1. bona (bnr: mişmiş)an li wîkîferhengê mijmij hatiyê gotin ku bi rastî mîrov şaş dimê..gelo li kîjan herêman de li mişmişê dibêjin mijmij nizanim lê li vir çewtiyek heye..bona mişmişan gotinek din bi kar anîn seyr e..zerdalî, qeysî jî dibêjin lê ya herî pir gotin mişmiş e.. |
|
15.03.2015 23:24 ~23:28 |
havka
|
2. Li cem ji mişmişê re tê gotin. Li herêma botanê wek mijmij tê bikaranîn. Gava min jî mişmiş bihistî ez şaş mabûm, min digot mişmiş çi ye lo, mijmij e mijmij. |
|
16.03.2015 14:35 |
xendekî
|
3. navê rast yê mişmişê ye. yanî min wisa dizanî. heta ku di xêzefîlma can ya di zarok tvyê de, can ji ber zêde xwarina mişmişan nexweş ket û min zanî ku tenê em dibêjin mijmij. |
|
16.03.2015 17:44 ~17:44 |
simurg56
|
4. mijmij * devokî ye û ku weha ye zarok tv wekî wîkîferhengê çewtiye dike..kurmancî ne tenê devoka botanê , ew jî wekî devokên herêmên din tenê devokeke.. |
|
16.03.2015 20:08 ~20:09 |
havka
|
5. lê dinihêrim hinek kurd ber bi polîtîkayên asîmîlasyon ve xwe ra kirine armanc ku mijmij a gelê kurd bikin mişmiş a tirka. em xortên tevger a asîmîlasyonê rê sîktêrekî jî tu bide (xtasb) ber vî tiştê dibêjin ku inadına etekê mînî inad.. na na inadına mijmij xwarin yap ke . |
|
16.03.2015 21:26 ~21:27 |
xeteraqirêj
|
6. rastiya peyvê mişmiş e jixwe mişmiş (مشمش ) peyveke 'esil erebî ye û hêjî di nav ereban de li kar e. mijmij ne mumkun e lewre di zarê erebî de herfa " j " tune ye. |
|
18.03.2015 17:17 |
ceso
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |