1. civîna ku li kadiköyê seatek berê dest pê kir, niha li kafeya piya didome... |
|
28.03.2015 16:08 ~2015.04.01 23:26 |
ceso
|
2. ji bo me piçûk, ji bo mirovahiyê civîneke mezin e.. |
|
28.03.2015 16:10 |
ferhenga şikestî
|
4. Civînek paralel û korsan e. Divê zûzûka were bidawîkirin û beşdar xwerexneyên xwe bidin. |
|
28.03.2015 18:18 |
simurg56
|
5. civîna ku tenê bi du kesan hatiye çêkirin. eslê xwe de ne civîn e, tenê hevdîtin e. Ma Didexisim ha! |
|
28.03.2015 19:11 |
remlavêj
|
6. mirov dixwaze nivîskaren wuha heja nasbike û beşdarê van civinan be. |
|
28.03.2015 19:58 |
quşxaneli
|
7. bawerim civîna hê jî dom dike ye. heta nîvê şevê wê dom bike, piştî kafeya piya nizam derbasê kîjan dîskoyê buye lê aşkere ye pir bi kêf derbas dibe loma tu deng jê dernayê. |
|
28.03.2015 20:02 |
azadixwaz
|
8. civîna ku di 16z'ya îett'yê de hê jî didome û heke xewa cesoyî lê giran nebe heta nîvê şevê jî wê bidome.. |
|
28.03.2015 20:06 |
ferhenga şikestî
|
9. civîna ku li malê, li gel xwarina danê şevê bi temaşakirina fîlma serdema qeşayê 1 ya ku di trt kurdî'yê de diweşe berdewam dike* |
|
28.03.2015 22:09 |
ferhenga şikestî
|
10. Yaw heval hé ku hûn gîştîne hewdu serîkî jî li bursayé bixin bivin mêvané min. Wî welaté tije faşîst bira çend merovén nûjen (modern) u hêja bibînîn. Wele ez u erd u ax u hewa u dar u ber u em tev ji faşîstan aciz bune. |
|
28.03.2015 22:13 |
tîrejên rojê
|
11. ji civînên meclîsa tirkan ya ji bo "iç guvenlik yasasi" dirêjtir e maşelleh. |
|
28.03.2015 22:21 |
simurg56
|
12. civîna ku tê de hima li ser her tiştî bi awayekî çawalêhatokî hat axaftin. mebesta min ji tevlîbûna civînê dîtina rengên kurdewarî û bihîstina dengên kurdewarî û vegotina kul û derdan bû û em gihîştin armanca xwe. mala xwedê ava be. di civînê de me giranî da hevnaskirina hev, em pir neketin mijarên polîtîk û civakî. civînên bi vî rengî ji bo min weke kaniyeke li çolê hatî vedîtin e. bi vexwarina wê pê tîbûna xwe dişkînim û xwîn ji nû ve di damarên min de diherike, xuya ye bi civînên wihareng wê taybetiyeke nûya tirşikê jî bigihîje û wê ekola tirşikê ava bibe belkî jî ava bûbe. ji civînê. |
|
28.03.2015 22:57 ~2015.03.29 04:02 |
ceso
|
13. wer xuya dike ku bûye hevdîtinek têr û tije. lê nizanim çima deng ji ceso dernakeve. mîna salên 90î, mêrik çû cîvînê û nema deng jê hat. |
|
29.03.2015 08:53 |
simurg56
|
14. civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikestî nebûya wê dirêtir jî bûya. |
|
29.03.2015 14:46 ~16:05 |
ferhenga şikestî
|
15. xwedêjêrazî ferhenga şikestî mijarên civînê wisa xweş vegotiye ku mirov dibêje wey dengê me qeyd kiriye û paşê nivisiye, bi vê yekê ez ji peyamek bi vî rengî xelas kirim.* |
|
29.03.2015 15:03 ~15:04 |
ceso
|
16. maşelaferhenga şikestî wisa nivîsiye dê niha rabim tirşikvanek peyda kem û dê digel wî civînekê darbêxim.lê mixabin ew bajarê ez lê dijîm tu tirşikvan tune ne dayka toxmê dewleta romê binim.. |
|
29.03.2015 15:06 ~16:05 |
vêca çiyeeee
|
17. (bnr: civîna torrentê) |
|
12.03.2021 03:42 |
heval.js
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |