35. rojnivîska minî roja rojek di serde derbasbûye merheba jitere an jî oxirbe.. îtîraf bike rojek pir xedare li roja lî pey te wiha tê nivîsandîn di nava sibehê û nîvrode te min ji xew da rakirin çehvê min bi kêvjik pozê min ritimandî sika kul nikarim fişş jî bikim ji ber kedewa ku ez pê ketibûm.., dibû sedema carna balon çikirina pozê min.. lê em dikarin bibêjin roj roja wî cirnê ku ez ser çavê xwe tê de dişom bû.. roja minî bêxêr û bereket dûre keysa xurinîyek baş jî neda min.., roja minî hain saldırıya li min dike neke!.. berê min didî xebatê hetanî seet 12-1 şevê ka ev heqê xwedêye nava min û tirşika min jî xerab dikî ewê nebibêjin shorbevanê lawê tirşikê edî westîya nayê li tirşikê nanivîsîne.. lê na vîya baş bizane tu û tirşik tev bi westin jî ez nawestim roja minî bêbext niha ewê performans piştî te roja reş ewê bikebe hetanî demek ku dawîya wî tarîye..... piştî te hewqas ecelekir zû bihirî ê de here çûndin hebe hatin tunebe.. |
|
15.01.2016 14:02 ~2016.02.05 21:47 |
shorbevan
|
36. bi mehdekî tirş û nexweş şevxweş rojnivîskê! |
|
29.03.2016 01:02 |
ceso
|
37. rojnivîskê ez ê nekarim hestên xwe ji te re rave bikim. hevalê min ê zarokatiyê van rojan şehîd ketiye. ji te tenê tiştek dixwazim; herdem bîne bîra min û bêje "te sond xwaribû ku jiyana xwe ji bo gelê xwe biborînî. li hember zilma van kafirên mirovatiyê, bexwedana xwe bernedî" |
|
05.04.2016 20:37 ~20:37 |
simurg56
|
38. (bnr: îroj tiştekî ku hêjayê qeydkirinê be tune) |
|
05.04.2016 23:03 |
ceso
|
39. Rojnivîskê psîkolojîka min xirab bûye. Çi bikim? Çi bînim serê xwe? |
|
11.04.2016 01:13 |
mergehez
|
40. ev salek e tiştên li kurdistanê qewimî û diqewimin, hişê min ji serê min bir û dibe. sebr û tehamula min ji nûçeyan nayên. xemgîniyek bêçare î tehl rûniştiye li ser çavên min. carinan dema bi hevalên xwe re dipeyivim, espriyek baş min dide kenê lê poşmaniyeke yexçar radide dilê min. piştî xwarineke xweş an jî çayeke hêja jî jê ne cudatir e. ditirsim. her tim ditirsim. dema di çûkaniya min de bitirsiyam bi xwedê re dipeyiviyam. lê belê êdî tirsa dilê min min ji xwedê dûr dixe. ez xwedê winda dikim. di nav taristaniyeke heta hetayê. |
|
18.04.2016 00:55 ~00:57 |
biruya hayao miyazaki
|
41. silav û rêz li te rojnivîska delal. |
|
26.04.2016 12:24 |
mergehez
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |