Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê - tirşik
10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. civîna ku dê piştî derketina teyîna min pêk were..

bi şeref bişeref, heke ku civîneke dî bêî min li dar bikeve ez dê we bidim li ber topan û qiyametê rakim!!

piştî ku ez vegeriyam ameda rengîn ez ê ji roj û saeta civînê we hayil bikim*



22.03.2015 23:06 ~23:06 | ferhenga şikestî

2. civîna ku tevlêbûna min ne diyar be jî dixwazim bêjim ku xwedê hez ke wê civîna herî bi coş û peroş be ji ber ku tirşikvan di civînên borî de cerba xwe kirin û tirsa xwe şikandin. ev jî heye ku min xwest ji niha ve enrtya pêşî li ser navê tapû bikim*



22.03.2015 23:08 | ceso

3. (bnr: kurê xelkê)

(bnr: çawa çêbû)

civîna ku min go ez entya pêşî bi dest bixim lê xuyaye yên ji min çapiktir jî hene*



22.03.2015 23:11 | ceso

4. civîna ku dîsa dikare wextê newrozê pêk were.

wextê newroza amedê civîna tirşikê bû edet ji me re *



22.03.2015 23:13 | brusk56

5. civîna ku ez ê dîsa tevlî bibim, heke tu qeza û bela çênebin. civînên me yên li amedê bûn weke kevneşopî'yekî, wek newroza amedê.

em bêjin:

(bnr: civîna kevneşopî ya tirşikê ya li amedê ya piştî newrozê rojekî) *



û ez ji ferhenga şikestî re dibêjim, heke tu nebî ez ê jî boykot bikim destibirako *

(bnr: emsal bê çiya newroz nakem) ====>>> (bnr: salbê bê te civîn nakem)



22.03.2015 23:38 | xendekî

6. Li gorî min divê vê havînê civînek li amedê bê lidarxistin. Hema em 4 5 kes bin jî bes e.

Yên li amedê ne bila xwe kifş bikin. we go çi hevalno?



Yên ku temam in:

Ferhenga şikestî

ez

endazyar

rûbar payîz



Yên ku ne diyar in:

Kurê xelkê

teberkerde



mêjû: 10.08.2015



cih: roj cafe



saet: 17:30



17.07.2015 19:27 ~2015.08.09 19:24 | mergehez

7. ezê di 7'ê tebaxê de werim amedê û hefteyek bimînim, ger ku di wan rojan de pêk were ezê teqez beşdarî civînê bibim



17.07.2015 19:50 | ferhenga şikestî

8. (bnr: pênas)

Ji bo min ferq nake ku kengî be. Lê ji ber ku 7ê tebaxê hinekî dûr e. Divê em çend rojan carekê behsa civînê bikin da ku nivîskar xwe ji bîr nekin. Hadê hevalno derkevin li pêş. Xwe veneşêrin..



17.07.2015 21:37 | mergehez

9. civîna ku divê vê carê li devereke din a kurdistanê be, li qesirka cizîrê an jî serê avê (ava spî)ya nisêbînê, an jî avka masiya ya Şirnexê



17.07.2015 21:52 | xendekî

10. ez zî 7ê tebaxe de yena amed. labelê belkî ez başdarê civîne nêbî, seba ke kurmancîya min ne hendêk baş a.



ez nêeşkena kurmancî xeber bidî tirşiko. *



18.07.2015 00:16 ~00:16 | endazyar

11. civîna ku Ez ê jî werim



18.07.2015 02:16 ~2015.07.19 01:52 | hola êzîda

12. (bnr: formata tirşikê)

Civîna ezê nekarim beşdar bibim. Lê dikarim mijarekê pêşniyar bikim. Divê di vê civînêde tirşikvanên nobedar bên hilbijartin. Xwedê quwetê bide.



18.07.2015 17:04 | azadixwaz

13. ger ez li amedê bim ez herdem amademe ku med û mirûzê endazer bibînim li ez ne bawerim ku ez li amedê bim ji ber vaye serê şeş hevt mehe min xwe li farqînê daye erdê betalim rojî jî qedîya li hemanaye ku bavê min berî min bide.. niha xwuya dike ezê berê xwe bidim stenbolê herim ba ferhenga şikestî ji tirkara xulamtî bikim û bela xwe li keçikê wan bixim.... ji minra 7 tebaxê derenge edî ma bihareka din.



18.07.2015 17:19 | shorbevan

14. (bnr: pênas)

Endazyar tev li civînê nebe ez jî nabim. Va mi go! Heke ku tev lê bibe jî, li gorî şert û mercan, musaîtbûna nivîskaran piştî 7ê gelawêjê dê rojek bê hilbijartin.

Hola êzîda gotiye ez ê werim lê sankî bihenekî gotiye lewra tiştê min fêhm kirî li ewropayê dijî.



18.07.2015 17:38 | mergehez

15. ger elegez neyê ez jî nayêm!

va min jî got



18.07.2015 17:48 | ferhenga şikestî

16. (bnr: sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê)

êdî çalakiyek spontan e. heçiyê bêhna wî teng bibe civînek li dar dixe. ser xêrê, ger çêbe em ê li benda caps û şîroveyan bin.

yên ku behsa hatinê kirine jî, piranî ew kes in ku wê cara ewil tevlî civînek bibin.

(ez ê nekarim werim)



18.07.2015 23:46 | simurg56

17. Wê di meha tebaxê de pêk were

em ji tirşikvanan li hêviya xeberên xêrê ne

yên ku dil dikin bêm bila yeşillendîrmîş bikin*



19.07.2015 01:21 | ferhenga şikestî

18. civîna ku eger shorbevan were êz ê nêm, oqeder erqedeş !



19.07.2015 01:51 | hola êzîda

19. Ger friedrich nietzsche neyê, ez jî nayêm.



19.07.2015 08:50 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
» sêyemîn civîna tirşîkvanên mêrsînê
» civîna nivîskarên tirşikê a li girava lostê
» nivîskarên ku heta niha di tirşikê de qene peyamek jî nenivîsandine
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî