Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan - tirşik
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan
(17) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mêrê ku tenê di filman de dikare were dîtin.

ji xwe rastiyê de hebe jî ew ê tu caran ne kesek kurdîaxêv be. ji kurdekî tiştek wisa hêvî nekin *



27.03.2015 19:32 | brusk56

2. (bnr: mixabin)*

(bnr: ☝️)



edit: ez hê nezewicî me lê xeyalekî min ê wisa heye ku hemû îstatîstîkan serobino bikim.*



27.03.2015 19:40 ~20:10 | ceso

3. Piştî di nava kurdan de asta azadiya jinan pêş ve dikeve hejmara wan her diçe zêdetir dibe. Bûyereke gelek romantîk e. Ez bawer im jinka kurd jî rasta vê were dê lotikên xweş bide



27.03.2015 19:48 | bijêrvan

4. sembola mêrê romantîk e. lê ya min ecêbmayî dihêle li ser nivînan taştê-xwarin e. hun bi xwedê kî hevalno çi xweşiya wê heye?



28.03.2015 14:29 | azadixwaz

5. Mijara ku ez vî sibê evîndara xwe ra ser têr axivîm û têr kenîyam

(bnr: serê me bilindtir tiştek nexwazin)



28.03.2015 14:34 | quşxaneli


7. (bnr: paşê min got what the fuck)



28.03.2015 14:39 | vêca çiyeeee

8. Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ser çiyayên Kurdistanê şehîd ketibûn, yên din jî nizanim li ewropa an li stenbolê bû diman.



Ew û jina xwe fatmelek tenê diman, odeyeke wan û mitfeqeke wan hebû, mirîşk û çîçikên wan û çend avîkên wan hebûn.



Emrê wî li gor texmîna min ji 60'î rihet bihurîbû, qutestûr bû, ango bejna wî kin lê xwe bû, xurt bû. Jina wî belkî jê mezintir be jî ez wê baş nizanim lê jê ketîtir bû, çavên wê baş nedidîtin, gelek nexweşiyên wê hebûn û pir yextiyar dixuya nedikarî zû hereket bikira. Lê xalê reşîd di wî emrê xwe de gava di nava gund de diçû dihat dengê xwe bilind kir wileh wileh gund dihejiya, hemû gundî ji xew şiyar dikirin.



Ji ber ku li gund tena serê xwe diman diviyabû debara xwe bikiran, xalê reşîd jî ji ber wê di wî emrê xwe de diçû ber garana gund, sibeh zû xwe ji tara banî diberda tara xwarê kopal bû an tenê darek bû herdem di destê wî de bû diavêt ser patka xwe bi herdu destên xwe jî xwe pê digirt û seet pêncê sibê digot "heeeyhêêêêê gundîno de rabin" bi dengê wî yên di xew de radibûn, çêlek didan hev û garana xw dibir êvarî jî dianî.



Rojekê palehiya wî hebû, feqîro hinek erd çandibû û ji ber ku kesê wî nebû hat ji ciwanên gund alîkarî xwest, axir ez jî navde qederî pênc şeş kesan em çûn alîkariya wî, ez bawer im heta nîvro me lê da û me xilas kir, axir em hatin, vêca te dî edet e gava te hinek birin alîkariya xwe nîvro jî mirov xwarinê dide wan, em birin mala xwe, belkî ew cara ewil bû ez çûm mala wî de, rabû wî bixwe çû hêk anîn dims anî çaya xwe danî ser, hêkedims ji bo me çêkir (ji ber ku li mala wî tişteke din tune bû), te dî jina wî nikarî çêke, ser wê westandina xwe ve, ser wî emrê xwe ve hat ji me re tiştnin amade kirin, me xwar em çûn malên xwe.



ka mijara me çi bû, ha vêca wî zilamî, wî zilamê 60-70 salî ji me re jî xwarin çêkir, ji jina xwe ya kor re jî xwarin çêdikir, serê wê dişûşt, her tiştê wê jinikê ew zilam bû haaa, mêrê kurd ew zilam bû, xalê reşîd bû, bavê du şehîdan, di nav feqîriyê de bû.



Piştî çend salan xebera mirina wî hate min, ez li Cizîrê bûm, rojekî ew zilamê weke çiyayekî ew zilamê bi dengê xwe yê 60 salî gundek ji xew şiyar dikir di carekî de mir, çîkek li dilê wî dabû, qrîza dil derbas kiribû, axir xwe negirt, ew laşê ji barê dinyayê westayî xwe negirt û ji me ji xendekê bar kir çû. Paşî zarokên wî yên hatin diya xwe birin û xalê reşîd bi dengê xwe ji kolanên xendekê winda bû.



28.03.2015 16:00 ~16:05 | xendekî

9. ger jina meriv nexweş be an daxwaz bike merivê rabe ser û piyan jî çêke çima *



17.04.2016 00:16 ~00:38 | shorbevan

10. Bila mêr, mêrantîya bi rastî bizanibin : Bila mêrantîyê ara şeqa xwe da negerin, bila mêrantîyê bi zorbatîya li ser jina da test nekin,

Bila pêşîya mêrantîyê bikaribin kelepçeya beşerîyê bişkînin û bikaribin bibin mirov û hwd

Ne hewceyê taştêya sibeha li ser nivîna ye.

Xwezî pirsgirîk taştêya li ser nivîna buya hema.



17.04.2016 00:53 | bûtîmar

11. Ne bila mêr bi tenê serê xwe çêke ne jî jin. Bila bi hev re çêkin û têr bixwin (:



17.04.2016 10:21 | gulêê

12. Gava diya min nexweş bû êvarê na lê nikaribû şeveqê rabê taştê amade bikê. Ew karê min bû. Min çêdikir. Û dema meha remezanê paşîvê jî min amade dikir. Ji nan û avê hetanî hêk û bacan û nizanim xeyara hemû tenê min danî û pê re herkesî şiyar dikir. Pişt re jî firaxan herî zêde xwişika min dişûşt min jî sofre dirakir carinan jî min dişûşt. Pê re gava ku ez li mal im di her sê danan jî sofrê ez dideynim û firaxan tînim û dibim. Nan tînim av tînim, dibim. Kevçî û badînan rêz dikim. Yanê hema çi nîn e çi lazim be ez jî alîkar dibim em bi hev re çêdikin. Carinan erdê bi gêziya ceyranê re dimalînim, paqij dikim. Heta heta wîleda dibêjin, ewî jî min ne zehf lê çêkiriye. Carinan malê didim hev. Diçim market û bazaran. Nan dikirim.
Ji bo zilamtiyê jî kes nikare li ser gotinê min de tiştek bibêje. Di nav malbatê min û hevalên min de jî insanan ji min şerm dikin, dipelikînin. Ez li hemberî wan jî sofrê dideynim, dirakim. Çay tînim. Servîs dikim. Sofre paqij dikim. Şekalê wan dirakim, dideydim. Lê dîsa jî li hemberî min ne rihat in. Çawa ne rihet in yanê dixwazim bêjim ji min fedî dikin, her tiştî nikarin bêjin, henekê ku li her kesê re dikin nikarin bikin. Hezkirina xwe zêde hêsanî nikarin nîşan bidin. Li hember min wilo giran in.
Yanê arîkarî dana mirovan ji mêrîtiyê mûyek nabirê. Berovaji mirov hêj mêr dibê, dibe şa mêran.
Jixwe di navbera insan û heywanan de têveliyekî herî girîng piştgirî û alîkarî ye. Insan alîkariya û piştevaniya hev dikin. Ezperest nîn in. Heywan egoîst in. Tenê ji boy xwe dixebitin, tevizandî ne. Ji nav ajelan de jî herî zêde egoîst, tevizandî û xwerenedît beraz e. Ji ber wê yekê ji bo insanên ku tenê ji xwe re xwaz in û xweparêz in dibêjin wekî barazan e. Yan jî dixun û vedixun nabêjin pêşmirovên me çi dixun, cîranên me çi vedixun re wekî beraza dixwin tê gotin. Ewan jî şa beraz in. Ez çi bikim ewan hilbijartineke wisa pêk tînin.

Edît: birina ser nivînan na lê belê amadekirina taştêyeke xweş insan li gorî min carinan divê bike.Min evê jibîr kirî bû: ).



24.05.2017 15:10 ~15:19 | rûbar

13. mêrê ne kurde. ji ber ku nav kurda de mêreke wusa nîne. mêrê kurd kiribe jî ji ber mecburiyetê kiriye. ji ber ku ev çanda me de nine.



24.05.2017 19:41 | kanî27

14. rewşa ji bo kurdan gelek bi teşqele ye. ji ber gelek mêrên kurd taştê naxwin îca ji jina xwe re taştê amade bike û bibe ser livînan *



25.11.2019 00:41 | berxweda

15. Mêrê ku nizanim armanca wî çiye. Wek însanan bila sifre dayne bes e. Li nav nivînan taştê tê xwarin???



25.11.2019 00:43 | biaqila malê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêrên zewicî dara șikestî ne
» jina ku ji bo bîrayekê 24 kîran dialêse
» xwedê meriv gav lavê xwe mehrûm neke
» taştêya serê sibê
» amadekar
» diken.com.tr
» dibejim
» serê pizikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî