Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
pîya cafe - tirşik
pîya cafe
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. cafeya ku li kadikoya stenbolê ya kolana kazaskerê de ye..

xwediyê cafeyê ji amedê ye û kurdekî welatparêz e. cafeyeke paqij û xweşik e, piçeke piçûk e lewma jî ji teşqeleyê dûr e, têde çaya qaçax heye lewma her gav diherim li wê cafeyê



29.03.2015 14:55 | ferhenga şikestî

2. kafeya ku ez carinan diçûm. wê rojê dema li kadikoyê bûm, min got herim li wir bimînin li hêviya hevala xwe lê min dît ku girtî bû. daimî hatiye girtin an tişteke din e nizanim. gelek bîranînên min ên xweş li wir hene. ku hatibe girtin, dê gelek heyf bibe.



22.08.2021 19:44 | xelîl

3. wek destebirayê min, ev kafe ji bo min jî gelek bîranîn dihewînin. wekî gelek kafeyên kadikoyê ev der jî lgbt-gir bû. min hinin beşên teza mastera xwe li wê derê nivîsandibû, ji ber çaya qaçax di nav hevalên min de cihekî pîroz bû û pir caran bo randevûyê çûbûm wê derê. serê min hindik li wî binbanê nizm neket dqn:( nav lê bexçe lê nîv balqon tê de hebû ku pir teng (çar maseyên li bin qûnên hev hatibû rêzkirin) û li bin çavên xelkên apartmanên der û dorê bû; çawa bûbû favoriya min hîn jî nizanim. hêviya min ew e ku nehatibin girtin lê dema şert û mercên pandemiyê tê bîra mirov, mixabin nabe ku mirov li ber wê nekeve.



22.08.2021 20:48 ~20:49 | biruya hayao miyazaki

4. navê kafeyekê kadikoy e. cihekê kurdewar bû. lê vê dawiyê çûm konsepta xwe kirine cafe&bistro. dîsa jî mirov dikare kurt kahvesî an jî çaya qaçax vexwe.

hundirê wê pir tarî ye. her wiha bexça wê jî ne bexçe lê balqona teng û dirêj a yek ji malên stenbolê ye û bi şînkayiyên plastîk hatine xemilandin. li wê derê rûniştin, kitêb xwendin xweş e. lê êdî mirov nikarin tê de tawla bilîzin. :/



19.10.2022 21:27 ~21:30 | biruya hayao miyazaki

5. (bnr: pîya cafe) *



19.10.2022 21:32 | xelîl

6. (bnr: desto cafe)



20.10.2022 02:22 | adarroni

7. Bi texmîna min cihên rûniştinê lê nîn e, mirovên diçinê tim û tim li ser pîyan in.



21.10.2022 00:30 | mirovekirind

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîyaseya erebeyên kevin
» cafe dayza

Kategoriyên mijarê:: xwarinmekan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî