Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
gava mirov tişteke li ser googlê bigere û nebîne paşê were binihêre di tirşikê de bibîne - tirşik
gava mirov tişteke li ser googlê bigere û nebîne paşê were binihêre di tirşikê de bibîne
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bûyera ku îro pêk hatiye û ez ji kêf û şanaziyê kelogirî kirime. vê berêvarê dilê min hinekî tengijî bû ez jî rabûm û min da dû helbesta arjen arî ya bi navê ji kîşweran payîz e niha da ku pê kula dilê xwe hênik bikim wisa li ser gerokên înternetê virde wirde geriyam lê min kir û nekir bi ser neketim û min nedît, çend vîdeoyên bereday li ser youtubê hene ew jî bi kêrî min nedihatin lew ez li metnê helbestê digeriyam mi go eyb e şerm e ma xîretkêşek kurd nîn bû ku metnê vê helbestê parvebikira, paşê tirşik hate hişê min û min tê de dît û niha hêjî bi kêfa dîtinê mest û serxweş im*



31.03.2015 16:44 ~16:46 | ceso

2. Xurtbûna (bnr: ekola tirşikê) tîne ber çavan.



31.03.2015 17:02 | quşxaneli

3. Ya ku eslê xwe de di gelek mijaran de dikare were jiyandin.

Li ser înternetê ji bo kurdî tu çavkaniyên bi quwet tune ye kî ji xwe. Mirov dikare nûçeyan bixwîne bi kurdî û stranên bi kurdî guhdar bike û hew.



31.03.2015 20:03 | brusk56

4. eyba googlê ye. ji ber ku t wê wateyê ku google hê jî tirşikê baş indeks nake.

lê dîsa jî tiştek baş e tabî.



31.03.2015 20:28 | simurg56

5. ya rastî cara ewil wek tiştekî baş xuya bike û kêfa me bihîne jî, di rastiyê de malxerabiyekê ye..

ji ber ku hê jî mijar û sernavên ku di tirşikê de vebûne, li ser motora gerîn û lêgerîna googleyê de nayên dîtin û zeftkirin..

ev yek rê li ber geşedana tirşikê digire,

mesela beriya tirşikê haya min ji eşisozlukê jî tune bû lê çi dema ku li tiirekî bigeriyama li pêşiya hemû malperan di rêze yekê de ferhenga ha derdiketin pêşiya min, û ez nizanîbûm ferhenga înteraktîf çi ye û bi kêrî çi tê, lê zanîbûm ku di ekşiyê de mîlyon tişt hene..

ne hewce ye ku herkes pê bizanibe ferhenga înteraktîf çi ye, lê bes bizanibin tirşikekê heye û têde hezar tişt hene, wekî ansîklopediyekê ye..

gelek meraq dikim gelo googleya segbav çima li me weha dike?!



01.04.2015 21:27 ~21:36 | ferhenga şikestî

6. Divê google daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî ji rayedarên hukûmetê bike.



02.04.2015 12:26 | arifo

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gava ez nivîsên bi tîpên erebî di tirşikê da dibînim
» mirovekirind
» tiştekek ecêb
» serokê şantiyê
» paşê min got what the fuck
» were dotmam
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî