Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
helbestên ebdulla goran - tirşik
helbestên ebdulla goran
(0) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. (bnr: kurdistan niştimanî ciwan)



Kurdistan, Kurdistan!

Nîştîmanî ciwan!

Her bijî be şadî

Serbestî û azadî

Her bijî, her bijî, her bijî



Lûtkey berzî gerdin geşit

Nizarî spî ber xorî reşit

Dollî kip û çemî xurrit

Daristanî zebend û çirrit

Beheştî ser zemînin

Hêlaney xoşî jînin

Cêgey noşin

Agir tîjkerî îlham û hoşin



Ebdulla Goran



09.03.2015 00:36 | xendekî

2. (bnr: yar yar)



Yar yar

Şîrîn lencew lar

Çawim riwa

Sebrim siwa

Hêzim lê bira

Her nehatî, der nekewtî

Boçî tuxwa?

Yar yar

Şîrîn lencew lar

Jimardim gişt estêrey şew

Taq taq kerem kirde xew

Le ber kizey bay sard tezîm

Le gel gelay dirext lerzîm

Awing wek giya terrî kirdim

Her nehatî, ewa mirdim

Çawerwanim

Perêşanim

Peroşe giyanim

Sa bimgerê hêzî jiyanim

Yar yar

Şîrîn lencew lar

Nîgam tîmuy temaşate

Dad û wirawî ser rêgate

Gwêm 'ezretî tirpey pête

Hemîşe arastey rête

Dilim pirr tase û peroşe

Dozexêke û germî coşe

Yar yar

Dermanî azar



Ebdulla Goran



09.03.2015 01:09 | xendekî

3. (bnr: geşt le hewreman)



Komela şaxê sext û gerdengeş

Asîmanê şînî girtute baweş



Serpoşe lotikey befrê zor spî

Be daristan reş naw dewlêkibî



Cogey awekan teyaya qetîs naw

Her ew in naken pêçî şax tewaw



Hawar û hajey kef çerînî çem

Bo te neyayî şew layelayey xem



Tole riy barîk tonaw ton pişkin

Rê biwar exate endîşey bêbin



Naw rêga teq teq larê berdî zil

Kehişta gerdonê pêy nedawe til



Gase rew jor e gase rew xwar e

Taliy û şîrînî dinyayê rê biwar e



Ebdulla Goran



09.03.2015 01:26 ~01:28 | xendekî

4. (bnr: xozgem be par)



Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!

Xozgem be par!

Xozgem be salî rabûrdû

Umrî kurtî dildarim bû

Le pirr hat û le nakaw çû

Yek: pirr be dinya arezû

Deryayek tase, eme dû

Cê mabûm le parî mirdû!

Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!



Xozgem be par!

Rojê nebû çawim be dîdar

Şad nebê, nesrewê azar

Roj nebû yar be lencew lar

Çeşnî askî herdey behar

Be berdemima neka guzar

Nempiyêkê nîw nîgay xumar!

Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!



Xozgem be par!

Her roje 'îşweyek, nazê

Her xellwete çeşne razê

Lew tiwanc, le min niyazê

Bo maçê, nuqurçê, gazê

Her bezme dengê, awazê

Be çaw bînînî dilxwazê!

Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!



Xozgem be par!

Billên be yar bê nawçawê

Dîman le taw dûrî, tawê

Eyrişt le firmêsik lafawê

Axî hell ekêşa tawê

Be yadî bala lawlawê

Çawreşê, egrîce xawê

Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!



Xozgem be par!

Pirsî kê? Billên damawê

Hêlaney dil lê şêwawê

Diwanze mang le yar birrawê

Diwanze mang bo yar giryawê

Be astem nûze tiya mawê

Eywit: "Nawnîşanî nawê"

Ezanê yar xoy, kam hejar, rojî sed car,

Eka hawar:"Xozgem be par, xozgem be par!"



Ebdulla Goran



09.03.2015 01:32 ~01:42 | xendekî

5. (bnr: berî beyane)



Berî beyane, rûnake aso:

Asoy hîway kurd, mijde bê le to!



Dengî bang helsa le mizgewtî dê,

Baldar hêlaney xew be cê dêllê.



Qaspe qaspî kew aşkira ellê:

Katî firman hat, kurd nabê binwê.



Berî beyane, rûnake aso:

Asoy hîway kurd, mijde bê le to!



Helse ey lawî nîştîmanî kurd!

Serdemî helsan herkesê nûst, mird!



Pêwîstî pîroz; belam sext û wird

Çawerwante, helse dest û bird!



Berî beyane, rûnake aso:

Asoy hîway kurd, mijde bê le to!



Bo bextyarî û serbexoyî gel,

Le gel hawrêta pel bidere pel!



Key derçû tîşkî hetaw le dem kel,

Wirya bî, zor çak bekarbênî hel.



Berî beyane, rûnake aso:

Asoy hîway kurd, mijde bê le to!



Ebdulla Goran



09.03.2015 01:40 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ebdulla goran
» ebdulla goran
» goranî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî