Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
serap sönmez - tirşik
serap sönmez
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêja Kurd e. ji dêrsimê ye û dimil e. vokaltiya koma amed kiriye.



carinan ez dibêm qey esrar di dengê wê de heye mirov serxweş dike, ji hiş dibe û nahêle mirov were ser hişê xwe.





20.03.2015 17:18 | berxweda

2. Dengê vê xanimê pirr xweş e. Di nava stranbêjên jin ên kurdan de herî zêde ji Dengê wê muteessîr dibim. Wexta guhdarî dikim purtên canê min radibin. Nizanim aniha bi çi karî re mijûl e, sax e, mirî ye, zewicîye yan na... Bi salan e tu dengekî jê nayê xwezî ne bi komekê bes bi tena serê xwe albumek derxista...
Dema qala muzîka kurdî û albûmên kurdî yên salên notî dibe ewilî dengê serap xanim tê bîra min. Ji bo min muzîka kurdî ya salên notî serap sönmez e



23.11.2019 02:35 ~02:36 | ferhenga şikestî

3. dengek pir xweş e ku va dengên erîl ji guhê me paqij dike. xwezî albûmek wê heba. heyfa vî dengî!



23.11.2019 19:54 | xwelî li ser

4.

ev sitrana ku pê zêde nayê zanîn bi dengê xwe yê efsûnî çiqwas xweş jî zareve kirîye. Xewnên xweş, şevên berfireh û asîmanê bi stêrka xemilandî...



23.11.2019 21:29 | rizgarm

5. Stranbêja bi strana min ew kesem dîsa xwe anî bîra min. Ew çima konseran çê nake yaw :(





24.11.2019 02:02 | berxweda

6. Dîsa hat bîra min.
Kengî bêriya Xortanîya xwe bikim xwe diavêjim bextê dengê serapê.
Nexwe meriv bizewice jî nexwe meriv bibe xwedan zarok jî nexwe meriv bê dê û bav bimîne jî nexwe her çi dibe bibe yekem birîna xwe ji bîr nake.
Yekem Kêlîyên min ên eşqê ku bi çarlepkan diçû bi dengê serapê dorpêçkirî ye.
Tê dît car dibe ew bêrî û hesret di devê te de dibe kulmek girî lê nikarî daqurtînî, di gewriyê te de asê dibe, êş nayê daqurtandin tu jî xweziyên xwe daqurtînî.
Van rojan dîsa gamêş li ser dilê min rûniştiye.
Serap ew Xwê ye ku di ser de direşîne.

Serap niza aniha çi dike çi nake û ez nizanim 'ew' çi dike û nake
Wek rênas jîyan gotî?

"tu kuxika cixareya min a ewilî yî
tu rondik vexwarina ewil a giriyê min î evînî yî
tu lîse ya emre min î

/(li paş hewşa mektebê heke tu werî bin wan daran

bi soz!
bi dengê xwe yê nuh qalind bûye
ez ê azan bidim navê te
lîse,
mekteba min çavên te)/

Û de ha tu li kû ma?



10.05.2020 21:44 ~21:45 | ferhenga şikestî

7. Stranbêja efsunî.

(bnr: qîza helepçe)




(bnr: sînê)




12.05.2020 00:35 | fîriko lao

8. por spî û kurt kiriye, çaxa min dî nas nekir. Zêdê zêde guheriye.



08.04.2021 13:20 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» serap sönmez

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî