Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

59. pêkan e ku tişteke nexweş were serê te loma weke li jor hatî gotin divê tu demildest tiştna bikî. îxbar kirina egmê niha aktîf dişixwile loma tu tiştên li jor çiqasî bi lez bikî ewqas baş e. weke din di telefon û komputera tede çi tiştê dibe ku weke delîl bê bikar anîn demildest paqij bike. çiqas şifreyên te yên li telefon û komputerêde heyî paqij bike, bila otomatîk nekeve tu tiştî. dîroka kom û peyamên xwe yên whatsapp û peyaman kontrol bike, tişteke xeternak hebe hemuyan paqij bike. ku parve kirinên te têrê neke jî wê piştî girtina te tiştna ji telefon û komputera te û malbata te peyda bikin. van tiştan li malbata xwe jî bide kirin. xwedê bike tişteke nebe, ku nebe sedem ew e ku te wextêde wan tiştan kiriye, ne ku pê neketine.

(bnr: lêpirsîna fetoyê)



28.08.2016 13:58 | azadixwaz

60. hevalê mijdar hê jî van tiştê diqewimin dibêqey henek dibîne wisa wêreke navê xwe yê rastî bikartîne û propagandaya pkkê dike.. îro dem ne dema wêrekbûnêye meriv xêra bavê xwe çemû çem diçe, divê meriv aşkere nebêje ez kurdim, fetome... jixwe nehewceye jî divê tam tersê wî meriv xwe wekî wan nîşanbide û meriv li serpişta wan nanê xwe bixwe, hetanî hinek rewş aram dibe anjî ji binî xerab dibe.... werhasil hevalê mijdar wekî simurg56 jî gotiye kombers û telefonên xwe yê te li serê hesabê tiwitter û facebookê bikarhaniye ji holê rake, veşêre dema ku tişt bû hatin bibêje hesab fakeye/sexteye, an înkar bike bibêje montaje, ligorî zagonên wan te li ser sûc girtin jî divê teqez tu li xwe daneynî dibe ku ceza tunebe lê berî wî divê meriv nekebe destê wan qanûnên wan ew çewa bixwazin wisaye bigrin bigrin, bikujin bikujin.. ji derdora xwere bibêje(navê xwe yê rastî ji simurg56re bibêje) dema tu hatî girtin bibêje berpirsiyar evin dema haya kesî ji girtina meriv tunebe serê meriv hindadikin û dibêjin me wî nebiriye.. ezê bibêjim ger yê hevalê mijdar rewş zêde cidîbe bira xwe veşêre nede dest(here welatek din: Kurdistana Başûr), lê miro dibistan jî dixweyne, divê bilez here di akpyêde bibe endam û bibêje jiber ez akpyîme cemaetê li min gilîkiriye Wêneyên wan montajin... herwiha hewqas tirs bese ji mijdare hêjare, xwedê neke dema ku bê girtin teroru ovmekten ewê hinek dihebsêde bimîne ewê bi savar hinek qelew bibe *



28.08.2016 21:16 | shorbevan

61. (bnr: we hundirê lawik qetand bes) *



28.08.2016 21:23 | biaqila malê

62. dil bêhedan e, bêhedar e, dil bêhal e lê rojnivîskê!



06.09.2016 12:42 | xendekî

63. Eva hefteyek e bû çar şev, jineke ru spî, por qehweyî û bedew tê xewa min bi dengekî nerm va ji min re hine tişta dibêje lê ez tu tiştekî fehm nakim :( tenê ez fehm dikim dibêje min da were.

ev jinik kincekî bi çiftexasê spî xwe kirîyê û milê kincê wê jî heta zendê wê ne û fireh in.

piçekî dişibê cîya min û xewnê de ez tu alîyî va jêra tiştekî hîs nakim.

tenê ez bi çavên vala lê dinihêrim û bona rabûnê jî tu tiştekî nakim.



ecêêbb û sosret..



(bnr: dibe ku tesira zarokatiyê da temaşekirina stv yê be jî) *



lê dîsa jî çima ez xewneka aha dibînim geloo?



08.09.2016 23:08 | bûtîmar

64. dûh mêvanekî min ji wanê hebû. camer ev weke sal û nîveke li antalyayê di otêlan de mîna kafiran dixebite. ji xwe re nikare du quriş pere jî berhev bike. lê hatiye ji min re dibêje "ben doğuda yaşayamam, doğuda hiç bir şey yok". yanê "ez nikarim li van deran bijîm, li van deran qet tiştek tuneye". wê demê şêytîn ji min re got "kure pehînekê lê bixe, sîktir bike bila bicehime here". lê paşê min dîsa nalet anî û mevanperweriya xwe kir.



09.09.2016 10:50 | nazim tolhildan

65. rojbaş rojnivîskê
beyanî be xêr
îro 23ê meha kewçêrê ya sala 2016ê ye. ji rojan yekşem e. emro zanîngeh tune ye, spartek tune ne, plan nîn in; seet bûye 11:00ê nîvro hê xewde bûm.
rojeke xweş e yanî; ji qîrevîj û qareqara sedsala 21ê herkes kerixîye, lê yek ji me nikare bêje ka bise yaw, ev çi heyat e; em çi insan in, herrooj şer şer şer şer şer şer, kuştin, teqîn û dagirkerî. em nikarin berê xwe bidin marsê jî, ku biken pismam; avgîrek e jiyan.



23.10.2016 11:21 | xendekî

66. Şevbaş rojnivîskê!
îro jî derbas bu ji jiyanê! Jiyaneke bê bêhnvedan mirovî aciz dike. Dinyaya her roj felaketeke nû nîşanî me dide. Te dî her tim tê gotin wê ev roj derbas bibin lê nizanim rojnivîskê ka wê bi rastî derbas bibe!



23.10.2016 23:20 | azadixwaz

67. wey rojnivîskê, me go merheba?
ev roja 4a ye a ez tusê dişixulim. min îro rekora şikenand û 2 saetan şixulîm :/ *
werr here ez ê di 40 saliya emrê xwe de têkevim beşek asîstaniyê..
qasî min îro li tirşikê neriye min li pirtûkên tusê bineriya kessîn minê vê nîsanê tiştek derxista *
welhasil îşev bes e.
de hadê vê gavê bi xatirê te..



23.10.2016 23:40 | berxweda

68. waa rojnivîskê, min got ka ez slavekê bidime te. lê mixabin ez bikêr nehatim kû tişteki rast binivîsim. min tevlîhev kir û dev jê berda. ji bo wilo nehêjaye werê xwendin jî , lê dîse va ez ji bo xwe parve dikim, ne ji bo xwendinê.


evîndarî jî zîndaneke ku fikr û raman, mêjî û dil têde tê asêkirin û fetisandin. çav kor dibe, guh jî kerr dibe. mirov dibe qereçiyê xeyaleke dûr û mij. însaneke biçûk weke çîyayekî mezin û gewr dibe, tu jî bi rizaya xwe dibe seyê biska pora wê. heyf û heyf.

-hal ew e ku ; ne ew wilqasî mezin e, ne jî tu wilo biçûk î. tu ne reşê reş î, ew jî ne spîya spî ye. .
-na loo , ev nivîsên wisa ne li gorî min in. ez kîîî, xweşgotina karên dil kî.
-ev çi hale vêca kuro , de raze. dev ji îşên boş û belaş berde.
-ez jî nizanim wela. serê min tevlîhev bû ye.
-ma çiqasî xerîb e ku ...

-min dîîîît...... withdrawal syndrome. erê erê ev e.

-di nav xemgînî û bê dengiyê de ev çi qîr û qîrîn e. ev çi qiyamet e.

-peyv difirin, qîr xwe soba dikin, noqa diavêjin. hêvî kirasê min bû...

-nîvê wêne reş e , nîvî jî spî ye.
-av zelal, xwîn sor e
-xwê şor, şekir şêrîn e.
-çûk difire, gulîlk bêhnê divedê

-schoole, schûl, schule

-gelo we jî biçûçikayî nanê ava bacana dixwar?



24.10.2016 01:56 ~2016.10.25 16:11 | gumgumok

69. dilê min ar girtiye û şevtiye. wallahî tû nizanî.



28.10.2016 05:55 | cinorek

70. silav rojnivîska delalî
îro jî berêvarkî li malê tenê me. hingî tişt he ne, hingî bûyer diqewimin êdî mirov bi xwe re nabîne binivîse; ev çi heyat e ku em pê evqasî diwestin!
ji girînê diwestin
ji bazdanê diwestin
ji vexwarina avê diwestin
ji nivîs û xwendinê ji axaftinê
ji rêveçûnê ji guhdarkirinê...
westand, westam, diwestin, westiyayî, westaye...



31.10.2016 17:13 | xendekî

71. Ev ji heyvek û nîvê zêdetire ez li amedê me...
Lê min tu tişt ji vî bajarî fêhm nekir ji ber ku ez ne gerîyam, heta evarî bi tenê runiştim, niha jî li zanîngehê tenê me.

Wek xendekî gotî , ez jî westîyame , diwestim lê nizanim sedem çiye.

Haa lê ev sê çar roje hewa hinekê sar bûye û baran tê... Ez ji bo wê hinekê kêfxweşim.



01.11.2016 15:05 ~15:06 | mijdar

74. duh min di facebooka xwe de lîsteya kesên ku daxwaza hevaltiyê ji min re şandine nêrî. tê de mirovek hebû ku qet hevalên me yên hevpar tunebûn û min nas jî nekir. lê min mereq kir û profîla wî nêrî. mêrik li stenbolê di lîseya eyüpê de mamoste bû. paşê hate bîra min ku berî 12 salan di lîseya eyüpê de salekê ketibû dersa me ya matematîkê. min ew nas nekir lê wî ez nas kiribûm. min jê re peyam şand: "mamoste 12 sal derbas bûn, te çawa ez ji bîr nekirim?". wî got: "hin xwendekar hene ku qet nayên ji bîr kirin"* bi rastî pir xweşa min çû kêfxweş bûm.



13.11.2016 14:28 | nazim tolhildan

75. duh tiştek ecêb hat serê min;

weke hûn dizanin ji ber sedemên teknîkî ev nêzikî heftiyek e, di tirşikê de problem derdikevin. ji bo ku barê tirşikê sivik bikim, min servîsek nû ya hostingê/ kirê kir. min vê carê ji şîrketa godaddyê standibû. herdem ji malperên biyanî distînim, ji ber ku ji tirkan bawer nakim.
neyse. problemek hebû û diviyabû ji servîsa teknîk ya şîrketê bipirsim. berî 3-4 rojan min telefonî nimroya wan ya amerîkayê kiribû û bi îngîlîzî alîkarî standibû. paşê min dît ku li tirkiyê jî telefona wan heye. duh min got ka li servîsa tirkiyê bigerim.
min telefonê kir, jinekê telefon vekir. min jê re mesele got û agahiyên xwe dayê. dema ket hesaba min, got tirşik.net? hahaha, çiqas komîk e. û bû tiqtiqa kena wê. demek dirêj keniya. dema hişê wê hat serê wê, got we çima navek wisa lê kir. min got hal û mesele ev e. got ez jî ji amedê me. piçek bi kurdî fêhm dikim, ji tirşikê jî hez dikim fîlan û behsa xwarinên van deran kir.
min got xêr e xweha min, wextê firavînê jî derbas bû ma tu birçî yî?
got, ez li îrlandayê me, li vir saet hê 12 e, yanî wextê xwarinê ye û vê carê behsa nexweşbûna xwarinên îrlandayê kir.
paşê ji min xwest ku malperên di derbarê çanda kurdan de, jê re pêniyar bikim. paşê di hesabê min de dît ku turkcekurtcesozluk.com jî aîdê min e. got ez ê navê van malperan qeyd bikim û bişopînim.
welhasil piştî ku me bi qasê 15 deqeyan behsa tiştên wisa kir got "problem çi bû?"

xanimê di nava çend deqeyan de problemê jî çareser kir.



24.11.2016 19:34 ~19:35 | simurg56

76. îro ji bo hevdîtina kar (employment interviewing, iş görüşmesi), çûm fabrîqeyekî. di hevdîtinê de xanima di departmana human resources (insan kaynakları, departmana ku karkeran digire kar) ji min pirsî tu bi erebî jî zanî, min got na, lê ya rastî dema ez biçûk ligel dibistana seretayî û ya navîn ez diçûm medreseyê jî û li wir nêzikê 5 salan min dersa serf û nehwê jî xwendiye (yanî gramera erebî) lê ji ber ku di ser re nêzî 15 sal borîbûn û ez hîç bi ser de neçûbûm û lê nexebitîbûm, min ji ser guhê xwe re avêjt, xwe le nekir xweyî û got nizanim.
paşê li ser rêya vegerê li erebeyekî siwar bûm, di erebeyê de hema bêje rêwî tev ehlê surî bûn. hemû jî kurdên idlîbê bûn, kurdên behrê bûn, lê yekî jî bi kurmancî nedizanî. di nav rêwiyan de jineke diyarbekirî hebû, çav berdabû ser keçeke biçûk -texmînen 10 salî, zerî, çavşîn û xwînşirîn- jê re bi tirkî û bi îşaretên desta digot were bibe keça min, ez te bibim malê, xweyî bikim, keçikê û jineke pîr ya li cem keçikê bi erebî diaxivîn û digotin na lê bi serê hev nediêxistin. ez dirêj nekim wê gavê min fêhm kir ku ez pirraniya axaftinên wan fêhm dikim, heta cihê ku lê peya bûm, min tercûmanî kir, û bela jinikê ji keçikê vekir.



25.11.2016 04:20 ~04:25 | endazer

77. Cer



25.11.2016 19:38 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol