Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

116. çend roj e gurre gurek li guhên min tê.
hine cara xu davêje guhê rastê, hine cara çepê..
lê eva sê roj e di guhê min ê çepê da konê xwe vedaye.
gurrrrrrr gurrrrrrr gurrrrrrr
kêf kêfa wî ye.
çaxa ku ez xever didim û starana dibêjim deng disekine.
Lê ez şa disekinim, gurre gur dewam dike.
min ceriband mi go ezê bi dengê bilind pirtûk bixwînim, min xand, xand, xand..
lê heta kîngê?
ez westiyam..
min xwe teslîmê wî dengî kir dîsa..
gurrrrrrr gurrrrrrr gurrrrrrr...
gurreder!
paşê min go iha nabe.
ez wî dengî ra bûme heval.
min navê wî lêkir do dîez (do#)
Ji ber ku deng dişibe dengê notaya do dîezê.
ev do dîez, ji malbata meqama muzîkê a hîcazê ye.
yanî do dîeza nebîyê mala şêx hîcaz..
navê eşîra wana jî hîcazî ye.

do dîez, di guhê min de hepsî bûye.
xwe li wî alî dixe vî alî dixe.
dawiyê da min qirar hilda mi go ezê herim cer doktor.
sibetirê, hevalê min min ra dora doktor hilda, piştî nîvro min derî montê xu yê reş xwe kir, xu pêşa û li mal derketim.
lê hewa xaş bû..
tav derketibû û berf jî erdê tunebû..
heyata xu da cara ewil e ez li vir, vê mehê da berfê nabînim.
huşş! Em ê nezerî kin. Xudê îsal li me serhediyan hatiye rehmê..

ez ça deriyê baxçe derketime ser rê, min dîna Xu day otopêza xestê go vizzz ber min ra derbas bû.
min go we' lew dîsa revî.
kuro tu çiqas bê şans î!
te dîsa otopêz revand..

mecbûr ezê peyatî hinekî biçûma heta otopêz dihat..
nîzikê 500-600 mêtreyî peyatî çûm, rê da min azad dît.
6-7 meh ewil ez li ser rêya milazgirê di şantiyekî da şef bûm, azad û xûşk û birayên xwe dihatin li ba min, min wan ra çay çêdikir.. bîlye dileyîst,..

go abê!
ez zivirîm
mi go pî kuro! Azad! tu çitkî?
go abê baş im, tu manî? tu çûyî piştî te me zev bêriya te kir..
min destê xwe stûyê wî ra bir, min dêna xwe day, pozê wî, guhê wî sor bûne, cemidîye. Mi go kuro tu çi aha bê kinc digerî, qe tu nacemidî?
bi dengekî mehçûb go "na abêê.."
mi go "min jî bêriya we kiribû.. piştî çûyîna min, we çi kir?
go "abê piştî çûyîna te, du mihendizên teze hatine wira, herdu jî nebaş bûn, em kîngê diçûne li wir, wana berdidan me.."
paşê dewam kir go abê tu zanî ez jî dixwazim bibim mihendizê erebeyan.
mi go navê wî mihendizê otomotîvê ye.. eferim ji te ra.
paşê min dewam kir, mi go azad tu diçî qaçê?
go abê yêdî.
mi go dersên te çawa nin?
go zehv rind in. Turkça min zev rind e.
mi go ezê pirsekî te pirsim. "Niteleme sifati" çî ye?
go nitelemee.... Êêê Sifaat... himmm êlê..
mi go temam, ornekekî bide..
go immmm nîtelemeee Sifaat..
mi go temam temam Xu acis neke..
û min jê ra behsa nîteleme sifati kir..


paşê em li ber dikanekî ra derbas bûn, mi go ez ê boy guhê xwe, benîşt bikirim, were ezê ji te ra jî tiştekî bikirim.
min bizorekî ewa kaşê dikanê kir.
min go xu ra çi hildidî hilde.
ewî çû tişta herî erzan, tişta herî piçûk hilda..
neyse em derketin me xatirê Xu hevdû xast..
azad çû rêya xwe, ez rêya xwe..
lê tam li ber wê avgeniya ku ez 6-7 meh ewil li ber ra derbas bibûm û min tê da masiyekî dîtibû re derbas bûm, min dîsa lê nihêrî mi go gelo dibe ku tê da dîsa masî hebin e?
paşê min go kuro ew carek bû..
çima ça bûye..

neyse çûm îstgehê, hêviya otopêzê sekinîm,
zencîyek û yekî mîna Farisan bi balîcan va wira bûn.
wana rêya ku diçe aliyê Diyarbekirê pirsî min kirin. (Bi Tirkî) mi go ev rêya diçe agirî, eva diçe Mûşê, eva jî diçe Bidlîsê.
aliyê bilîsê va jî otopêzên Diyarbekirê derbas dibin, aliyê Mûşê ra jî.. lê aliyê Agirî yê beravajî ye.
gotin spas.. min xatir xast..
(birastî ez hinekî şaş jî mam.. zencî, serhed, zivistaneke bê berf, azad, Diyarbekir, agirî, bilîs, Mûş,.. ?)

neyse ez otopêzê siwar bûm, qoltixa min zev germ bû. meseleya hevaleke me ya ku çûbû moskovayê, li oyopêzê siwar bibû, dêna xwe dabûyê qoltix germ e, haw zanibûye ku jinika pêşiya wê qoltix germ kiriye lê paşê destê xwe avêtibû binê qoltixê, dêna xwe dabûyê binê qoltixan de boriya kalorîferê heye.. hate bîra min, ez keniyam.
lê vira Serhed e, ne jinik dikare qoltixê germ bike, ne jî binê qoltixê da borî heye.. ez rabûm min dêna xwe day, kalorîfera otopêzê dam binê qoltixa min da bûye.. zaten hewa jî germ bû. Qe şansê min jî tine ye. ku hewa sar bûya, ezê rastê qoltixa herî sar bihatama.
neyse.

ez ça otopêzê peya bûm, min dêna xwe day Omer! Omerê tartîcî! Keniya got "abê tartmîş kim?"
min go kuro ez kû da diçim, tu dertê ser rêya min *
te ez li meyteva xarzîyê min da pîvam; 74 kîlo.
te ez li bankaya Zîraatê da pîvan; 75 kîlo.
tu niha jî dixwazî min bikî 76 kîlo?
go na abê, kincê te va solê te jî hene. Wana jê derxe, tu 71-72-73 falan î.
mi go lew kuro.. lê te li xestê xêr e? Ma vir jî Milet Xu dipîve?
go na abê, ez ê herim göz doktorî.
min go göz doktorî nîn e, doxtorê çevan e.
kenîya go temam, doxtorê çevan..
dîsa got abê de were ez te tartmîş kim.
min go na.
go çima?
mi go kuro eva deh car e ez dibêjime te da waxtê te kurmancan pirsî, nebêje tartmîş. Bêje "keko ez te bipîvim?"
go abê te duh na pêrê wisa gote min, min êdî mişteriyên kurmanc ra got "keko, xalo, hecî.. ez we bipîvim.." li min kenîyan. Êdî ez jî dîsa lê vegeriyam..
.... (Bêdengî)...

doktor got şîkayeta te çi ye?
mi go di guhê min da gurre gurrek tê.
ez dibêjim qey di guhê min da notayek heps bûye.
mîna dengê elektro-gîtarê.. (paşê min şerm kir mi go doxtorê bêje eva çi dibêje..)
(Min di dilê xwe da got do dîez, do dîeza malbata hîcazê) *
doktor hundirê guhê min temîz kir û got tu zehv muzîk guhdar dikî?
Min go erê.
got qedexe. idî navberekî bide guhdarkirina muzîkê.

min go çawa doktor?
ez bê muzîk nikarim.
got tu mecbûr î.
îlacek nivîsî û gotin du mehan vexwe, eger baş nebû, here doxtorên Erzurumê..

mi go temam.
lê min di dilê xwe da got van doxtoran pêşiyê qehwe û çay, paşê jî kek û xwarinên hevîr, paşê jî muzîk min dane qedexekirin. Hêrsa min zehv hat lê paşê min go kuro dîno!
Evna ji bo te wisa dibêjin..
min du roja muzîk zehv zehv kêm guhdar kir lê roja sisêyan zehv Mehdê min çû dengê hozan serhad ê ku eva zû da ye min têr li ser hev stranên wî ên mizgîna leheng, Hewlêr, Sîpan Sîpanê Xelatê, wûnken,.. guhdar nekirine.

Mi go emmmaann zaten yasaklar çîğnenmek îçîndîr. min du saetan li ser hev hozan Serhad bi hoparlorê va guhdar kir.. ox..

guhê min îro hinekî kêm kiribû lê hê eynî ye.

ez çûme sûkê, min dîsa Omer dît, got avê tartmîş kim *
...wisa...



08.01.2018 00:54 | bûtîmar

117. ez bi lez û bez di korîdorê de dimeşiyam, jinikê ku berî jî bela xwe li min kiribû, derket pêşiya min û di wê keliyê de ez sekinîm û hema mabû qezayeke bibe; 10 santîm di navbera me de mabû! û dest bi dengekî bilind qêriya "tu min tacîz dikî!" qqsdfgzfxjgfiuhgoioikjhgvcsa yaw meriv nikare bibêje, ez gêy im, tu navşeqa xwe jî vekî, ez ê bibêjim ev çi tiştekî dilxelan e gelo dipeyive?! * *
mesele mezin kir, ez jî qehirîm û çi hat devê min hema min jê re got. asoxî çû li cem mezinekî giliya min kir. min got heke ew iftiraya xwe nekşîne ez ê herim wê şikayet bikim bira li ber hiquqê jî bibêje. min nedigot dê çavê wê bitirse lê iftira paşve kişand.

ev jî hat serê min rojtirşikê delal.

zêdeyşin: expecto patronum xwedêgiravus. *



11.01.2018 20:23 ~21:02 | biruya hayao miyazaki

118. Îro bû hîvdeh roj ku ez bi mielmên xwe re li Midyadê me û li gundan digerim, gundê ku suryan lê dijin, û em li ser zimanê wan lêkolînê dikin.
Bi avayekê mijar tê ser komkujiya 1915an, Suryan jê re dibêjin ferman, seyfo -seyfo di zimanê suryankî de tê wateya şûr-. Jixwe kengê mielmên min ji wan re bêjin Gulê jî ji vira ye. Nêrîna wan diguherê, û ez barekî giran ser milê xwe hîs dikim. Dema ku dibêjin Misilmanan Suryan kuştin, bi tilîka xwe min nÎŞAN DİDİN. wEK KU hemû kes ji aliyên min ve hatibe kuştin. Ev tişt li Ermenîstanê jî hatibû serê min.
Di hemberî rewşeke wulo de, divê mirov çi bike nizanim?
Lê ez wî çaxî dixwazim bikevim binê erdê.



20.01.2018 11:53 ~2018.01.21 08:58 | gulêê

119. Berîya hefteyekê ji min re telefonek hat û gotin Kargoya we heye divê hûn bên postê. Erê, di dawiyê de, axir, mala xwedê ava be ku pirtûka min hatibû. Pirtûka Hinar Dawî ya dinyayê.
Îro jî çûm postê û bi wê numreya ku wan dabû min Kargoya xwe stend. Erê, li xurbetiyê, min kargoya xwe ya yekem jî girtibû. Çawa bextewar bûm çawa. Û divê li vir tişteke din jî bibêjim ku ev pirtûk ji alîye camêrekî tirşikê hat şandin. Ew jixwe xwe dizane. Mala te ava!



22.02.2018 16:17 | gulêê

120. -xalo! Niha yekî nenas, bi niyeteke pîs va bikeve nava baxçê te, tê çi bikî?
-ez ê qapaxê serê wî tijî gulle kim xarzî! tu çi dibêjî! qey tu nizanî xane li cem me çiqas önemli (qirîng) e.
-erê xalo Girîng e. Lê ez dixazim ji te re tiştekî bêjim. De em kurmanc çiqas xayînamûs û bişeref in ku heta yek bi xeletî jî dikeve nav baxçê me , em hev dikujin. Ne wisa ?
-erê.
-lê eva sedan sal in dewletê dest daye li ser erd û namûsa me, hero hero tecavuz dike ça xaşa me diçe ne?
-xarzî tu çi dibêjî!
-wisa nîn e ?
-(bêdengî).



20.03.2018 02:40 | bûtîmar

121. Min got: berxikê, ma tê bîra te min wateya "berxikê" ji te re gotibû?

Wê got: hmm koyun muydu?

Min got: quzzelqurt ! De hinekî romantik bibe keça kerê. (Tabî kî di dilê xwe de min got )



20.03.2018 04:52 ~12:13 | gumgumok

122. Bi pirranì bi şev tê nivîsîn. Lewre navê wê şevnivîsk bûya wê baştir ba dibêm. Nebêm sebra min nayê loma. Şevnivìsk.



21.03.2018 00:58 | hêvî

123. Li salona postexanê ez, mêrikekî simbêlboz û ciwanekî qemer runiştîne. Telefona cîwanê qemer lê dixe, ve dike bi kurmancîyeka delal xeber dide. Ez şa dibim. Mêriké simbêlboz bi coş dipirse; wayy tu jî Kurdî?
Cîwanê qemer dîsa bi kurmanciya xwe ya xweş dibê: na ez Êzidî me.
Mêrik posîde dibe, dibê: ma heyran tu Kurdê Êzidî yî!
Cîwan bi tûndî dibê:na!
Ez xwe nagrim dibê'm; belê hin Kurdên Êzidî bi awayekî polîtik xwe wekî ne Kurd lê Êzidî dibînin.
Cîwanê qemer û mêrikê simbêlboz bi şaş û metel dibên; tu jî Kurd î!
Ez dibêm; erê ez "Jî"

(Ev "jî" ya gelekî girîng e. Ji ber ku her çi qasî bi awayekî polîtik mafê her kesî hebe ku xwe li ser taybetmendiyeka xwe ve pênase bike jî dawiya dawiya mirov dîrokî ye, nikare xwe ú aidiyetên xwe bijbêr e. Dibe ku piştî van tofanên bê dawî, Êzidî nexwezin xwe wekî Kurd pênase bikin çimkî zêdepariya Kurdan misilman e. Tu carî ji dev ji misilmantiya xwe ya xwinrêj ber nadin. Jixwe her kom/girse gorî cudayiyén navbera xwe ú cînaran xwe pênase dikin, navekî xwe dikin. Her çi qasî em vê yekê hez nekin, ev gotin dilê Kurdên Kurdayatiyê wekî neteweyekî dibînin bişkêne jî ev wiha ye. )



25.03.2018 15:35 | jifêzagorda

124. merheba ji ter rojnivîskê,
ez nexweş im. têkiliya di navbera tiştan nema zû dimînim. dereng dimînim ji her tiştî. hişê min belawela ye. her tiştî nîvco dihêlim, an jî nikarim biqedînim.

li ser meselê peyama min ya dawîn a di tirşikê de 2 meh berê ye, lê ji min heye ev hefteyeke nanivîsim. ji ber mêzîna hişê min xera bûye wext jî ji hev dernaxim. nîşana rojekê ya herî mezin şev e. en nema dikarim vî hesabî jî bikim. mejiyê min şolî bûye.

welhasil dîsa merheba ji te re tirşik



05.04.2018 21:26 | berxweda

125. Sibeheke biharê, sar, li navçeyeke agirîya serhedê..
li cafeyekî rûniştime, di tv ye de Rojda şenses..
Li derve meriv diçin û tên..
Kalekî bikumik, herdû destê xwe bi pişt xwe va girê daye, sê gav pişt wî va jina wî ya bi çarşevên reş li pey wî, dimeşin.

...xêliya sor xwe ra digerîne,
gul rengdar in bi hezar in..

Van servisi saat kaçta gelir ?
abi on buçukta.

yaw sabah sabah bu müzik dinlenir mi?!

kuro îro qûrtûlûşa Panosê ye.
Erê erê qûrtûlûş! qûrtûlûşa ûris a ku ji destê Tirkan xilas bûn.

roj xwe disincirîne lê dîsa jî sar e.
çiyayê Sîpanê bi spî-fistan e.
rêya Wanê li pêşiya min e.
behrewan
qîza ariyan...



14.04.2018 09:23 | bûtîmar

126. Min got ez ê nivîsim,
lê ez hatime nivîsîn!



06.05.2018 04:01 | gumgumok

127. îro ji min re teklîfa karekî hat. ji bêlqîsê(nizip). me hê hevdîtin nekiriye û şert û mêrcên kar jî nizanim. piştî min vê teklîfê stand, yekemîn tişta min kir ew bû ku google vekim û binivîsim "nizip seçim sonuçlari".
ev jî krîterên min in *



12.05.2018 11:39 | simurg56

128. Îro mêvanê hevalekî jin bûm. ji min re tolme çêkir. dema dest bi çêkirinê kir ez pir birçî bûm du saet derbas bu xwarin amede bû lê belê ez pirî ya birçî mam hundirê min vî rewşê qebûl kir û min nexwest bixwim.



12.05.2018 20:43 | elîşêr

129. Îro dîsa nobeta min heye birayê tirşik, her roj nobedarım. De bêje ez çi bikim. yeqîn bî gû ji nobetê çêtir e loooo. *



13.05.2018 13:58 | apê mihyedîn

130. Îro ez çûme fûara kitêban a Kocaeliyê, min stendên weşanxaneyên nûbihar û ava dît, kêfa min pê hat. Li Stenda Nûbiharê de xwendekarekî hiqûqê ya zanîngeha Kocaeliyê hebû me hinek bi hev re mijûl da, meriv kurdên aqil, zana dibîne şa dibe.



13.05.2018 17:05 | mîr

131. Îro min 14 deqîqeyan a haber temaşe kir. Behsa welatekî utopîk dikirin.



03.06.2018 20:33 | gumgumok

132. bêje ku ez dîn im
bêje ku ez nemînim
bêje ku ez şermîn im bi dengê dilê xwe..
...........
-abî ayakkabini köpüklîyîm mî?
-na
-abê ez sola te köpük kim?
-na birê min na
..........
-her kesin bir hikayesi vardır değil mi?
-elbette
-peki ya senin? sabahtandır ben konuşuyorum.. hikayemi anlattım.. sen de o kadar güzel dinliyorsun vallahi insanın günlerce anlatası geliyor. ee hadi biraz da sen anlat bakalım hikayeni..
-birilerine günlerce anlatabileceğin bir şeylerinin olması güzel
(bêdengî)
-e hayde anlat bakiyim
-nerden başlasam ki.. bir değil iki değil.. biliyor musun insan bir yerden sonra anlatmamayı, konuşmamayı, susmayı ve de öylece durmayı tercih ediyor..

*******
gul bi dil didî
gul bi dil didî

*****
duh êvarê min xewnên tevlihev dîtin dîsa.. ez û du hevalên min em li batmanê bûn lê nişkê ve mekan diguherî dibû midyad. em nav sikakên midyadê da



05.04.2019 11:34 | bûtîmar

133. jiyan zehv ecêb e..
hine caran tirşikvanên kevin dinihêrim, dibêjim gelo ev kesa, a niha li kû ye, çi dike, gelo mirîye an sax e.. gelo di hundir de ye an derva ye. Gelo bextewar e an xemgîn e..
mesela hine tirşikvan hene sê sal ewil li ven deran tiştinan nivîsîne û sê sal e têketin nekirine..
gelo çi karî dikin, diçin kû..
gelo ez û ewna em li ciyekî li rastê hevdû hatine yan na.. gelo em bi tesadûfî li ber hev ra derbas bûne an na..

nizanim gelo vê tiştê bi tenê ez difikirim an na..



20.07.2018 01:49 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnivîska spinoza

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî