Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mîr bedirxan - tirşik
mîr bedirxan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tirşikvanekî nû ye, hîn çomez e, heta niha du peyam nivîsîne. Lê ji ber ku hîn çomez e em nikarin peyamên nivîsîn bibînin. Axir bixêr hatiye.



24.03.2015 15:56 | xendekî

2. mîre cizîra botan ku sala 1845 a li dijî devleta osmanîyan serhildan pêk anîye.her çiqas di serî de li hinek enîyan bi serbikeve jî, di dawîya şer de te şikestin.penaberî girava giritê,paşi jî li şame dimîne.1868 de li şame koça dawî dike.li taxa ekrat li şame tê veşartin.(xwestibû li mizgefta emevî li cem selahaddînê eyyubî were veşartin lê devleta osmanîyan nepejirand)



24.03.2015 22:04 | mîr bedirxan

3. nivîskarê ku êdî bûye nivîskar* bi xêr û xweşî hatiye malbata tirşikê bila binivîse û binivîse û binivîse...



25.03.2015 08:36 | ceso

4. (bnr: celadet elî bedîrxan)



25.03.2015 09:17 | mîr

5. arjen arî di şêrgeleya xwe de ji bo mîr bedirxan wiha dibêje:

(...)

ristek xerîbî ne d’ stranekê de

hin di qefesan de lexebkirî, baz

çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan

kêl spartî çiyayê xewnan

ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî

şêrgeleyek bû mîr bedirxan!

(...)



25.03.2015 09:31 | xendekî


7. Mîr Bedirxanê mîrê botan rojek bo hîn sedeman hatiye gundê îlozê ya êlihê ku nêzî kercewsê ye.

Li îlozê ehmed beg heye wê demê. Ehmed beg gelek zengîn e û xwediye gelek axê ye. Ji îlozê heta heskîfê gelek berecot ax ê ehmed begî bû. Îlozê hê jî hema bêje temamî ê wan e. Kesayetekî jîr û zana ye. Nexwendiye lê ewqas danûstandin û begî û birêveberî wî perwerde kiriye. Kitêb û xwendin nizanê lê hesab û birêveberî ji kesên unîversîte xwendîbaştir dizanê. Hem ji aliyê aborî hem jî yên din ve kesek têra xwe bihêz û bibandor e.

Mîr Bedirxan li mala ehmed beg dimîne. Ehmed beg wan gelek xweşik dihewîne. Bi rêz û giranî û bi hezkirin mêvan dike.

Di demê mêvantiyê de kêliyek mîr bedirxan dibake ehmed beg. Ehmed beg tê ba mîr bedirxan. Dibêje fermo kerem bikin mîrê min.

Mîr bedirxan jê pirs dike dibêje di nav we de mêr hene?
Ehmed beg dibersivîne dibêje heye mîrê min. Çend mêr ji me hene bihêz û jêhatîne. Destê wan çek digre. Ku tifing û xencerên xwe hildigirin ji wan her yek wekî artêşekî ne. Çend mêr dixwazê mîrê min?

Mîr bedirxanê mîrê botan dibêje na ehmed beg na!

Mêr ew kes in ku pirsgirêkan çareser dikin, navbeynkar in, gelemşeyan ji navê dirakin, pêkhêner in, cihêtiyan ji holê dirakin, yekîtî û beramberîtiyê peyde dikin e. û dema bihêzbûnê de jî lêborîner û dilnerm in.

Pê re mêvantî kengî bi dawî dibe kar tewaw dibe mîr bedirxan vedigere cîzîra botan.

Rûdanek halo xweş çêdibe.



15.01.2020 17:10 ~17:11 | rûbar

8. Mîr Bedirxan mîrê emarata Cizîrê û Botanê yê dawîyê bû. Hukumdarî ji bavê wî Mîr Ebdulle gihîştibû wî û mafe wî yê fermandarîyê hebû. Pêra jî mafê wî hebû wîlayêtên îroyîn: Wan, Bitlîs, Erzerum û Dîyarbekir, senceq Sulêymanîyê ji wîlayeta Mûsilê û herweha ser erdê îranê, ku kêleka Hekkarîyê bû, usa jî ser wan eşîrên başûrê,' ku diçûn dighîştin heta Rihayê, bike bin bandûra xwe.
Jixwe Mîrên Cizîrê û Botanê wek mîrên bihêz dihatin naskirin. Heta naha jî hemû kurd bê dudilî hiltînin ser xwe, ku Mîr Bedirxan Hê temamîya Kurdistanê mîrê herî giran û herî bi rûmet bûye.



06.07.2022 22:30 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîre hingulîskan
» bedirxan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî