1. ji tişt û miştên cara duyem tê firotin re tê gotin. mesele min ji xwe re jîrfonek kirî, dûvre ez dixwazim jîrfona xwe bifiroşim êdî ew dibe destê didoyê û buhayê bi nîv nîvî dikeve. |
|
10.03.2015 13:47 |
xendekî
|
2. bikarhanîna ducarî/duyemîn, dudest, werhasil ez serê weyî tije mêjî ne êşînim ikinci el. |
|
29.09.2015 15:49 ~15:51 |
shorbevan
|
3. ne tu gotin e. bawerim gotineke çêtir dikare bê dîtin. vê gotinê rasterast serê min êşand, hema em bêjin "ikinci el" çêtir e lo! |
|
29.09.2015 16:23 |
azadixwaz
|
4. peyva ku şûna wê duyemdest jî dikare were bikaranîn. destê didoyê jî ne xerab e lê bilêvkirina duyemdest xweştir e. |
|
29.09.2015 19:01 |
simurg56
|
5. ne peyveke çêkirî ye, ne ji ikinci ela tirkî hatiye wergerandin. min rasterast ji mezinan bihîstiye. li cizîrê tê bikaranîn jî. ji bo wê ez bim ne hewce ye mirov li tişteke din bigere. |
|
30.09.2015 00:32 |
xendekî
|
6. ji înglîzî hatiye wergerandin: "second hand". |
|
30.09.2015 18:18 |
hola êzîda
|
7. peyva ku li herêma me tune ye. |
|
03.10.2015 00:07 ~13:24 |
berxweda
|
8. têgeha ku ez ticarî bawer nakim ku di kurdî de hebe, mezinan gotibe, biçûkan gotibe an jî cîrana gotibe, birayên ezîz, ne her tiştên kal û pir dibêjin rast in ji ber êdî kesên ewqasî mezin tune ne ku mirov bibêje welleh bandora tirkî lê nebûye, ji bo ku mirov piştrast bibe, divê binere bê ka li beşên kurdistanê yên din yên kurmancîstanê hene yan na. |
|
03.10.2015 00:14 |
dijber
|
9. peyva ku ha li hin herêmên din jî heye. (bnr:destê didoyê/77111). |
|
03.10.2015 12:08 |
xendekî
|
10. li gorî dînê îslamê destê çepê. jiber destê rastê di ser yê çepêre dibînin. |
|
03.10.2015 23:27 |
shorbevan
|
11. (bnr: mêrebî) |
|
09.10.2015 12:18 |
nazim tolhildan
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |