Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 7 peyam
    kampanya pêşniyarkirina tirşikê ya ji bo lîsteya hevalên xwe yêm facebookê - tirşik
    kampanya pêşniyarkirina tirşikê ya ji bo lîsteya hevalên xwe yêm facebookê
    (3) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. kampayake nû ye.

    Tirşikçînooooo, wî biborin tirşikvannnoooo!!

    Heyhoooooooo, me go ka deqekî werin em kampanyakî bidin destpêkirin.

    werin em peyameke xweş amade bikin, dûvre di facebooka xwe de komeke axaftinê vekin û wê peyamê do carekî ji hezar kesan re bişînin, axir çend hevalên mirov hebin.

    tiştek ji me kêm nabe. karê deh deqan e.

    1-
    Bila yek ji me peyamekî amade bike, an jî yên bixwazin bila peyamekî amade bike, em peyama herî baş hilbijêrin.

    2-) Dûvre ji mesengerê an jî rasterast ji malpera wê facebookê têkevin hesabê xwe, komeke axaftinê çêkin û hemû hevalên hilbijêrin.

    3-) Wê peyama amade ji wan kesan re bişînin.



    We got çi? Ez amade me ji bo tirşikê?



    2015.03.26-09:21 | xendekî

    2. (bnr: kesên ku xwe ji facebookê afaroz kirine)



    2015.03.26-10:52 | ceso

    3. kampanyaya ku peyamek wisa dikare were bikaranîn ;



    "hevalên min ên hêja ên kurdihez !



    li ser înternetê, bi navê tirsik.net ê ferhengek înteraktîf vebûye. ev ferheng yekemîn û tekane ferhenga înteraktîf a bi kurdî ye. heta niha ji hezar kesan zêdetir kes bûne nivîskar û dinivîsin.

    ji kerema xwe re hûn jî werin û bibin endam. "





    2015.03.26-12:02 | brusk56

    4. kampanyaya ku belkî piştî salan, ji bo xatirê wê tenê têkevin facebooka xwe.



    2015.03.26-20:24 | simurg56

    5. Kampanya ku nizanim çima tirşikvanên din nêrînên xwe diyar nakin?



    2015.03.26-20:44 | xendekî

    6. ya rastî kampanya jî ne hewce ye, em di vî warî de piçeke qels in..

    mesele tu her roj ji tirşikê lînka mijarekê bidî bi demê re çavên her kesî/ê wê hînî vê tevgerê be, bivê nevê dê bala însanan bikşîne

    li xwe mikur werim ku hetanî niha min bi tenê sê-çar car ji tirşikê lînk daye..

    not: bi taybetî jî em serê carê bêî deng û pêjn lînka mijara nivîskaran bidin û navê wan jî etîket bikin, bi a min baştir dibe..

    ne hewce ye em mîna çîngeneyan bikevin meydanê, hama em kodên tirşikê di binhîş û derhîşa kurdan de bixemilînin bes e bi min



    2015.03.26-22:57 [guhertin:2015.03.26 22:59]| ferhenga şikestî


    8. Kampanyeka weke vê îşev min li ser whatsappê çêkir. Min ji 20 kesên kurdîzan re ev peyama amade şand:



    Internette Kürtçe Rehber: Tirşik



    Here lînkê

    Tu çima nayê tirşikê, Were tu jî binivîse



    "Ev reklam e"



    2015.03.26-23:35 [guhertin:2015.03.26 23:55]| xendekî

    9. eger sûdê bide (bnr: tirsik.net)ê, ez amade me pêşniyar bikim. lê ger troll be, serê me neêşînîn babyfeysler



    2015.03.26-23:50 | wiha wilo wisa

    10. ez bixwe gava kurdînûsek dibînim,dumahîka sohbeta xwe pêşniyaza tirşikê bo dikem.hem di alema sanal hem jî alema real.gelek kes ji ber navê wê gelek tirşikê diecibînin.meraq dikin û têdikevin tirşik ê.belê nizanim boçi nabin nivîskar û hema wisa careka dî tênakevin tirşik ê.



    (bnr: xezeba xudê li ser wan bît)



    2015.03.27-13:03 | vêca çiyeeee

    11. kampanyake weke ya îro min li cizîrê kiriye. ev wêneyê li jêr min li hin cihên cizîrê ve kir, de pîroz be:



    tirsik.net

    Ferhenga Înteraktîv a Kurdî

    "hevalên hêja ên kurdîhez!

    li ser înternetê, bi navê tirsik.net’ê ferhengek înteraktîv vebûye. ev ferheng yekemîn û tekane ferhenga înteraktîv a bi kurdî ye. heta niha ji hezar kesan zêdetir kes bûne nivîskar û dinivîsin.

    tu çima nayê, ji bo biçûkêt kurdan çend tiştik miştikan nanivîsî?"

    “bikeve google’yê, tirsik.net binivîse, bibe endam û binivîse!”



    Dirûşmeyên Tirşikê

    [ tirşik, ne bêxwedî ye! ]

    [ min tirşika te xwaro! ]

    [ tirş e, lê ne tamsar e! ]

    [ peşiyê gotin hebù naha jî tirşik heye! ]

    [ de ka were vê tirşika bê sevar bixwe ha! ]

    [ her mirov dê rojêk li tirşik tehm bike! ]

    [ bixwe tirşik, nebe qirdik! ]







    2015.04.03-16:13 [guhertin:2015.04.03 16:14]| xendekî

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    germbûna global [1]
    germbûna ku li welatên wek endonezya û hindîstan û antartîka hêdî hêdî...
    lêkerên bidaçek [1]
    ew lêker in ku pê re divê hin daçek bên bikaranîn, da ku wateya wan ta...
    aktîvîteyên ku tenê nikarin werin kirin [1]
    Şer e, gerek e du heb kurd werine ba hev....
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
    ka li tehma wê binêrin, weke cixare li mirov dike, nikare dev jê berdî...
    aktîvîteyên ku tenê nikarin werin kirin [1]
    (bnr: pişt xurandin)...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kampanyaya şikandina rekora peyaman a tirşikê
    » tirşikê de vekirina mijarên nû, çawa ye
    » lîsteya fîlmên baștrîn yên ss21.
    » hevalên min yên kurd jî hene
    » xwedêgiravîkurd
    » yemen
    » facebookê de peyama yekemîn a ji bo hev nasînê

    Kategoriyên mijarê:: tirsik calaki
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî