78. Wê rojê cara yekem min bi binnivîska kurdî fîlmek temașe kir. Ez çawa bêjim... Ta'ma wê gelekî xweș bû. Zarokatiya min hate bîra min. |
|
10.12.2016 09:09 |
gumgumok
|
79. carê min dixwest bibime hackerekî bikêrhatî. Lê mixabin Niha bi tiliyan li tîpêk klavyayê digerim. |
|
25.12.2016 13:10 |
gumgumok
|
80. bûm tirşikvan * pir şad û biheyecan im. hêvîdar im ku li vê ferhenga interaktîfa kurdî ez zimanê bav û kalan ê min azadane bi kar bînim. ev ji bo min tiştekî pir muhim e. |
|
26.12.2016 00:22 ~22:38 |
heyf
|
81. niveşeveke li amedê ye niha. derve dengê bombe û çekan tê.. kî dizane aniha xwîna kê diherike.. |
|
11.01.2017 00:48 |
bûtîmar
|
82. Ka werin tirșikvano ka werin. Cihê xwe xweș bikin û çayeke kaçax dagirin, bihisênin: |
|
30.01.2017 20:42 ~20:53 |
gumgumok
|
83. ev çend car in tiştek wisa tê serê min;; |
|
13.02.2017 20:02 |
simurg56
|
84. * gelek caran biryar pir hêsan e. Lê dema ku biryar dikin ku werin cih, Tirsek dikeve dilê yekî de. Heke ez xelet bim? Heke ew der bikêrî min newê? Heke ez bikevime rêyeke șaș? Heke ez poșman bibim? |
|
13.02.2017 22:16 |
gumgumok
|
85. Şeveke birakuj e |
|
03.03.2017 23:52 |
bûtîmar
|
86. weke hergavî boş û beredayî ye. Dîsa jî derbas dibe. |
|
04.03.2017 23:27 |
mircembeli
|
87. Xelkê silêmanî birastî jî camêr in. Qedr û qîmetên mêhvanan zor digirin. |
|
05.03.2017 11:22 |
gumgumok
|
88. Silav rojnivîska birçî. Iro ev sê care ku ez wateya a dinivîsim û pêl bișkoka bișîne dikim, lê mixabin her carekê tirșik min ji tirsik.net'ê tavêjê der. Îda ez dîse têketinê dikim lê dîse heman pirsgrêk dûbare dike. |
|
31.03.2017 16:48 ~19:46 |
gumgumok
|
89. Rojnivîska delal , ev cara ewiliye ez ji te re dinivîsim. Ne baş im rojnivîsk. Beecîm , betilîm , dilê min diêşe. Ez zanim kî bêje çi ev êşa min kêm nabe. Tu gotin nikare ji derdê min re bibe derman. Hey şeva me ne baş e bila ya te baş be. Bi xatirê te rojnivîsk. |
|
10.05.2017 00:46 |
biaqila malê
|
90. Merhaba rojnivîsko, |
|
10.05.2017 01:51 |
xwelî li ser
|
91. wê rojê ez gavên bi lez va di nav çarsiyê da dimeşîyam, rojnivîsk hate bîra min. Mi go erê, jiyana min a bêhest û sar û xar da tişteke qeydkirinê tine ye. |
|
07.06.2017 00:01 ~00:13 |
bûtîmar
|
92. Hevaleke min Mehmet, erzînganê beşa mamostetîya zanistên civakî xilas kir atamayê wî çênebubu ev sal çend meha mamostetîya peretî kir piştî hingê bi hatina polêsan a ser mala wan de neçar ma çu eskerîyê , piştî hingê xêr û silamet ji eskerîyê vegerîya hate mala xwe. |
|
27.07.2017 01:04 |
azad30
|
93. ez niha te re ji wexta referandûma serxwebûna kurdistana başûr dinivîsim (bnr: 25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr). |
|
23.09.2017 18:25 |
cinorek
|
94. xewa min tê lê ez dikim nakim nikarim xew ra herim.. |
|
13.10.2017 02:27 ~02:55 |
bûtîmar
|
95. ez îro sekan bûm. eva demeke dirêj e li ser singê min da hezar peyv, bûyer, fikir û pirs şer dikin. |
|
29.10.2017 01:15 |
bûtîmar
|
96. Ez hatim, niha li ser maseya sê kurmanca rûniştim. |
|
04.11.2017 16:55 |
bûtîmar
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |