Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 87 peyam
facebook - tirşik
facebook
(16) (3) (7)
di mijarê de bigere

21. eger mirov bikaribe baş kontrol bike û bikar bîne, navgÎneke pir baş e ji bo vegotin û derbirrîna merema xwe.. wekê ku di her tiştî de kurd di bikaranÎna facebookê de jî têra xwe hene lê dengê wan çi qasî xurt derdikeve, cihê pirs û munaqeşeyê ye..



min sê tişt bi riya facebookê li xwe zêdekirin:



- bi riya koma zimanê kurdî hînî gelek devokên kurdî û kurmancî bûm, gelek peyv û bêje û qalib û gotinên pêşiyan min li ferhenga xwe zêde kirin

- bi hevaltiya nivîskar û siyasetmedar û hunermendên kurd, bi asta entelîjansiyeya kurd warqilîm û min bersiveke têrker û tetmînkar ji bo pirsa xwe ya gelo ligel ev qas tab û kedê çima kurdistan azad û ava nabe, stand..

- min hema bêje ji her zimanê gelek mûzîkên xweş li playlÎsta xwe zêde kirin..



23.01.2014 22:49 | endazer

22. malpera ku ji vir Û pê de êdî ez ne pê re me..

min hesabê xwe yê facebookê îro bi temamî îmha kir.. heta 14 rojên din eger mucîzatek çênebe û ji ber xwe de cardîçalak nebe, ez ê êdî îş û eleqeya xwe jê çênekim..



08.02.2014 20:06 | endazer

23. malpera ku dixwazim qet nekevim lê zêtir 2 roj xwe radigirim û dîsa vedikim..

nahêle ku rojeva te ya taybet hebe gava tiştekî diqewime tavilê nêt dikî ku tiştekî bibêjî lê dinêrî ji jor vê heta li jêr rûpel li ser vê bûyerê tijî bûye lewma dirû dimîne monoton dibe bi demê re her tişt normal tê û nehestyarî çê dibe

di destpêkê de tu bi nêta ku ez parve bikim ku hêşmendiyeke çêbibe xwe dilivînî heta li vir her tişt normal e lê belê di pêşerojê de wisa bûyerên xirap diqewime lê ji bo te tenê dibe sedemê rexne yan jî dijûn û dijmîn

feysbûk bi genetîka însanan dilîze refleksên te bêhemdî pêk tên ji cihekî şûnde ji kontrola te derdikeve, girse çi bike takekes jî wê tiştê hanê dike

berî niha min ji bo şopandina nivîskarên kurd bi kar dianiyan gava ku betal dikim haya min ji wan û rûdanên ku li ser wêjeya kurdî diqewimiyan çênedibûn ji bêgaviyê cardin min vedikir

malpera ku hem pirr kêrhatî ye hem jî pirr xeternak e. aliyê wê yê baş ev e ku tu dikarî ji her tişt agahdar bibî lê aliyê wê yê xeternak jî ev e ku hemû agahiyên ku ji wan agahdar dibî bi pirranî agahiyên deforme ne..

zimanê feysbûkê jî ji sedî 99 bi tirkî ye ango rêjeya bikarhenêrên kurd wisa ye.. gava bi kurdî dinivîsî zêdetirîn ji 10 kes ve reaksiyon digirî (ji xeynî nivîskaran) gava ku bi tirkî dinivîsî ji 50 kes ve jî reaksiyon digirî lewma carinan dudilî dibî hem naxwazî bi tirkî emel bikî hem jî ji ber egoya xwe dixwazî reaksiyon bigirî û bi tirkî emel bikî weka her cih li feysbûkê jî bazar qesad e... ez ji sedî 99 bi kurdî bi kar tînim kêm caran jî bi tirkî dinivîsim lê ji ber ku rewşa Kurdî ya li ser feysbûkê ne baş e mariv jê sar dibe weka ku ji jiyanê sar bibî

bênamûs wek cixare ye ne tê avêtin ne jî tê berdan



08.02.2014 21:08 | ferhenga şikestî

24. Ya ku şeş heft meh bû min girtibû lê ji meraqan îro min vekir. Ew jî ji bo lîstika candy crush*

Gava ku ez ji lîstikê aciz bûm ez ê dîsa bigirim



25.06.2014 02:29 | ceso

25. malpera ez îro hîn bûm ku li ser wê gif nayê parvekirin.dema mirov parve dike jî tenê wek wêne xuya dike yanê hereket nake.min jî digot qey ez ê li ser gifcapsên xwe biweşînim.*



28.10.2014 19:30 | bayesar

26. malpera ku min hefteyeke berê betal kiribû û dilê min pê rehet nebû û min du roj berê bêveger jê bir û êdî guhên min hêsa û rexet in, êdî têra xwe pirtûk dixwînim, min niha hewisîm ku di rojê de kêmtir 3 saetên min ên ku ji kîsê min diçûn pê re derbas dibûn, ma ne heyf e ku xwedê têra xwe wext dayiye me û em li dû tişten boş û vala wextên xwe pûç dikin, pîç dikin...



30.12.2014 22:23 | ferhenga şikestî

27. mîrata ku min destên xwe jê şûştibû lê zêdetirî meheke dî cardî vegeriyam..

kurd ecêb in baba, tevgerên spastîk bo me bûne edet, taliyê ez jî kurd im*



14.01.2015 20:11 | ferhenga şikestî

28. malpera ku min ji zûde dev jê berdaye û nema lê vedigerim. xwedê ji xwediyê wê re bihêle.



14.01.2015 20:17 | azadixwaz

29. malpera van rojan pirsgirêkên wê derdikeve ye.



27.01.2015 22:03 | berxweda

30. xal û ap, xalojin û amojin, bixaletî û pismam û heta hemû êl û eşîra me giş bi kar tînin, lewma reva ji wir ferz bû, em jî reviyan. Me hesaba xwe girt.



28.01.2015 13:13 | diclefirat

31. malpara ji bû hevaltîyêye, meriv hevalê xwe yê berê bivîne bi wanra bi axive sihbet bike rewşa wan bi pirse rewşa xwe bêje.. filan û bêvan. malpara meriv dikare bi navê xweyî nerastî jî hîsabek veke malpara ku min sê mehe ku hîsabê xwe daye sekinandin jiber. hinek sedema......



04.06.2015 14:03 | shorbevan

32. bîst û yek roj e jê dûr im oxxx kêf kêfa min e gidî



15.07.2015 23:23 | ferhenga şikestî

33. Min heya niha 24356676446 car girtiye û dîsa vekiriye çi bikim hinek însanan meraq dikim bê di jiyana wan de çi diqewime. wisa bi dizî dikevim profîla wan û guhdariya wan dikim*



16.07.2015 03:33 | ceso

34. malpara niha demek dirêje (5-6meh) ku ez carek tiqûtenê ketimê ez dibêm ezê rojek vegerim lê vegerandina min wekî ya herkesî wisa ne rihete.........



16.07.2015 17:09 | shorbevan

35. van rojan dîsa bîhna min teng bûye û min deriyê faceyê dada û girt! xwedê bike qet venekim!



25.09.2015 00:33 | ceso

36. Pê pişniyara lîstika çi tam û kêf ne hêla ji me re.



25.09.2015 18:27 | behdînan

37. Rûpela ku bikarhinerên wê nizanim çima carinan hesaba xwe digirin dîsa lê vedigerin û dîsa digirin felan.

Ji xwe kengê te dev ji têketina rûpela xwe berda tu jê xelas î. Ma girtin an jî sekinandin qerisandin kêr çi tê?



25.09.2015 20:10 | brusk56


39. Malperak vîdeo ye dewat u lîstike apaçîyen kurd va tijî.



05.11.2015 20:45 | xemgin

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» facebookê de peyama yekemîn a ji bo hev nasînê

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî