Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 83 peyam
ji bo pergala tirşikê pêşniyarên tirşikvanan - tirşik
ji bo pergala tirşikê pêşniyarên tirşikvanan
(5) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Ji bo tirşik xweştir û geştir û biqelîte bibe, divê tirşikvan jî hinekî xwê têxe tirşikê. Ji ber vê yekê û ji ber hin tiştên ku baca min jê tê ez ê pêşniyarên xwe binivîsim. Li gorî tiştên guncaw e. De êdî biryara simurg56 beg e.



1- beredayîtiya dana bnryan:

Kengî di tirşikê de li mijarekê dinerim, ez liqayî bnryên tewşomewşo têm. Divê êdî astengiyek ji bo vvan bnryan bê danîn. Yanî divê peyam bes ji bnryan pêk neyê. Carinan bnr hewce dike. Ji bo wan bnryan jî divê pejirandin were.



2- kêmasiyeke tirşikê ye ku gelek nivîskar di peyamên xwe de tenê du sê peyvan dinivîsin Û bi wî awayî diweşîne. Ev jî dibe sedem ku qelîta tirşikê bikeve. Ji bo vê pirsgirêkê jî min çareseriyeke wisa dît: weke di twitterê de em jî sînorekî ji bo peyaman amade bikin. Û ger nivîskar vî sînorî derbas neke bila peyam neyê weşandin. Mesela 100 tîp



Hûn jî pêşniyarên xwe bilêv bikin tirşikvanno!



28.03.2015 14:49 | mergehez

2. (bnr: pêşniyar an pêşniyaz)



28.03.2015 15:23 | remlavêj

3. pêşniyazêt ku mergehezo nançû kirine ya yekem teqez mantiqa wê tune ye.erê dibît ku hindek caran bnrên beredayî bên kirin lê gelek caran bnrên gelek baş û komîk û balkêş têne kirin.



ya duyem bi mantiq e.bi min jî gelek caran peyamêt kurt bêqalîteyî ye ku ez bixwe jî gelek caran peyamêt kurd rêdikem.ew jî maye bo hezretî sîmûrg56.



28.03.2015 15:29 | vêca çiyeeee

4. pêşniyarên gelek pêwist in.

ger em werin yên li jor, bi ya min jî pêşniyara ewil ne guncan e.

ya din jî cihê pirsê ye. li gorî formata ferhengên înteraktîf peyam dikarin tenê ji bnryek jî pêk werin.

yanî av astengkirin, li dijî formatê ye. Here lînkê / mînaka 5.emîn



carina daxwaza dana bnryan tenê beralîkirin e. weke mînak di bin mijara "apo" de em nekarin bnr ya "abdullah ocalan" bidin??



28.03.2015 17:27 | simurg56

5. bila kategoriya 'yên din' bête vekirin, yanî opsiyonên di nav klasora yên din de hatin zîpkirin bila li ser şerîda reş bên rêzkirin, cî heye.

herdu pêşniyarên di peyama pêşiyê de ne maqul in.

ji bo mirovek di tirşikê de bikaribe bibe nivîskar krîtera 10 peyaman li gorî min bi serê xwe ne bes e di tirşikê de hin nivîskar hene ku ji aliyê rêziman û rastnivîsa kurdî ve gelek kêmasiyên wan hene, li gorî min kesên ku bi kurdî baş nizanibin jî divê çomez bimînin. dîsa hin nivîskar hene tenê ji bo laqirdî û kêf û henekan di tirşikê de dinivîsin, derheqê mijarekî de agahî dan ji wan re ne xem e. li gorî min pêwist e naverok û kalîteya peyaman jî divê krîterek be.



28.03.2015 17:53 | xwînhingivîn

6. ji bo pêşniyara vekirina menûya yên din; erê cî heye ji bo wan menûyan jî lê di komputeran de. di telefonan de dibe problem. yanî ne problem lê xweş xuya neke. dîsa jî dikare were nirxandin, ger gelek kes bixwazin, bila wisa be.



28.03.2015 18:31 | simurg56

7. Ji bo dana bnryan divê krîterek hebe. Hekena dê tirşik bi bnryên vikîvala tije bibe. ji ber ku dana bnryan, ji nivîsandina peyameke biqelîte hêsantir e, nivîskar hema bnryan dide û dielime vê yekê. Piştî wextekî êdî dibêje qey armanca wan dayîna bnryan e.

Ji bo beralîkirin an jî mijarên dişibe mijarê, jixwe meriv nikare astengiyekê têxe. Derdê min bi bnryên beredayî re ne.



28.03.2015 21:06 | mergehez

8. agahî: standartîzasyona menûyan çêbû. êdî menû di hemû beşan de, yek e.



28.03.2015 22:06 | simurg56

9. ji ber ku ez li ser malpersaziyê zêde tiştekî nizanim,wê çawa bibe, dê bixebite, nexebite an hinekî bixebite, nizanim lê ji ber ku mentiqa malpersazî û bernamesaziyê weke hev e, dixwazim ji bo kêmkirina bijkokan pêşniyarekê bikim:

1- ji bo vîdeoyên youtubeyê ne hewceye meriv pêl li bijkokekê bike, dîrek lînk bide bes e,

2- ji bo wêneyan divê meriv lînka wêneyÊ di hindurê ( wêne: )'yê de binivîse,

3- ji bo lînkekê jî divê di hindurê ( lînk: )'ê de bê nivîsandin..



ez pêşniyareke wisa dikim: bi fonksiyonekê meriv dikare ev her sê tiştan jî li gorî daxwaza xwe veke. yanî tiştê ez dibêjim ew e ku nivîskar dê her sêyan jî tenê di hindurê tag'ekê de binivîse û eger lînka wêneyê be dê wêne, vîdeo be dê vîdeo, dûz lînk be dê lînk vebe..



lînkên vîdeo û wêneyan sabît in. weke mînak:

https:// www.youtube.com/watch?v=yUsY9YrYQM0

https:// youtu.be/yUsY9YrYQM0

http://upload.wikimedia.org/wikipedia/tr/a/a9/Kaptan_Resim_3.jpg



ji bo youtubeyê jixwe tenê du cure lînk heye; ji bo wêneyan jî sê çar tîpên dawîn divê formata wêneyê be felan. jixwe ne ev herdu cure bin wê çaxê dê dûz lînk be..



simurg56 tu dibêjî çi? alîkarî lazim bibe hertim li vir im..



14.04.2015 00:57 ~00:58 | mergehez

10. divê vîdeo û wêneyên di nav peyaman de jî wekê spoilerê veşartî bin, yên ku bixwazin dikarin pêlê bikin ji xwe re vekin û têr lê binêrin û darî bikin..



14.04.2015 01:00 | endazer

11. ji lord sîmûrg(plaqaya tirkana sêrtê) dixwazim bila gava bo mirov çeppik an reşşik an ecêb tê dayîn bila pergal bêje "ji te re .... hat dayîn".anko bila xeberê me pê hebe.wekî din em diçin pê li vebijêrk ê dikin û diçin "ez" ê û .... dawîn ditikînin û ha babam ha..welhasil gelek dirêje.tu jî dizanî em (bnr: stalker)û egoîst û jixwe gelek hezdikin.vêca ezbenî guh bide pêşniyaza min bila canim ? *



14.04.2015 01:11 | vêca çiyeeee

12. ne tenê wêne û vîdeoyan eslê xwe de mirov dikare hemû lînkan bi spoilerê veşêre, dema yek spoilerê veke jî, hingî em bêjin, lînk ya nûçeyekî ye, mirov dikare du sê hevokên destpêkê ji lînkê nîşan bide, ev sîstema ez behsê dikim di twitter û facebookê de heye..

bi vî awayî hem dîzayna tirşikê ji hev nakeve, hem xwendina peyamên tê de wêne û vîdeo û lînkên xaricî heyî wê hêsantir bibe.. te go çi simurg56?



14.04.2015 01:21 | endazer

13. weke bersiva pêşniyaran;



mergehezo nançû; tişta ku tu dibêjî erê wê xweş be, lê ne ewqas hêsan e. divê jê re demek dirêj veqetînim ku bikar ji nêv derkevim. ji ber ku niha wê pêwist be em 60.000 peyamên heyî jî werin serrastkirin. îşelleh di pêşerojê de.



endazer; pêşniyara ku bila wêne û vîdyo jî weke spoilerê were nîşandan pêkan e. min vê taybetiyê amade kir û wê di versiyona nû de were weşandin. lê jixwe vêga jî ger mirov bixwaze dikare di rûpela eyarên xwe de nîşandana wêneyan betal bike. lê dîsa jî wê di versiyonan nû de wêne û vîdyo jî weke spoileran werin veşartin.



vêca çiyeeee; jixwe dema mirov têketinê bike, di rûpela profîlê de agahiya weke ka ji te re çend çeppik, reşşik, an jî dengên ecêb hatine tê nîşandan. weke tiştek çawa dibe nizanim.



14.04.2015 17:53 | simurg56

14. Piştî xwastinên di mijara sedemên reşşik an çeppikên peyaman de min got ka ez pêşniyarekê bikim. Li gorî min %100 pêkan e. Wiha ye:

Dê di eyar(mîheng)ê de vebijêrkeke wiha hebe: tu dixwazî sedema dengdayînê binivîsî? (Heke ku tu bikî erê, dema ku te deng da peyamekê dê paceyek derkeve ji bo nivîsandina sedemê)

Dê xwediyê peyamê tenê sedemê bibîne. Yê/ya ku deng daye nabîne.

Ez bawer im hat fahmkirin *



Ez bixwe dixwazim vê taybetmendiyê bi kar bînim. Çimkî dixwazim sedema reşşik an jî çeppikên ku nivîskar didin peyamên min bibînim. Herwiha nivîskarên jî dixwazin. Simurg bey simurg bey. Bersivê bidin! *



14.09.2015 23:29 | mergehez

15. ne tiştekî pir pêwîst e lê di profîla nivîskaran de ji bo navnîşana înstagramê jî beşek hebe dê ji bo hevnasîna tirşikvanan çêtir bibe.



26.11.2020 17:56 | keyomerd

16. JI bo Xwedê êdî, bila pergala tirşikê me jê dernexe. Rojê Xwedê zane, belkî 30 carî ez teketinê dikim.ma em yê jinbavê ne?
Bi telaq , tu rojê 100 carî jî min jê derxê, ez ê 101 carî din têketinê bikim, ha va min ji te re got *

(bnr: Êdî bes e)
(bnr: ji bo tirşikvan ji tirşikê sar bibin sedemên sereke)



26.11.2020 18:52 ~2021.05.11 21:04 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» pergala xebitandinê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» pêşniyarên qenalên youtube'ê yê li ser zimanê kurdî

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî