Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
îslim - tirşik
îslim
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ango îslîm lê axleb îslim tê gotin..

piranî li aliyê meletiyê cihên ango avahiyên biçûk ên ku mişmişan bi kukurdê dişewîtin re dibêjin..li gor ferhenga nişanyanî peyva islimê ji istimê tê ew jî stream a ingîlîzî tê wate jî dûkel ango hilm e...

mişmiş di çend karîgeriyan de derbas dibe mişmişê islîmê..mişmişên hişk û zer ên ku di marketan de di nav pekatên de difiroşin bi kurtî weha tê hilberîn..prosesa hilberînê çiqas dijwar bibe jî qasî titûnê zehmet nîn e..

dema ku mişmiş zer bûn, ango bûn li bin daran brandayan rêdixin, meriv hildikişê ser darê, guliyên daran bi pêhnan, bi darikên dirêj dadiwişînin û piştrê mişmişan dikin qasayan. li gorî bûyîna mişmişan dikin qasayên cuda, yên pir bûyî mîna hevîr, yên hin heşin(kesk) ango kerî tê da hêyî..

avahiyên islîmê qasî odeyeke û bi kerpiçan ango bi laynonan tê çêkirin, sobeyek ku ji dervê dikare mirov bişewîtîne bi avahiyê re çêdikin, mişmişan bi qasayan datînin hundira îslimê..

bêrî girtina deriyê îslimê kukurdê datînin kodika hesinî, deriyê avahiya islimê bi şîd, peyt qasî ku qet hewa neketî digirin, ji dervê sobeyê bi êr ango bi tûp vêdexin, kukurd hundir de dişewitê û mişmişan jî dişewitînê, dibijerîne..

evarî dema ro çû avan qasî saatekê îslimê vêdixin û sibe berbangê deriyê îslimê vedikin û hinek ba dikin û li gorî hilanîna îslimê carekî din karigeriyê dubare dikin..

dema hewa ket ango kukurd pir bû xwelî davêje ser mişmişan ev jî bona hilanîna îslimê ne baş e..ger meriv dît ku mişmiş îslimê hilaniyê qasayan derdixin û li ser cawan( bi tirkî bez) rêdixin û qasî ku rojeke, du rojan li ber tavê hişk dikin.. mişmişên îslimê hinek musulçî bûn ( çilmisîn, av jê kişî) vê care top dikin, dicivînin li bin siyê darekê kom dikin dikin kom..

karker bi destan li ber koman dendikên mişmişên islimê derdixin..dendikan di devê mişmişê ne di quna mişmişê, weha dibêjin, derdixînin û carek din li ber tavê rojê li ser cawan rêdixin da ku hinek av bikişe.. ku hinek av jê kişî dikin qasayan û dibin dikin depoyan bona firotinê vêdişerin.. ger ku mişmiş îslimê rind hilanî qasî salekê, du salan tiştek pê nayê, kurm nedikeve, kufikî nabe..

gelek cureyên mişmiş hene û çend cureyên mişmişan bona ketine îslimê baş in..

mişmişên ku "hecî xelîl" bi nav dikin bona islîmê baş in..

mişmişên "hesen beg" bi nav dikin bona xwarinê baş in, ger bikevin îslimê jî giraniya xwe ya piranî wenda dikin..

di salên dawî mişmişên ku bi tirkî "kaba aşi" dibêjin berbelav e bona xwarinê gelek baş in bi goşt in hinek mizza û tam xweş in lê nayê islimê..ji cureyên mişmişên din cudatir ger di dema xwe de nayê dawşandin li ser daran kufikî dibe..

mişmişên "şekerpare" bi nav dikin jî tam pir şîrîn e nayê islimê wan an li ser daran bona xwarina terr dikin ango jî bona çîran..

mişmişên "darên top" bi nav dikin hinek tam bêşekir e disa nayê islîmê.. li ser daran bona xwarinê hildiberînin..

mişmişên dendik tal piranî vêdexin, dendikan derdixin, dikin çîr, di xoşafan de dikartînin..

mişmişên li ber tavê rojê li rêdixin û dendik derdixînin re "gunkurusu" dibêjin bi kurmancî nav tune..ku tu bêjî "hişkiya rojê" ji te re bêjin lo ev çi ye..bona tendirûstiyê ev baş in lê zû kurm dikeve, qasî yên îslimê qewî nin in..



19.03.2015 00:29 ~00:54 | havka

2. li dîlokê navek berbilav ya jinan e.



19.03.2015 18:47 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» îslim

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî