Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

18. Ez niha li ser bahre ji xwe ra grava difikrim;ji bo hinek aramî,dilxweşî û hêvî

Lê bi şêlûbûna ava bahre ra mina mijê belavdibin xeyal,ya rast niha dîsa ez gazî aleksîs zorba bikim...



03.05.2015 09:42 | newenda

19. Rojnivîskeke vekirî ye.



Rojên betlaneyê yên karker û kedkarande bêkarî û zêdekarî mirovî gêj dike. Ne dinya gorî dilê te leza xwe kêm dike ne jî mejiyê mirov xwe gorî dilê mirovî sererast dike. Hingî ku saet diborin li dilê mirov giraniyek din jî zêde dibe, ma ev giraniye pîratî ji mirov re tîne?



03.05.2015 10:07 | azadixwaz

20. ez diranxarê mala Fetîyê Silo, belqitîyê gundê tirşikxwazan im. her tiştî bêpar im hîç hêvîdar nînim ku, rojekî ez ê bikaribim bejim dinêyo gidî min xêr ji te dît. min xêr ji te nedîtî erê welle. te dîsa îro efsenetî, kuçiktî, paletî, koletî hemî xist para min.



03.05.2015 19:08 | sîyaûyê bekirî

21. hey rojnivîska kaxizqediyayî! erê tu! ji te re dibêm

tu zanî ne ji ber te be ez ê hîn nekevim ferheng merhengan, peyvên min, hevokên min xelas.. êdî ji kîsê canê xwe dixwim, mîna ku şêrekî xedar, ji ber nêzê goştên çêlên xwe bixwe, erê ne kêm ne jî zêde..

wa li stenbolê dîsa bû şev, şev neynika helbestên gulîzerê ne û pariyekê jî yên osman mehmed

ew bû digo:

'gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were...'

bi rastî jî gava kes qerexê şevê nema, û ger ez ê lê bim tuyê werî?

nivîs-gotareke dîpdirêj li ber destên min e, divê bibim serî lê tê bêjî qey destên min hişk bûne, minê bigotaya hibra pênûsa min ziwa bûye lê êdî her tişt bûye dîjîtal lewma hîn pêdivî li wê bêhnê nîn e..

ezê dirêj nekim, kes ji nivîsên dirêj hez nake lewma kurt kurt kurt..



03.05.2015 19:58 | ferhenga şikestî

22. rojnivîska min û bê xêr û bereket ya kû min ti quzzulkurt jê fehm nekir o ya kû ewê nê edîtkirin rojek din. min pênûsa xwe bi deva tûjkirîye ji bû xatirê te wekî heroj disa nivîsinim gemarî dikim rûpelek din jî ji linûska xwe û te min gemirand wekî êliha gemarok ya kû bi erdoğan qirêjî bûye herê rojnivîska minî kû ez belakî pira ketime ev roj jî ji emrê te û tirşikvana çû ne ji yê shorbevana tê fehm kir rojnivîska minî ser hişk ez ji tere dibêjim rojnivîska bereday.



03.05.2015 21:21 | shorbevan

23. merheba rojnivisk ! ew çend roje min nenivisiye nizanim,birkir min.

ew çend roje ez peywen ingilizi dixebitim,min hindek peywen nu rewankir,minak ''liver ''mélak e ,''lung'' kezeb e .min ewe zanin yeke din ji ,hindek gotin hatıne bira min ;'' kezeba min reş buye'' u '' melaka te dewe te be'' heye . a dawi ji li bal me peywek heye '' qafilk '' min wateye we peywe nedit le!



04.05.2015 03:22 | baynu

24. merhaba ji te re xemxûra min a qedîm..

demeke dirêj em ji hev dûr ketin, ji ber ku çûbûm ameda xwe ya rengîn, min keys û derften nedîtin ku bo te jî çend tiştên ji vê qûmaşa erzan binivîsim, bibore..

amed xweş û geş bû, axirê sihuda min vêca li min vegeriya û di dema betlaneya min de li amedê pêşangeha pirtûkan jî li der ketibû..

min ji xwe re 21 heb pirtûk kirîn yanê min plaqeya amedê ya ev dewlet jê re dayiye temam kir û vegeriyam, min dil hebû ku bi mehan nekevim tirşikê, bêrikê xwe tijî bikim lê di dilê min de ma, ma qey warekî dî he ye ku biçim? ma mîna baba uryan bêjim illam biçim cem kê, biçim cem kê? ger tu jî min biqewirînî? biçim cem kê?

ji amedê vegeriyam û min dît ku bêhna genî ketiye mala min, mixabin sîgorta avêtiye û hemî erzaqên min ên sarincê xera bûne, bû sê roj e ku bi paqijkirina wê re mijûl im lê hê jî dawiya bêhna genî nehatiye..

neyse îşev evqas bes, ji ber bêhna genî dilê te jî xeliya, bibore



29.05.2015 21:02 | ferhenga şikestî

25. doh li antalya li nexweşxaneyê dema min nexwşekî mûayene dikir. bavê nexweş got em ji kurdistanê tên. ez bi şaşwazî mam û min li wan nerî. piştî piçekî em bi hev re peyivîn, min fahm kir texmîna min a ku ew kurd in şaş e. dê û bavê lêwîk ji ankara û antalya bûn û di ser de jî her du jî tirk bûn. gotin em li dihokê dijîn. welhasil min fahm kir ku ew jî nêzîkî kurdan bûne, belkî bûbin dostê kurdan jî nizanim.



min pirsî têsîra şerr li wir heye gotin niha nema ye û her kes di jiyana xwe ya rojane de dijîn. zarokê wan li gorî temenê xwe kin bû(3-10 percentil). min got xizmetên wir ê tenduristiyê çawa ne got baş e. min go we dest bi mamayan nekiriye"em zanin ku zarokên bajarên bakurê sînorê başû bi mamayan mezin bûne * ((bnr: guigoz)) got na me qet bi dest mamayan nekirine. min got çima got dewlet zêdeyî zarokê me xwarinê din ên zarokan didin me (additional food).



lê hînê ew kêfxweşiya peyva ku "kurdistandan geliyoruz" "em ji kurdistanê tên" di devê min de ye *



14.07.2015 12:07 | berxweda

26. silav rojnivîskê! ev cara ewil e ji bo te dinivîsim. nizanim çima dinivîsim, belkî êdî tiştek nema em binivîsin û bêjin, belkî êdî fihêt dikin biaxivim hatim ber deriyê te. dibêjin her tişt hal dibe, erê baba, her tişt hal dibe lê ev meseleya kurdistanê çima hal nabe? niha her tişt serobino bûye rojnivîskê. li rojava şer e, şerê daîş û cengaweran şêrên deştê ypgê ye, her ku ypg pêşve diçe dewleta tirk dixwaze xira bike, planên kûr dike (belkî ne kûr be, planên rojqedên bin) lê rihet nasekine, niha tenê ji rojava hin xeberên xweş tên, li gor agahiyên duh heseke ji daîşê hatiye paqijkirin, şervanan qira wan ji nav hesekê rakiriye. lê li bakur rewş ne wisa rojnivîskê, her tişt tevlîhev bûye, piştî hilbijartinan wî devbigûyî devê xwe xira kir û pêvajo jî rakir, got pirsgirêka kurd nîn e, lihevhatin pêvajo tiştek tune ye, piştî van gotinên wî leşkerên wî çiyayên kurdistanê dan ber agir, du hefteyan sax her roj li deverekî agir bi çiyayên te ket rojnivîskê (bnr: şewitandina daristanên kurdistanê), dûvre li sirûcê bombe dan teqandin, dûvre dest bi destgîrkirinan kirin û dest bi bombebarandinê kirin, va hefteyeke bi firokeyên cengî f16yan qendîl û çiyayên kurdistanê didin ber bombeyan û duh sivîl qetilkirin, 8 welatiyên başûrê kurdistanê ji aliyê firokeyên cengî yên tirkan ve hate kuştin, erê dîsa, ez zanim tu dibêjî -vana hê heyfa solînê û malbta wê neda, erê carek din gundî insanên sivîl qetilkirin. li başûr qrîza aborî, siyaseteke dubendî heye, pdk êrîşên artêşa tirk mafdar dibîne ynk û goran dibêje bila derhal bisekine, yek dibêje bila pkk ji başûrê kurdistanê derkeve, yên bakur jî bi reşkirineke dehşet êrîşî pdkê dike, pdk jî eynî wisa reşkirinê dike. rojhilat kerr e, a rast li benda teqanekî ye. herroj cinazeyên şehîdên kurdistanê li bajarên kurdistanê belav dibin, dewleta tirk nahêle 13 meytên şehîdên rojava werin malên xwe binax bibin. yanî tu dîbînî rewş malwêranî ye, ne tişteke din e. belkî ji ber wê kes nayê li ba te nanivîse tirşikê.



02.08.2015 20:58 | xendekî

27. silav tirşik. ev çend meh in ez dixwazim dest bi şixulê tusê bikim lê nebû nisîb. hela a van rojên dawîyê rewşa welat be a berê çi ye?

kabêje tirşik mirov çima naxwaze dest bi şixul bike? tu rêya wê ya hêsan heye ha?



11.09.2015 23:41 | berxweda

28. rojnivîska hêja!

çima kurd ji kurdan hez nakin? çima koleyên neyarên xwe ne? çima? çima? çimmmmmmmmaaaaaaaaaaaaaaaaaa? ma qey em xwe çi dihesibînin?

bersivê bide heyranê! qurbanê? çima?



11.09.2015 23:43 | dijber

29. rojbaş tirşikê!

rojeke nû destpê dike dîsa di van rojên têr-xwîn de. li amedê di otobuseke ji seda 90î tirkîaxêv de ber bi zankoya hiqûqê ve bi hevalekî navê wî şiyar botan lê piça kurdî nizane re di gel tîrêjên rojê yên gava otobus ji vîraja fîskaya dizivire di nava otobusê de 180° digere diçin. û ava mezin xuya dike, baxçeyên hewselê yên bi rengê payîzê xemilî wek ku li kurdistanê şereke qirêj nîn e û wek ku kurdistan nr di bin nîrê tirko de ye dikene. de bikene...



11.11.2015 09:03 | xendekî

30. rojeka bi nîvro bûye şeveq seet bû dozdeh hêna gêjê xewême û rewşa farqînê û kurdîstana bakur ji bîra min naçe û hingî diçe fikra min xera dibe ez bi pkkê û bêdengîya barzanî jî dibehecim.. ez dibêjim ezê bi şev derêm derva sed dused heb erebe bi şewitînim an du teneke tîner bibim roja înîyê xwe di camîyekîda bişewitînim.. çavê xwe li bombeyên desta digerînim nabînim niha ez dibêjim ezê karê pkkê bidim ser milê xwe lê tiştek ku ez pê çalakîya li darbixim tune wekî tivinga rûs roja lazime valaye an nateqe anjî li hev siwardike û ji kerema xwera bira di cîhê pirtûkande duheb bombe werin ewê pir qenc çêbibe.



11.11.2015 12:20 | shorbevan

31. ezê vêca bê silav bikevim hundirê dilê te yê nekaxizî, wek ku mirîşkek dikeve koxekê.

jiyan di zû de ye wek risteke arjen arî ye

"heyv li kevan e geh, geh roj li ava

bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa

dem kal, ez pîrekal, zeman lal.."

vê sibehê wekî her caran bi darê zorê ji nav nivînan rabûm, dîsa dereng mabûm û bi qasî saetekê dereng çûm kar, jixwe diyar bû dê rojeke ne xweş be, piştî sê saetan ji amedê telefonî min kirin, xaltiya min bû, got şikestî kurê apê te miriye vê sibehê, hay jê hebe telefonî wan bike yan jî ger karibî were...

niha dipivîm hestên xwe, min çi hîs kir? tu tişt! çima wilo dilsar bûbûm? çima hîn mirina însanan ez xemgîn nedikirim? çima êdî ji ber bobelatan nediqehiriyam, ji nişka ve ferqîn jî hat bîra min. tam wê kêlikê ev rastiya me di guhên min de çinginî kire, belê neteweya min a sêwî, êşa te hîn kir ku em êşa xwe jibîr bikin, ev kaviliya te nehîşt ku em noqî dilê xwe bibin, ji ber têkçûnên te me têkçûnên xwe ji bîr kirin..

ya bi xêr îşev ezê li apê xwe bigerim bêjim apo serê te sax be. 14 tîp, 5 peyv û hevokek!

heqet, meriv çawa arezûya sersaxiyê kurê wî dike bavekî? nizanim. ger neterpilim îşev cara ewil biceribînim û hêvî bikim rojnivîsk, hêvî bikim ku ev ya dawî be! min dixwast sersaxiya bavî bikira kurikekî...



11.11.2015 12:41 ~12:47 | ferhenga şikestî

32. Şeva te bi xêr tirşikê. Weke tu jî zane ev mehek bûye ez hatime welat. Ji cerfa ez hatime welat ez fanatîktiyeke bê fikir dibînim. Kes naxwaze bifikire ê difikirin jî ji bo sûda îdeolojiya xwe difikirin. Ji ber wê ye ez li welat nema dixwazim bipeyivim.



Li ser meselê tirşikê. Bavê min îro bavê min ji nûçeya leşkerên tirk ku li nêzîkî mûsilê ne bîhist dest bi peyvê nebaş bo berzanî kir. Ez nepeyivim min go mezinê min e, bavê min e. Tiştê min êşand van peyvan bi zanebûn bi kar dianî. Bi zanebûnek partîzanî. Ne a fikrî.



Bavê min zanebû leşkerên tirk ji sala 1997an piştî amerîka û hevalbendên wê li seddam xistin wek 'artêşa aşitiyê' çûne başûr û hîn jî li wir in. Wekî din bavê min zanîbû ev leşker ji berê de li wir in û ên nuh çûnê ji bo guhertina leşkeran çûnê. Wekî din bavê min zanîbû partiya wî leşkerê tirkan ji nav kobanî derbas kirin û hiştin ew meytê kalikê xwe têxin axa kurdan. Lê bavê min dîsa jî ev tişt ji bo hevalê xwe sor bike digot.

Piştî wê demê min fahm kir ez êdî xerîbê miletê xwe yê 'ji fikirînê azad bûye' me. Ez li cem miletê xwe êşê dikşînim. Ev êş ne ji ber îdeolojiyê ye ha. Ji ber durûtiyê ye...



Kurdên vir giş zanin ku hilbijartinên vir ên partiyê derew in. Giş zanin ên di şaredarîyê de ne zikmezin in. Giş zanin ji şaredar bigir heta encûmena jî ê rant û xwarinê ne. Zanin ku şaredarî ruşwetê dixwin û bi plan û projeyên bajêr ji bo rantê an jî bi rişwetê diguherin. Lê mesrl yekî feqîr be derin xaniyê wî li ser serê wî xera dikin.

Erê rojnivîskê, bavê min û hemû partîzanokên derewa van tiştan dibînin lê qet behsa wê nakin. Le dema mesel bibe rişweta başûr an jî meseleyek li ser berzanî dibin pîzok û har dibin. Ya rastî ji ber vê durûtiyê ez nema xwe ji vir dihesibînim.



Ez zanim ku êdî ev milet ne kurd in lê pkkyî ne. Ne kurd in lê dijberzanîcîne. Ne kurdvin lê parêzerên halkların kardeşliği û demokratik turkiye ne. Ez zanim ku dema ew behsa yekitiya kurdan dikin tenê qala kurdên wek xwe dikin.



Min ji hineka bîhist ku bela berzanî xwe bi rûsya nagire lê amerika digire xayîn e. Û zanin ku ê kobanî xelas kir amerîka û berzanî bû jî. Lê wek min got tirşik miletê min êdî bi derewan bazarê dimeşînin. Derewên hemû bajar pê dipeyivin lê zanin derewin jî.



Wek min got tirşik êdî ez zanim ez xerîbê vî gelî me. Nizanim bê xelasiya min di ku de ye...



07.12.2015 01:38 | berxweda

33. silav û kilav..

gelek ji te eciz bûme, ji te, ji jiyana xwe ya monoton, ji kurdên ku vê taliyê hêşê xwe bi vîdeoyên ahsen tv'yê xira kirine û ji karê xwe yê îmana min jê diçe, ji tevan, gişan, hemûyan...

serê sibehê di saet 7'an de şiyar be, rabe qurteke av di ser çavên xwe de wer bike, diranên xwe firçe bike, kincên xwe li xwe ke, di vê sir û seqema şefeqê de ji malê derkeve, here rawestgehê, deh deqe li otobusa ku ji xirecirê bi rewiyên wan re dibî xizim nîv saet ber bi karî re here, di cihê karî de bi tirkan re 9 saet wext bibihurîne, dûre di saet 16.35'an de ji karî derkeve, were rawestgehê, dîsa li benda otobusê bisekine, were malê, firaqên qirÊj bişo, tiştekî amede bike ji xwe re, bi tena serê xwe rûne û bixwe, wan rake deyne li ser dezgehê, çaya xwe dagire, kombersa xwe veke, cara ewil çavek li tirşikê bigerîne, peyaman bixwîne, ku bikeve hêşê te çend tiştan binivîse, paşê rabe here kitêbek veke, çend deqe bixwîne, piştre bêje 'yav çima edebiyata kurdî nake pênç qirûş?!', kitêbê deyne, fîlmek veke, bîst deqe temaşe bike jê eciz be, bila êdî fîlm jî te tatmîn neke, dîsa rabe tirşikê veke, bibîne ku xalî bûye, bêje 'uff îroj jî tiştekî hejayî nivîsandinê tune ye' kombersê bigire, bikeve nava nivînan, piçeke xeyala amedê bike, dûre rakeve...



serê sibehê di saet 7, de şiyar be, 'ufff nikarim rabim yav! ezê êdî zû rakevim, erÊ! îşev teqez ez zû radikevim, wilo nabe, nikarim şiyar bim' here qurtek av di ser çavên xwe de wer ke bla bla bla...

saet serê sibehê 7'an de şiyar be, 'de uffff eciz bûm ji nivîsandina vê rûtîna xwe ya monoton û yek-reng' çima eciz dibim? ma her roj bixwe dijîm....

saet serê sibehê 7'an de şiyar......



07.01.2016 20:13 | ferhenga şikestî

34. gavek l'min ma, ez dev j'her tiştî berdim. her tişt min hêrs dike. serê min gêj dibe.



07.01.2016 22:01 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol