Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 18 peyam
    gêre - tirşik
    gêre
    (2) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. Wekî ku her kes dizanin gelek herêmên ku Kurd lê dijîn çîya, zinar, mêrg û zozan in. Gelek Kurd jî li gundan dijîn ji ber vê yekê debara gelê herêmê li ser heywan xwedîkirin, daristanî û çandinîyê ye. Him ji ber ku li herêmê çîyayên bilind û zinar gelek hene, him jî ji ber bêxêrîya desthilatdarîyên berê; rê, ceyran û av dereng ji wan gundîyan re çuyîne. Lê dîsa jî hewce dikir ku ew welatî bixebatin da ku jîyana xwe derbas bikin.



    Belê wekî ku me nivîsî, riyên ku diçûn gundan xerab bûn an jî qet nehatibûn çêkirin. Ji ber vê yekê tu teketor û patosan nikarîbûn herin gundan, gundîyan jî karên xwe yên gund bi hesp, hêstir, ker, mehîn û gayan dikirin. Karek ji van jî gêre bû. Dema dexil, genim, nîsk, ceh, nohk û fesolê didurîn gurz gurz girêdidan, li ber tavê di rayêxistin da ku zû zuwa û hişk bibin da hêsan bêne gêrekirin. Lê belê dema em dibêjin gêre, ewil gêra dexl û genim tê bîra me, wextê genim û dexil ji alîyê paleyan ve dihat durîn ewil dikirin gurz, paşê jî ew gurz dikirin gidîş da ku çuçik û teyr û tewal genimên di nava gulîyan de nexwin. Dema wextê gêrê jî dihat, rojekê berê gidîş xerap dikirin û gurzên genim dikirin rêzik da ku serê gurzan yên di nava gidîşê de mayîn jî hewa werbigirin û hişk bibin. Paşê an bi dewareka bi darqetk, an jî mirovan bi pişta xwe dikişan ser bêderê û li nava bêderê belav dikir. Serê sibehê 4-5 ga û dewar kom dikirin da ku pê gêrê biken, paşê ewil bi werîsekî wustê gayekî bi stûna di nava bêderê de girêdida û ga û dewarên din jî li ser wî gayê bingêrê bi hev re girêdidan, hêstir an jî hespê ku herî xweş dibeze li serê gêrê girêdidan, da ku xweş bibeze û weywanên di jî bibezîne. Dema ku dewar û ga di bêderê de li ser genim bilez dizivirîn car caran dizibilîn ser bêderî wê gavê kî li dûv dewar û gayan bûya wî ew zibil bi destê xwe diavêt der bêderê. Lewra hemû deman kesekê ew dewar û ga diajotin heta ku gêre dawî dibû.



    Heta danê nîvro gêrê dewam dikir da ku genim û ka ji hev cuda bibe. Dema ku genim û ka baş ji hev cuda dibû gêrê betal dikir dewar û hêwanên westîyayî diberden ser av û zevîyan. Paşê paleyan bêhna xwe vedikir, kevanîya malê jî ji wan re firavîn û çay dianî. Piştî ku paleyan bêhna xwe vedikir û firavîn dixwar paşê radibûn nimêja xwe ya danê nîvro jî dikirin û dest bi komkirina bêderê dikirin. Gava mêvanek dihat ser bêderê ji xwediyê bêderê û paleyan re digot: ‘Bêdera we ava be, Xwedê qewetê bide we, xwediyê bêderê jî ji wî re wiha bersiv dida: Mala te ava Xwedê ji te razî be, rehma Xwedê li ser te, dayîk û bavê te be. Gêre bi berfîk, bêr û şeneyan li başurê bêderê dihat komkirin. Çimkî piştî nîvro ba ji alîyê başur ve dihat. Paşê bi şeneyan ka dihilavêt ber bayê, ji ber ku genim giran e û ka jî sivik e genim diket cihê xwe û ka jî diçû wêvetir. Heta ku genim û ka hemû ji hev cuda dibû wê hewl û xebatê dewam dikir. Car caran ba nedihat. Wê demê zarokan wiha digot: ‘ Emero gulalî zero bay berde’. Wexta genim û ga ji hev cuda dibû ka li serê bêderê, genim jî li binê bêderê kom dibû. Paşê jin û mêran li binê bêderê genim li bêjingê dikir da ku ji qirş û gelêş baş paqij be, zarokan jî li serê bêderê bi telîs û tasta ka dikêşa kadînê. Piştî ku genim di hat paqijkirin bi tenekan dipîvan û dikirin hundirê telîsan, her telîsekî 3 tenekeyên genim dikirinê. Paşê jî ji birayên xwe yên misilman re zikata genimê xwe rêdikirin. Serê 10 tenekeyên genim tenekeyek zikat didan feqîran.



    2013.07.24-14:47 | endazer

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.10-00:00 | tevnepirk

    3. Weke ciza û işkenceyekê; gêre. Gêra stirîya/diriya. Mirado di destana seyrê û eliyê mamed de dibêje.



    2015.01.10-03:50 | seydayê_peyvan

    4. li cem me (sêrt) ji bo cihên qerebalix û tevlîhev jî tê gotin.



    2015.02.02-17:19 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
    beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
    duyemdest [1]
    peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
    peyv û gotinên ku tirşikê derxistine [1]
    (bnr: teknofehşo) (bnr: firat wergerî)...
    di xewnên şevan de [1]
    Helbesta Cegerxwîn e ku ji aliyê yunus dişkaya ve wek stran hatiye got...
    tirşikvanên ku dixwazin li ber destê dr.simurg tedawî bibin [3]
    ez im ew kes. çendekî ye ku nizanim çavê kî ye li min ketiye û bi nexw...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gêre jê rakirin

    Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî