1. cûreyekî helbesta japonan e, bi sê ristan tê çêkirin ku ew jî ji 17 (5-7-5) kîteyan pêk tên. Di sedsala 16an de derketiye û di ya 17 û 18an de bi pêşketî belav bûye. Naveroka xwe bi granî ji xwezayê, ji demsalan û ji mirovan distîne. Rista yekem û ya dawî bi hev re têkildar in û her yek ji 5 kîteyan pêk tê. Hokku, hayku, haikai jî tê gotin. Haikunivîsên navdar Matsio Basho, Taniguchi Buson, Kobayashi issa û Masaoka Shiki ne. di nav wêjeya kurdî de jî wê cureyê helbesta japonan berken bereh dinimîne. xwedê jê razî îmad bernas jî derheqê haikuyê de ji berken bereh agahiyên xweş standiye. |
|
25.03.2015 15:58 |
remlavêj
|
2. Pirtûkeke Kawa Nemir bi vê şêweya helbesta hatiye nivîsandin. (bnr: morana gerdûnê / bayê labûtê) |
|
13.01.2020 23:19 |
xwelî li ser
|
3. Li bakurê kurdistanê cara yekem şa'îr (bnr: berken bereh) haiku nivîsandîne, lê ev haikuyên wî di kovaran de hatine weşandin. cara yekem haikuyên (bnr: kawa nemir) wekî pirtûk hatiye weşandin. |
|
13.01.2020 23:25 |
lehî baranyan
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |