Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

42. duh êvarê tev li civîna bîneya ku ofîsa min tê de ye bûm. ji bo bîneyê gelek tişt hatin niqas kirin. yek ji wan mijaran jî mehaniya dergevan bû. dergewan rebenekî kurd e. di bînê de 24 heb ofîs hene û dergevan serê her ofîsekê 60 tl distîne. yanê mehaniya wî dibe 1440 tl. lê di civînê de yek ji xwedanê ofîsekê pêşniyar kir ku mehaniya dergevan li serê her ofîsekê bibe 40 tl. yanê got bila tevahî mehaniya wî bibe 960 tl. mirovê ku ev pêşniyar kir yekî azerî û mhp'yî bû. ez ji pêşniyara wî pir aciz bûm û min qebûl nekir. ji ber ku 960 tl pir kêm e. xêncî wê, min ferq kir ku mêrik pêşniyara xwe bi helwesteke nijadperestî ve kir, ji ber ku dergevan kurd e. lê ya agir berî min da pêşniyara wî nîn bû. piraniya xwedanê ofîsan kurd bûn, lê mixabin bi rayên wan ve pêşniyar hate qebûl kirin. hah vê yekê agir berî min da û hiş ji serê min çû. kurd çima ev qas bêbex in. lê piştî ku civîn qediya min qazî dergevan kir û got "dile xwe fireh bike û netirse, geva ku mehaniya te kêm bikin ezê jî vê bînê bişewitînim".



21.05.2016 11:03 | nazim tolhildan

43. rojnîvîska minî mayînde ev çi roje tu li xwe dikî bar te hê negotiye çibû çi qewimî ez dest pêkim wekî hergav şeveqê bavê min min rakir limêja sibehê got rabe tu wekî kerekîyî tu betalî kar û îşekî jî tune tu çima limêj nakî tabî min jî bi nîv dezmêj û bê fathakî û bê eşhed.. xwedê qebûl neke belî eks nîne* di peyde razam rabûm seet bû 10 xurînî kir.. mêvanê me yên ji malê hebûn herdû xuşkê min hatibûn kete behsa behs hate ser masîya a rastî min bi nevsa xwe nikarîbû min got ezê herim masîya bînim emê wan sorkin.. min berê xwe da ber erasê ez çûm cîhê mehsîya a ku min dît masîyê ez dixwazim qediyane lê min got piştî ez hatime divê ez bê masî neçim min dît li derek din masiyê bi navê sazan û ez masîya pir naznakim yê din dibe jêre bibêjin bersor bi kurtasî masîyê malabadê herwiha min her yekê du kîlo kîloya wan hima bibêjin belaş yek 2,5tl yek pênc ecêb!.. jiber erzan bûn min got masî yê te ne genîne.. binihêre diya min mirtive ewê masîya cardin ji tera weyne * werhasil1 neh deh telaqa avêt got ez heroj livirim.. jiber lehd bû masîya paqijnekir an kesên paqijdikin îro betlana wan bû ez hatim diya min qiyametê rakir got ev çi masîyê ne şûştîne.. tabî mafdarin hergav min şûştî dihanî ewjî jixwe nexweşokin û karê wan jî hene.. xuşkê min jî her yekê du heb sê heb zarokên ne jiwan hene(tu dibê jî qey agirê semewatêne) ji riyê wande wan jî nikaribû masîya paqij kin.. herê welleh ev masî tev di sityê minda man inca karê min tune pûlê sazana jêkim û wan bi qelêşim û wan meqeskim paqijkim* werwasil2 rojnivîska min a tev

li vir tije bû.... dema masî çêbûn min got ezê cardin ji van masîya weynim zêde zêde bi tehm û bi dehsîbûn qasê di ber xwarina wande mam diber paqijkirina wande nemam * ha ez naxwazim zêdebikim minê bigota jiber min îro masî çêkir tirşik jibîrkir ez lêborîna tirşikê ji xwe dixwazim







23.05.2016 01:14 | shorbevan

44. Min îro rêwîtîyeke zehv xweş û ecêb kir. Saet 18:00 an de piqava amedê siwar bûm û min Berê xwe da amedê..

Bê mede bûm..



Demên Pêşîyê şofêr piqavê da mûzîkên arabesk vekir.

Min go aha wele teze me îskenceya xwe dît.

Ji xwe kêfa min jî qet tinne bû.

Mi go kuro rêwîtîyeke zehv bêhnteng pêşîya te ye û min guhdanka xwe amade kir û di hişê xwe da ew muzîkên ku ez guhdar bikim wana fikirîm..



Neyse wesayît di cîhekî sekinî rêwî hilda

Mirovekî 35-40 salî, tonton şêrîn û mixabin lal û hinekî jî kêm aqil hat kêleka min rûnişt. Zehv kêfa min jê re hat. Mi go ahan min rêhevalê xwe dît!



Çend dem derbas nebû ez û dîno me bi rêya tevgerên dest, jest û mîmîkan ji hevdûra axifîn.



Alîyê çepê da ro hêdî hêdî diçû ava. Muzîkeke ecêb teyîbê da û

Kêleka min da rêhevalê min ê lal û min dîntir...

Ez jî wî dîntir



rêhevalê min Destê xwe va tilîya gustîlê nîşan da paşê jî ez nîşan dam. Bawerim li min pirsî ku ez zewicîme an na yan jî heskiriyeke min heye, tinneye ewa pirsî

De were êja vê meseleyê rêya tevgeran ve bibêje piihhh..

Ka ezê çakî bibêjim? Min çend tevger kir serê xwe hejand ewî min fehm kir! Ecêb..



Belkî jî fehm nekir



Paşê em li ber goristanan re derbas bûn rêhevalê min fatîhe li min da xwendin.



Em li ber zevîyan re derbas bûn ewî behsa zevîyan kir..

Min telefona xwe derxist û wêne kişand.. Zehv şa bû..



Pere ji min xwest min pere derxist dayê..

Me ji hevdû re henek kirin em kenîyan, me sille çoka hevûdû xist, me hev hembêz kir..

Qey tê bibêjî deh salê em hevdû digerin û me deh sal paşê hev dîtîye..



Welhasil ez serîda her çiqas bê kêf bûm jî, wî rêhevalê minê min aqiltir û min, me rêwîtîyeke xweş ji hev re derbas kir..



Dawîyê da em Amedê peya bûn ewî xwatîrê xwe ji min nexwast meşîya. Ez li paş da sekinîm min lê nihêrî, ew zivîrî min destê xwe jê re hejand ewî jî ji min re destê xwe ba kir, kenîya û çû..



Ew rêhevalê bê aqil gellek merivên bi aqil baştir bu.

An jî ewa û ez em bi aqil bûn, merivên din bê aqil in..

Ez îro tiştekî dinê jî hîn bûm: Ji bo ku meriv biaxive û hevdû fehm bike peyv tinnebin jî dibe.



11.06.2016 00:09 ~00:12 | bûtîmar

45. dema li wargeha zanîngehê dimam, rojekê civata me û hevalan germ bûbû. weke klasîkek, me dinyayê xelas dikir. dêmek me dengê xwe gelek bilind kiribû ku xwediyê kantînê ku 5-6 metre li dûrî me bi tenê rûdiniya gazî me kir û got "xortno, ew tiştên ku hûn dibêjin encax ger sosyalîzm çêbe, dikarin biqewimin"

piştî vê gotina wî, me dengê xwe nizm kir û pişt çend deqeyan belav bûn.

hê jî meraq dikim bê ka gelo fikrên wî zilamî yên di derbarê van xortên ketibûn heftûheşta siyasetê de, çi bû?

gelo me hêvî didayê? an digot "ev nifşa xwendekaran jî dîsa bi kar û barên ji xwe mezintir mijûl dibin û xwe xusaret dikin"



21.06.2016 22:04 | simurg56

46. Dîsa rêwîtî û xeyalên xemilî yên cur bi cur..

Ez jî nizanim çima tim rêwîtî û xeyal dibine para min.. Lê ne xem e. Em di sinorên panosê derketin. nîzikê erdîşê ne.



Dîsa Çiyayê Sîpan û behrewan rêwîtîya min û efsûnê xeyalên min re şahidtîyê dikin.

Çiyayê sîpan Serê xwe bi berfê xemilandiyê û du heb ewrên biçûk xwe li ser danîn e.



Heheyy sîpanêê ey bûka gelê min a por hene

dîsa jî nizanim çend evîndarê te hene..

mêrg û zozanên bê daristan,

gelî û banîyên ku zikê xwe de gundan dihewînin jî bi min re şahidtîyê dikin niha..

ey gelî û banî ey mêrg û zozan û gelîyên zîlayê bê deng!

Ca deng bidine dengê min!

kurdîstan warê şêra bû kete destê kundên kor..

hê jî dilê min pey evîn û evîniyê ye.. Ez çi bikim lawiko evînî pîroz e, kirasekî bi agir e.

ma îhsan nûrî jî evîndar nebû?

Lê Belêê Behra wanê dibe jî ku nebû şahidê evîna wî, lê glî dax serê xwe neçimand li ber evîna wî?

Ma hozan jî nabêje agirê dilê min dudu ne yek tu yî yek kurdîstana rengîn e.



Min serê xwe bilind kir û em erdîşê ne. Lewheyeke hîşîn, li ser da bi tîpên tirkîtî ! :

"erciş nüfus:.."



Ka guhdanka min! Ji min re bi dengê delil dilanar şerê tarxan vekin!

Rizgan û nûrê derbas be şerê tarxan veke!

Ez dizanim dengê guhdanka min dengê radyoya otobêsê nikare lê ew jî ne xem e.

Min Bi kelecaniyekî Stran vekir.

bilûrê ra tirsehêzî diherike pihhee!



(De lo lo lo hoo lo lo ..!

Ax lo lo lo..!

Tu kela mêran i.

Lê lê dayê! Wax lê dayê rebenê ka rabe binihêre şerê hanê şerê tarxan e. Keko tu ka rabe mêze bike ew dewa hanê dawa tarxan e.

..lawo xwedê dizane qetla te mîna qetla du mirîşkan e.

..çi bikim îro pêşiya te koçê qeleniyê ye koxa celalîyan e lo lo lo lo..

Bê lo lo lo..

Wey lo lo..

Ax lo lo.. Tu kela mêran î

..lê dayê rebenê rabe sira qeleniyê bişewite bextê min ra sibekî çiqas sar e.

Lê keko tu rabe mêze bike sira qeleniyê bişewite bextê min ra sibekî çiqas sar e.

.. Lê eskerê şahê ecem giran e 12 hezar e. li ser milê me herdu birayan da hatî par e.

Ez ditirsim eskerê şahê ecem eskerekî zor î zexm û giran e.

Eskerê birayê te vê sibêkê pê nikare ax.

De birano lêxin eskerê şahê ecem derbas bikin. Li sinorê ebaşikeftê baciyê ava elegezê.. Destê kekê cewzo da kare kare hoo lo lo..)

..

Dîsa û dîsa û dîsa ..





Min ev strana çend cara dubare kir nizanim. Lê min dêna xwe dayê em li arnêsê jî derbas bûn. Lezeke din ew cîhê ku min xwe re kifş kirîye bo ku ez avahîyekî lê çê bikim min mêze kir. Hê kesekî dest nedayê de baş e. Li ser wî zinarî erdbej jî çê bibe nikare avahîya min bihirşîne. Ew rojê werin!



Hey gidî kurdîstan! Gelo tu heta niha çend evîn û evîndarî ra bûyî stargeh û wargeh?

Geh li sîpan geh behrewan geh li artos..



Saet bûye 07:00

Niha daxwaza min tenê ewe ku ev rêwîtîya min neqede. Lê ez dizanim mîna her tişta xweş eva yê jî biqede. Ez dizanim bextewarî kêm dikişîne.

Lê ezê dîsa werim! Ezê di kela mêran warê şêran bextewarîyekî saz bikim.

Ezê werim!



Bûka gelê min sîpan, piştî demeke kurt dîsa xwe xuya kir. Bi rêzê da behrewan, doravek û sîpan hev dixemilînin.

Di guhê min de lo lo lo lo ya delîl. Wey delîlo tu her hebî camêro!



Saet 07:40 balafirgeh! Xatîyekê satileke mezin tijî penêrê wanê kirîye yê bihere stenbol mistenbola. Can qurbanê wê xaltîkê jî..





Vê demê xwatirê te cîh û warê şêr û mêran, sîyabend û xecê!

Ev xwatirxwastina jî weka, xwatir xwastina 9ê vê mehê giran e!



Ezê werim!

Ezê werim.



22.06.2016 08:19 ~17:27 | bûtîmar

47.

Şeva te'b xêr ez xulam; ev peyam peyama min a yekemîne ku di beşa rojnivîskê dinîvîsim. Îro seet 6 ê êvarê de ji mêrsînê ketime rîyê da ku biçim wanê nîk birayêt xwe û piştî çend roja ezê berê xwe bidim gever ê nîk xwîşka xwe erê ew gevera ku ji ber şerê hendekan kavilbuye û wêranbuye, dizanim min haj xwe heye ku ez ne supermen im ku bikaribim tiştek biguherînim lê hêjku dikarim li gel xwîşka xwe li gel mîlletê xwe bikim girî dikarim axîn ù kesera bêdewletbùnê li gel gelê xwe bijîm û tijî nifiran bikim ji bo dijminêt xwe dîsa hêj ku dikarin dua bikim bo rewşa gelê xwe û kurdîstana xwe.



. Piştî geverê jî înşaallah ezê bo hevdîtinekê çime colemêrgê ku sedemek mezin digire bo vê rêwîtîyê.



ev rêvîtî ji bo min ji rêvîtîyên dîtir cûdatir e ji ber ku encama vê gera min a axa bav û kalê min wê îhtîmalek mezin bandorek mezin ji bo jîyana min bike belkî pêşeroja min jî biguherîne.



Bavê min heftîyekê berê ku niha li wanê ye bo min telefînek vekir ji bo ku bême colemêrg ê bo hevdînekê , ji min xwest ku bo eyda remezanê li gel betlaneya fermî 9 rojê xwe li wanê û colemêrg ê biborînim. Helbet piştî ku behsê sedema gazîkirina xwe bo hevdîtinekê kir ez cihê xwe şaş ù metelmayî bum. ji ber ku tiştek wesa ji min dixwest ku her tişt ji bilî îradeya min rêvediçu loma min go ez nikarim bêm hem ji ber medreseyê(di med-zehra yê) ku me dest bi bernameya perwerdehîya zarokan a dewra havînê kirîbu hem ji ber semînerên ku serperîştîya perwerdehîyê a mêrsînê amade kirîbu û tevlîbuna min jî bo semîneran şert Bu, ji ber van hecetan min go ez niha neşêm bême colemêrg ê lê çi gava min go neşêm û nikarim bêm, kerbê bavê min vebu bi helwesteke tund emir da min ku bême colemêrg ê digo bila çend roja yekî şûna te bikeve waneya zarokan a medresê, ji bo semîneran jî heceta min zanî û got jixwe betlaneya fermî ye min dîn neke zû here bîletê xwe bistîne bo wanê . min çend seetan ' 'berxwedanek bi heybet' çêkiribît jî ew ji ya xwe nehat xarê û dawîyê go eger tu neyê ji ber ku min sozek daye filankesan ezê êdî nabêjim tu kurê min î.



Wax jarê ezê lawo bavê min çendî bi qerar ù israr Bu ku niha min xeberê wî kirîye ù ketime rêya colemêrgê bo hevdînekê ku dibe ku jîyana min biguherîne.



Hey xwedayê min ê rehman tu bike xêr ku hêj ku ev hevdîtin ji bo min hem bi xêr bît hem jî li gorî dilê min bît. Her çendî bi israra bavê xwe ketibime rêkê jî dilê min jî lê heye bo vê hevditînê. Ką bila ev 9 roj xilas bibît hingê ezê encama hevdîtinê û hestên min yên ku ji ber gevera xirabbûyî çêbûyî ezê binîvîsim bo te : rojnivîska tirşîkê. Hîvya xwedê...*



30.06.2016 21:50 | azad30

48. piştî 15.07.2016 darbeya leşkerî ya tirkiyê, hêviyên min yên di derbarê kurdistana bakur de, çilmisîn. hêviya min ji gelê kurd heye, ez dizanim wê dev ji berxwedanê bernedin lê ji tirkan ne bawer im. êdî wer xuya dike ku wê her ku diçe paşverûtir bibin û wehştir bibin, di nav sîstemek wisa de berxwedan dijwartir e. bi gelê tirk ve, wê gelê kurd berê xwe ji şaristaniyek hemdem bizivirîne.

kêm zêde berê li tirkiyê sîstemek hebû, bi hemû kêmasiyên xwe demokrasiyek seqet lê dimeşe, hebû. li ser lêvan be jî, armanc gihiştina asta şaristaniyên serkeftî yên dinyayê bû; ji niha pê ve wê her tişt aloztir bibe.

dijminek sîstematîk/biduzen ji yê serberdayî çêtir e.



16.07.2016 23:11 | simurg56

49. ji duh ve hedara min nayê, natebitim, li ser haleke xerîb im, diçim û têm.

di nav lîsteya derbekaran de çend kes hene ku ez ji nêz ve nas dikim.

piraniya hevalên min ên lîseyê bavê wan serbazên payebilind bûn. çûme mala gelekan,min çay û qehweya gelek ji wan vexwariye, demekî ji ber şerê ligel çeteya ulkucuyan hindik mabû min ji lîseyê bikin der, bavê hevala min -serbazeke payebilind bû- di ser min re hat, ji bo min erza midûrê mektebê şikênand tevî ku dizanî fikr û siyaseta min çi ye. nehêlişt bursa min bibirin

ji duh ve hemû ew bîranînên min di ber çavên min re diçin û tên.

dikim û nakim dilê min bicih nabe.



16.07.2016 23:23 ~23:26 | endazer

50. roj û rojnivîska ku ji nûve hêviyan li xwe zîl da piştî vê derbeyê, di dilê minde derbas dibe ewê tiştên xweş bibin.. min îroj jî bi te da dîtin wehşîbûna tirka, te jî dît newsa rojnivîsk çewa pkkê bi bîr dihanîn, digotin pkkê wisa li leşker û polîsan nekir.. lê roj nivîsk Xwedê meriv rezîl bike wihaye, êdî ewê dewlet newêribe bi pkkêre dirêj bike.., ewê leşker timî li hember derên kes jiwan naxwaze xwe li cihê bereday bide kuştin êdî dibêjin bese an ewê kîngê hebe bibêjin, ev serketina pkkêye jî.. bi ya rojnivîskê wê wekî berê ne dome psîkolojîya wan jî wekî a rojnivîskê bûye shorbe ..



16.07.2016 23:36 | shorbevan

51. rojnivîska min û xwe ya îro akpyîyan ji nêvzde naskiriye ez cardin bejna teva liber te di tewînim û tiştê te dît ka li rûpela tirşikê jî barkim, herê roj nivîsk xwendno min îro hinek tîşortên Wêneyê erdogan li serê bûn min got ez bibim qada bağcılar'ê bifiroşim herwiha min bir pot li erdê raxist got werinn tîşortaa! 10tl- 5tl tunebe canê we saxbe, du sal garantî... min qirka xwe qelaşt law evan kurê kerêyan kî diçe tê dipirse dibêje belaşe? hînî miqarneyên belaş bûne * ji wan şitrê qey deweta diya wane hertişt belaşe.. yê tê dilê wî heye Bistîne lê tirşikçî wekî hûn zanin tîşort li gorî bedena wan tunene *, yên jin tên bi çarşef.. tîşortên milqol lixwe nakin divê min ji wanre li ser çarşefê çêbikira.. * ez ecêb mam zabita dihatin nedihiştin ez bifiroşim 4 çar cara berî min dan tabî ez rûşûştîme * min ber xweda camêrek min dît got bifiroşe ezê telefonî serokê şaredariyê bikim camêr telefon kir serokê şaredariyê got qedexeye nehiştin gotin em cardin te bibînin emê derbeyê li tîşortên te bikin dest bidin serê.. ez çûm derek din qaskî ma dîsa hatin min tîşortan berhevnekir min got ez belaş didim milletê got na gere tu ji vir herî.. min got dest didin ser tîşorta bidin serê min wisa got wan jî riya xwe nedîtin wan tîşorta newêribûn bivin werhasil Mehmet metiner hat ewtiya, ziriya, reyiya.. ez jî êdî hatim.. werhasil min got belî weka li geziyê xweş bi firoşim nebû tabî min 2 seetande 300 tl karkir.. lê li geziyê rojê 4000 tl ji tîşortên bi nivîsên everyday i am çapûling kardikir.. Rojnivîsk çavê xwe bû şahedê akpyî tev yên xwarinê, yên belaşî û menfaetêne..



17.07.2016 23:51 | shorbevan

52. îro ji ber çavên xwe hindik mabû serê min bikeve belayê.

berêvarkî, li jêr malê, parka bîrdariyê (anıt park) heye, carinan diçim,rûdinim, îro jî çûm, li ser sekûyekî rûniştim, qederekî min serê xwe xist nav tabletê û tiştin xwendin, dû re bêhna min teng bû, min li dora xwe nêrî, ez li dora xwe dinêrim lê tiştekî zêde nabînim, ji ber ku normalde di her du çavên min de jî 3.5 derece miyop û di çavê rastê de jî 0.5 astîgmat heye, ne bi lensan be, derûdora xwe xweş nafitirînim. û ji ber ku çavên min enfeksiyon girtine ev çend roj in ez nikarim lensan bidim ber çavên xwe. axirê piştî qederekî keçikek texmînen sih salî filan hat cem min, bi tirkî go ez ''dikarim rûnim'' min jî go ''belê kerem ke'', paşê go ''em ji kû hevdu nas dikin'', min jî go ''nizanim, ez te nas nakim'', go ''nexwe çima nîv saet e, tu zîq li min dinêrî'' -tirseke şirîn bi dilêmin ket ;) - min jê re behsa nexweşiya çavên xwe kir, min go ji ber lensên min ne li ber çavên min in, ez xweş nabînim, binêr çavên min sor bûne, ji ber enfeksiyonê,filan, go ''temam, min bawer kir'' û ket nav derdên xwe de, baş bû ku telefona min lê da, bêyî ku xatir jê bixwazim, mn xwe jê xilas kir.

van rojan hew ew parka bîrdariyê hebû, ku berêvarkî bêhna min lê fireh dibû, ew jî çû.



13.08.2016 00:15 | endazer

53. îro di rê de pêrgî hevalekî hatim, li cem wî jî hevaleka wÎ hebû, çawa ez dîtim go ez te nas dikim, min go ji kû? go qey tu ne hevalê filankesî yÎ, behsa hevala min a pêşiya niha 7 salan.

bi qewlê gazala û kemal varol; acıtan tesadüflerin sesi: mutluymuş! sihûda pîs!



20.08.2016 01:00 | endazer

54. îro li ofîsa ku carinan ji bo wan projeyên mekanîkê çêdikim min xanimek nas kir, bi tesadûfî mijar li ser tirşikê vebî, dema diştexilî û dor dihat ser bilêvkirina dengê k xanimê du sê caran dengê xwe di dilê xwe de necerribandibûya min hîç ihtimal nedida ku kurd e û bi kurdî dizane. ez dirêj nekim, piştî behsa çend çend nivîskarên wekê simurg56, elegez, ceso.. kir go yekî bi navê endazer heye, tu yê bêjî qey ji bo dewletê dişixule, hemû karê xwe kiriye reşkirina partiyê ;)

min kir û nekir negot ka di tirşikê de dinivîse an na, min jî jê re negot ez endazer im ;)



27.08.2016 00:05 | endazer

55. rojnivîska endazer tê de nivîsî.



Erê , ez îtîraf dikim ew xanim ezim !



27.08.2016 09:04 | mijdar

56. îro di twitterê de peyamek hat ji minre yek kurd bû û got min hesaba xwe bigire kero...

ez navê xwe yê rastî bi kar tînim û wêneyê min jî ya rastîye, di van roja de min hin tiştê sîyasî jî parwe dikir , faşîsta kampanya daye destpêkirin û min ixbar dikin EGMê...



min wêne û navê xwe guhert lê dîsa haya wan jê çêbû dûvre min hesaba xwe girt.

nizanim çiyê bê serê min , heqê xwe helal bikin .



28.08.2016 11:56 | mijdar

57. pêşniyar ji bo mijdar:

1- hesaba xwe ji bo hemû kesan veşartî bike. ger hesaba te ji bo xelkê vekirî be, wê demê hevalekî te yê tirk/faşîst te îxbar kiriye. hesaba xwe ji bo kesên wisa jî bigire.

2- parvekirinên xwe yên sîyasî jê bibe.

3- tu van parvekirinên xwe jê bibî jî, google van rûpelan arşîv dike û ger bê xwestin, dikarin werin dîtin. ji bo ku van tiştan ji bîra googleê jî jê bibî here vê rûpelê Here lînkê. di vê rûpelê de lînka parvekirên xwe yên sîyasî yek bi yek binivîse û daxwaza jêbirinê jê bike.



ger berî dozvekirinê ev 3 xal werin kirin û bikevin meriyetê, êdî tu kes nikare delîlek peyda bike. screenshot (kişandina wêneya ekranê) divê nekare bibe delîl. ji ber ku ez niha jî dikarim li ser navê te screenshotek bi hêsanî amade bikim.



28.08.2016 12:20 ~12:20 | simurg56

58. Spas simurg56 , tiştê té gotî min ne kirîye ,min hesabê twitterê girt divê 30 roja ez nekevim twitterê.



28.08.2016 13:46 | mijdar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnivîska spinoza

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî