Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
duolingo - tirşik
duolingo
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malpareki pir başe lé belé zimané kurdi tida tuneye. merivén ku tida xizmet dikin bidilêxwe u bé pere di xebitin. Eger ku hinek hevalén me ji bo me kurdan xizmeteki wusa bikin wé zimané meyé delal ji wé platforméda cîbîbîne. Lînka malper

Here lînkê



27.03.2015 17:45 | tîrejên rojê

2. (bnr: xwezî farisÎ jÎ hebÛya)



22.02.2017 16:24 | gulêê

3. sepan û malpereke pir kêrhatî ye lê axleb ji bo kesên îngilîzî zanin re. ji bo beşa îngilîzî çend heb ziman heye nizam.



18.06.2017 23:57 | tizbîkêş

4. bernameya min nêt kir dest bi fransîya wê bikim lê dibêm qey gavekê jî pêş de neketim :/

ji bo îngîlîzî jî min wê bi kêr hatî nedîtibû lê piştî fransî êdî bawer nakim kes bikare ji duolingo, ji serî de hînî zimanekî bibe.



29.12.2019 23:20 | berxweda

5. kêrhatî nîn e.
min wextek bi kar anî lê bi kêr nehat. ez dibêjim qey mirov heya bi qaxiz û pênûs nebe nikare fêrî tiştekî bibe. çimkî mirov zû ji bîr dike. hevaleke mi hebû belkî ji saleke zêdetir vê sepanê kar anî lê piştî salekê ew jî dev jê qera çimkî hîç tiştek fêr nebû. ew digot qey bi sepanekê dê fêr bibe lê ez bi çi qasî İngîlîzî bizanibim aniha ew jî hew zane*



30.12.2019 09:53 | ferhenga şikestî

6. ji bo esperantoya min gelek kêrhatî bû. min hemû darê esperantoyê qedandibû û piştî xelas pêbaweriyek berçav pêk hatibû. lê wekî li jor jî hatiye gotin, ji kesên sifir re tu xêra vê sepanê tune ye, xîtabî wan kesên dike ku berî kar bi wê bikin, wextek têra xwe li kitêb û defteran mijûl bûne. dema min dest bi karpêkirina duolingo kiribû, ez hemû rêzimana esperantoyî şixûlîbûm.

rêbaza "dîsa û dîsa"yê xweş disepîne ku piştî xelaskirina beşekî, mirov hemû peyv û hevokên tê de ne, ji ber dike û heke di qadekê din de bên bikaranîn, hînbûn dibe mayînde ku ji xwe armanc mayîndebûna pêvajoya (hêrana) hînbûnê ye.

ji bo kurdî di nav guftûgoyên zimanan de beşin hene, lê ne têra xwe û domdar e. salê du sê caran kesin derdikevin daxwazên xwe bi lêv dikin û diherin.



30.12.2019 20:11 | biruya hayao miyazaki

7. ji sedî çilê wê qedandim lê dîtim ku hertim heman tişta hîn dike. peywên nû hîn nakê. ji bo wê duolîngo berdidim.



16.07.2020 19:03 | lonw karda

8. Heger hûn bixwazin ji bo peyvên nû hîn bibin (bnr: memrise) pêşniyar dikim.



16.07.2020 22:38 ~22:40 | dilreş

9. Duolingo sepanek serfiraz e. Ger hûn qelpî nekin,hûn ê tiştek fêr bibin



16.07.2020 22:47 ~22:47 | dilreş

10. ez tiştekî nû hîn bum ku duolingo wergerên bikarhenerên xwe ji bo wergerandina nûçeyan bikar tîne. ji xwe damezrênerê duolingo Luis von Ahn li teknolojiya captcha de jî bersivên bikarhenaran ji bo dijitalize kirina pirtukan bikar aniye û bi xêra wî ji salekî de 2.3 milyon pirtuk hatiye li internetê zêde kirin.
bi rastî tiştekî ecêb û asovekir* e

Here lînkê

belkî rojek wî metot ji bo kurdî jî were bikaranîn.



05.12.2020 19:10 ~19:12 | lonw karda

11. sepana go damezrênerê wê ji bo qezenckirina debarê sîstemekê gelek baş dîtiye ye. Ji ber go Duolingo servîseke belaş e, divîya bi şiklekî pere qezenc kiriba. Damezrêner Luis von ahn jî, beşek nivîs dide ber bikarhênerên xwe û ew jî werdigerînin. Helbet piştre duolingo van wergeran hebkî sererast dike. Fikrekî zahf baş e.



05.12.2020 21:43 | hueyn

12. sepana ku 5 zimanên din (Haitian Creole, Zulu, Xhosa, Tagalog and Maori) li kûrsên xwe zêde kiriye lê belê hê jî kurdî weke nîn e dihesibînin.

Here lînkê



22.08.2021 01:22 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» duolingo

Kategoriyên mijarê:: ziman malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî