1. Peyva kurdiya wê nizanim. Ji bo teoriya ji bo pirsekê tê avakirin tê gotin. Di heman wextê de ji bo karê berhev ê ji bo bidawî kirina beşekê tê amadekirin e. Di heman wextî de karê ez nakim û ji ber wê jî nizanim ezê çawa mezun bibim. |
|
18.03.2015 22:41 |
azadixwaz
|
2. A ku bawerim tenê ez li ser xeman dixwim li tirşikêde. Ji ber ku tu kes din tiştekê li ser nenivîsandiye ji xeynî min. Divê bi rêkûpêk bê bidawî kirin, ji bo wê jî vîneke baş pêwîst e. ya allah! |
|
06.12.2015 17:02 |
azadixwaz
|
3. belaya serê gelek kesan kumin bi xwe bi dawî kiriye. ez ji ezmuna wê jî derbas bum, ma ezmuna bi-dawî-kirinê tenê. aqubet serê wê ezmunê û hemu tirşikvanên ev yek li pêşiya wan. |
|
01.03.2016 22:39 |
azadixwaz
|
4. ya ku aniha ez li ser dixebitime ye. Eve 4 sal e ku min dest bi nivîsîna wê kiriye lê ev e nûka van rojan ber bi xilasbûnê ve diçê. Bi rastî nivîsîna wê ewqasî ne zor lê min xwe gellek sist kir û hinekî rehet jî bûm. Dawiya dawî mirov tê wê astê ku dibêjê ''xwezî xilas bûya'' |
|
01.03.2016 22:46 |
nan û av
|
5. Mijara ku ji beriya wê ev mijar jî hatiye vekirin e.. |
|
01.03.2016 22:49 |
nan û av
|
6. belaya serê min e jî. |
|
02.03.2016 20:56 |
simurg56
|
7. Belaya serê min e jî. heta meha gelawejê divê du tezan amade bikim..lê nikarim lêhûrbim…li ser înternetê bi hin kesan re ketim têkiliye… ji min qasî 4-4,5 kaxez xwastin lê ji ber fikara qewastinê dudil hîştin..meriv nikare bawer bike..ya baş divê meriv bi xwe amade bike.. |
|
02.03.2016 23:33 |
havka
|
8. şikir ji xwedê re êdî ne xema min e. îro jê xelas bûm û bawer nakim êdî di jiyana min de min problemek wisa hebe. |
|
03.05.2016 21:03 |
simurg56
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |