10.2018 02:17 ~02:27 |
mirovekirind
|
137. îro sibeh diçûm nexwşexaneyê, zilamekî (k.b. 32) otostopê dikir, ez jî sekinîm û min mêrik stand erebeyê. got wê biçûya senayîyê (1 km dûr e). di vê rêwîtîya evqas kurt de dest bi xeberdanê kir; |
|
28.10.2018 12:31 ~12:32 |
simurg56
|
138. Çima di nûsîna vê çîroka minimal de hevoksaziya te û semantika hevokên te ji kurdî dûr lê rasterast bi fikirîna tirkî pêkhatîye? |
|
29.10.2018 17:15 |
zimansist
|
139. Îro jî min nekarî xanî kirê bikira.:( |
|
29.10.2018 22:12 |
xelîl
|
140. Min îro xanî girt. Ser xêrê be.* tirşikvanên hêja li stenbol dikarin bibin mêvanê min.* |
|
30.10.2018 20:19 |
xelîl
|
141. rojnivîska delal, ez îro gelekî xemgîn im :( |
|
28.11.2018 16:52 ~16:53 |
gulêê
|
142. li ser rêya milazgirê, ber bi çarsîyê va dimeşîyam. |
|
28.11.2018 22:57 |
bûtîmar
|
143. Rojnivîska bêkes, îro jî xilas... |
|
29.11.2018 16:48 |
xelîl
|
144. duh ez çume cihê ku miayeneya erebê xwe çêkim, gava wana erebê kontrol dikirin mêrikekî nêzîkî 60 salî ba min bû ew jî tirê xwe anîbû li wir. Min jê re go merheba felan û bêvan, min li nihêrî ku herfa h dike x, pêşî de min texmîn nedikir kurd be, min jê re pirs kir tu ji kû yî ew go ez ji Sêwasê me û dewam kir go ez kurd im, ez hinekî şaş mam mêrik dilsoz bû ji nişke ve go ez Kurd im milet texlît dike ku kes jê re nebêje kurd e. Ji aliyekî din ve sureta wî qe bîna kurda nebû jî. |
|
10.02.2019 22:32 ~22:50 |
mîr
|
145. îro li gorî saet yazdehê Moskovayê bi kesekî û ez nas nakim ra dersa min a skype hebû, heke hûn bibêjin hûn çawa hev nas dikin ez ji we re bêjim, hesabekî min î instagramê heye ku ez li wir hewl didim ku Kurdî hîn bikim, gelek aktîf nebe jî car carana bikartînim. Rojekî kesekî bi navê Jwan Mella ji min ra peyam şand û got, - bi inglîzÎ- gelo tu dikarî zêdetir parvekirinan bikî, ez gelek dixwazim Kurdî hîn bibim, min jî got ser sera, ser çavan heke tu bixwazî em dikarin ser skype hev bibînin û ez alîkariya te bikim. û me îro hev dît. |
|
01.04.2019 23:56 ~2019.04.02 00:02 |
gulêê
|
146. Nivîsek pirr ecêbe lê ji min re normal tê êdî.Li ser twitterÊ profesorên xerîb , malbatên xerîb û kesên xerîb dest bi hînbûna zimanê kurdî kirine û mirov matmayî dibîne ji wan û zimanÊ wan re. |
|
02.04.2019 00:07 |
brzn
|
147. rojnivîska biqedr, |
|
20.04.2019 17:35 ~17:41 |
gulêê
|
148. jiyanek bûm hinek tarî û hinek ronahî.. |
|
28.07.2019 01:29 |
bûtîmar
|
149. Rojnivîska delal, |
|
09.10.2019 05:43 |
cinorek
|
150. Rojniviska şahedê ji şevêqê heta êvarê şuxla min a hemalî wekî kêrê, se'et tê sisiyê şeva roja nu ji salan rojek ez û di şûşa û qafeyek ji dervade din û şîzofren tê dîtin em bi he hev şadibin demek dirêje em bi hevşanebûbûn û me nehletê li şeytanê kîrquzdêxwey nanîbû û bi zalimanre şer nekiribû û, û pîşt girî li xwe û mazûman derneketibûm ..merheba durojniviska li hevketî mixabe ji şeveqê dest pê nakim û nabêjêm rojbaş jiber ku hê ji nîvê şevê du bihire sê se'et û ne roj ne jî şev başe, êvare xewa min nayê li van şevên zilma zaliman lê barkirî car car dilê min heye bikebim îsyana lê nizanim gelo şikir bikim jiber xweda bi mazlûm û kurdareye an îsyan bikim ku wext daye zaliman û ne çar û bê piştgirî maye.. dilê min bi wase wase û şikestî herwiha wê sebra min ji sebra cemil bibihire a baş ezê jî wekî xweda sebirbikim û li benda encamê bim ka çi tofan li serê zaliman radibin emê û hûnê bibînin kî dîne û kî dine... |
|
11.10.2019 02:58 |
telebê hz mêdî
|
151. merheba tirşik. erê erê ez im. li gorî sala çûyî gelekî guherîm dizanim. heta salek berê min araq venexwaribû û min gelek tiştên din jî nekiribû lê piştê her tiştê kirinê qediya ketim pê tiştê nuh, li gorî berê piçekî bêhna min. belê texmîn dikim ne ji araqê ye lê tiştên nuh têsîrî min kirin û piçekî ji berê çêtir im. welhasil tirşik. ez piçekî guherîm û aha li vir im. hela bê jiyan çi tîne ber me. |
|
24.11.2019 23:32 |
berxweda
|
152. doh gelek dereng raketim, saet çar bû nizam, paşê sibehê dereng mam dersa Erebî, neçûm. |
|
25.11.2019 20:27 |
gulêê
|
153. Tirşika delal, îro min heft seatan ders da zarokan, Di ser de jî min nobedarî kir. Bi qîjeqîj û qareqara wan serê min çeliqî. Dîsa jî hez wan dikim. |
|
25.11.2019 20:44 |
fatoş xanim
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |