Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 11 peyam
    ibrahim halil baran - tirşik
    ibrahim halil baran
    (33) (13) ecêb (3) (76)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskar û helbestvan e. ji bajarê rihayê ye. pêvajoya di navbera pkk û tirkîyê rexne dike. gotinek wî navdar heye: (bnr: ez di sureca we nim)



    2013.07.24-18:14 | baz21

    2. dibêje: pêwîste ku leşker û artêşên tirk, ereb û faris ji kurdistanê derkevin, kurdistan azad bibe.



    2013.07.24-18:18 | baz21

    3. bi kurtayî ihb an jî Îxb

    fenomenekî li twîtterê ye, hezkiriyên wî jî dijminên wî ji gelek in.



    2013.07.24-19:56 | bazirgan

    4. nivîskar û ramanwerek kurd e û kurdistanî ye.. ji perspektîva azadî û serxwebûna kurdistanê û tifaq û yekîtiya kurdan li her rûdan Û bûyereka li dinya û kurdistanê diqewime dinêre û şirove dike ji ber hindê gelek caran bertekên kurdên asîmîlebûyî an entegrebûyî û yên çepgir û rastgir û îslamciyên tirk dikişÎne ser xwe.. ez bi xwe pişta hema bêje her gotinek û fikreka wî digirim lê nizanim ji ber çi gelekî zêde ji xwe bawer diştexile û dema derheqê tiştekî de diştexile wekê ku yekane otorÎte ew be qet îhtîmala şik û îtîrazekî jî bernade.. mixabin di nivîsên xwe û parvekên xwe yên li ser twitter û facebookê de bipiranî zimanê tirkî bikar tîne.. carinan li ser facebookê derheqê hind peyvên kurdî de xebatên xwe yên etîmolojÎk parve dike ku piraniya etîmolojya van peyvan şaş in û tu esl û feslê wan ê rastiyê tunîne.. carinan wekê kurdên nû bi kurdîniya xwe hesiyayîn û divên tiştinan bikin nivîsên gelekî hişk û tûj û req dinivîse.. filan..



    2013.07.24-21:16 | endazer

    5. dîwaneka wî ya helbestan ya bi tirkî ya bi navê sular divanı ku di sala 2005an de ji nav weşanên yomê de derketiye heye..



    2013.07.24-21:18 | endazer

    6. fenomenê twitter ê ku kesê herî zêde xwediyê dijminan e .

    a rast ez car caran wek rexneyên wî difikirim. lê bi qasê min şopandiye rexneyên wî hevnegirtî ne . carinan pkkê tune dike carinan jî derdixîne ezmanan.

    ez ji hebûna wî ne aciz im, çi qas bikare dikare biaxive û fikr û ramanên wî tesîrê gelek kesan dike .



    2013.07.24-21:53 | brusk56

    7. gora ew bi xwe dibêje serokê navenda lêkolîn û polîtîkayên serbixwe ye .

    heta demekî nêzik endamê kcd ê bû. ji bo konferansa yekîtî a bakûrê kurdistanê ku beriya 2 mehan felan hat çêkirin, hatibû vexwendin . lê paşê ev vexwendin hat îptal kirin. ji ber ku hin kesan şîkayet kirin û sedema îptal kirinê dijûnên wî ên ji parşementerekî bdpî re bû .



    2013.07.24-22:04 | brusk56

    8. Dibêje ez Kurdim Û Kesekê kurdistanî me.



    2013.07.24-22:52 | shiyandar

    9. bi israr li ser bindestiya kurdan û mûstemlekebûna welatê kurdan kurdistanê disekine û ji bo azadkirin û ji nû ve avakirina ruh û bedeneka kurd û kurdistanê hizr û pêşniyarên xwe li ser facebook û twitterê bi hejêker û guhdêrên xwe re parve dike.. hêvî heye ku bê û di tirşikê de jî hespê xwe rake pêdarê û bela xwe li dewletnexwazên kurd yên ji her derûdorekî bide..



    2013.07.24-23:33 | endazer

    10. yekî ji tu tiştî namîne ye.



    îbram xelîl baran &lokman polat/8207;@ihbaran 27s

    Kurd ecêb in û xweş in. Wê hê jî baş bibin. Ji ber ku êdî tirşika wan jî heye. Bi silav û rêz http://www.tirsik.net/index.php



    2013.07.24-23:41 | bazirgan

    11. Dibêje bila Kurdîstan ava bibe, eze bibim paqijokê Kurdîstanê.



    2013.07.24-23:49 | kurdmisê

    12. xwediyê gotina ku ji bo Roboskiyê ''Katır sırtında ölüler, unutursam kalbim kurusun:'' e.



    2013.07.25-00:28 | fuad hemedxan

    13. radibe û rûdine dibêje ax kurdistan û wax kurdistan

    û dibêje tirk li kurdistanê dagirker in



    û sibêêê heta êvarî bi zimanê wan dinivîse



    de here loooo !



    2013.07.25-00:50 | cîncoqo

    14. bi xwedê, ha barana nîsanê, ha brahîm xelîl baran...



    2013.07.25-01:13 | devliken kelogiri

    15. kesê ku ez dibînim bi şabûna wî bi peyva kurdistanê re heye û ji ber vê jî popûlaritiya wî di nava welatparêzên me de tê pejirandin.



    2013.07.25-01:17 | fizikzan

    16. Kurdnasek gelek baş, helbestvan u nıviskar e. Wexta navé wi guhdar bıkım Kurdıstan té bira mın * Bı evina Kurdıstan xwe dıkuje ku jı bo me hemuyan ji minakek héja ye. İxb=Kurdistan *



    2013.07.25-01:54 | bawermend

    17. ji devê wîkîpediyayê îbrahîm xelîl baran:



    Di 1981'ê de li bajarê Kurdistana Bakur Rihayê (Urfa) li gundeke navçeya Pirsûsê (Suruç) ji dayîk bu. Pistî dibistana xwe ya serî di sala 2003’an de li Zaningeha Dicle ya Amedê beşa Mamostetîya Zimanê Tirkî xelas kir. Dû re salekê li ser Weje û Zimanê Tirkî li Zaningeha Bîlkent xwend.

    Îbram Xelîl Baran, gava deh salî bû dest bi nivisandinê kir û digel vê yekê nivis, helbest û gotûbêjên wî di kovaran de hatin weşandin. Pê re di kovara Yom Sanat de editorî kir. Di weşanxanê de li ser pêşnumayê xebitî û bû derhênerê hûnerî. Di sala 2004’an de Weşanxana Yom ava kir û li ser wêjeyê pirtûk derxistin. Di îlona 2004’an de di Antolojiya Mezin ya Wiyo’yê de hate hilbijartin û kete nav helbestvanên hilbijartî.

    Îbram Xelîl baran di sala 2002’an de yekemîn pirtûka wî ya bi navê esmer tenli irmak düşleri (Xeyalên Rubarên Esmer) ji Weşanxana Sî derket. Di sala 2005’an de jî pirtuka wî ya duyemin nav bi sular divanı (Dîwana Avan) derket. Gellek helbestên wî hatine vergerandin û bi çend zimanan hatine weşandin..



    2013.07.25-05:34 | endazer

    18. bi evîna kurdistanê dimire rojê 10000 bêjeyên tirkî dinivîse li ser facebookê



    2013.08.01-05:52 | maro

    19. Li ser rêberê gelê kurd zêde dipeyive û zêde rexneyan lê digire.

    mIROVEKe ' TIRSIKçî' YE.

    JI ÇEND KONFERANSAN BERra WÎ DANE.



    2013.08.16-16:26 | quzulqurt

    20. Mamosteyek zehf delal û hêjayê.Doza wi yekîtiya Kurd û Kurdistanê ye.



    2013.08.16-17:55 | stajyer kurd

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dr. strangelove or: how i learned to stop worrying and love the bomb
    navê filmeke Stanley Kubrick e ku navekî gelek ecêb û ji bo filmekê zê...
    tu kî yî o mirov
    kurtefîlmê min, ez dixwazim ku tirşikvanan rastîn (ji loma mijarê sîya...
    tu kî yî o mirov
    Zehf ji sînemayê fêm nakim lê wek temaşevanek dikarim hinek tişt bibêj...
    ciwan haco - felek
    albûma ku ev nêzikî mehekê ye li bendê me. ji hesaba youtube hema bêje...
    rojî
    Ji gelek felsefeyên wê yek jî ev e; Xwuda dibêje ku “hemû liv û tevge...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » îbrahîm maalouf
    » halîl hamgîn
    » baran rizgar

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarsiyasi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî