Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kutilk - tirşik
kutilk
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê xwarinekî ye.

Li heremên cuda ji hev cihê tê binavkirin. Di tirkî de jî jêre dibêjin îçLî kofte.

Xwarinek gelek xweş e. Xwedê jê razî dayika min beriya 2 mehan ji min re tibabekî amade kiribû û avêtibû dolabê. Mehek sax ez pê xenî bûm.

(bnr: xenî bûn) *



(bnr: peyama 3000emîn ya tirşikvanan)



26.03.2015 00:16 ~00:18 | brusk56

2. (bnr: kutilk)



26.03.2015 09:44 | xendekî

3. li cem me em dibêjin kuftik, gelo kes dizane kîjan rast e û kîjan çawa bûye ya din.



26.03.2015 11:46 | mergehez

4. kufte peyveke bêhtir farisî ye, kutilk bêhtir kurdî ye. Li botanê peyva kufte an kuftik nîn e, tenê kutilk heye. Lê herdu jî ji hev ne dûr in, li gor wîkîferhengê rayê herdu peyvan jî kutan ango kutandin e.



26.03.2015 12:31 | xendekî

5. peyva ku dihokî û zaxoyî zî fenanî botanîyan bi kar tînin. Lê haya serhediyên feqîr jê nîne. min îro ev xwarin xwar. tehma wê ne xerab e. lê wekî her tiştê li kurdistanê, ev yeka jî li gorî her dew û deverê guherbar e. her kes tişta li ba xwe berdest diêxe nîv kutilikê. lewma jî her herêm cihê çêdike.



26.03.2015 15:58 | serhednişîn

6. li hekkarî yê gelek têt çêkirin.dayîka min gava çêdikir silk jî diavête nav da.nekû di nav kutilkan , diavêt nav şorbeya wê,ava wê.digel silkan tama wê digehijte asta bilindtirîn.ax ax ev e 3 an 4 sale min nexwariye.ez bi xerîbiyê de bimîzim bila ..!



26.03.2015 19:49 | vêca çiyeeee

7. agahî: navê mijarê weke "kutilk", hate guhertin.



li ber dilê bavê min xwarina herî xweş e. lê li gorî çêkerê wê, carina ji hev gelek cûda ye.

em di nav avê de dikelînin lê hinek nav ronê de diqelînin.



26.03.2015 21:46 | simurg56

8. Hevalên tirk dema tên û dibejin em dixwazin kurdî fêrbibin û biaxivin, ez dibejim hay hay.. Ka bêje "ez kutilk dixwazim" dibejin êz kütülük duhayzim, û dibe tîqtîqa min *



26.03.2015 21:55 ~21:56 | kevçiyê dil

9. (bnr: az kotolok doxwozom)



26.03.2015 22:09 | ceso

10. xweştirîn xwarina cîhanê ye..

lê xwarineke bêbext e, çêkirina wê zehmet e

belkî hatiye li serê her kesî, dema ku ji xeribiyê têm amedê, hemû jinên malbata min, min bo xwarinê vedixwînin mala xwe lê beriya ku biçim, dibêjin te çi divê? em çi dipêjînin ji bo te? tavilê dibêjim kutilk! dibêjin ma ne ewqas loo te tu jî gûyê wê derdixî!

ma madem çênakî çima dipirsî devşorbe?



26.03.2015 22:31 | ferhenga şikestî

11. kutilk heyi û irok heyi ez tim û dayim wan şaş dikim.min ji dîya xwere go cudatîya vana çiye go: ''sindikê wan ne yekî '' lê belê ji minre ne gringe ez li xwarina xwe dinerîm *



27.03.2015 01:02 | jiyanê qoserî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kutilk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî