Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
ibrahim halil baran - tirşik
ibrahim halil baran
(60) (24) (1)
di mijarê de bigere

133. Here lînkê



bi rastî jî min ti carî peyamên li bin vê mijarê nexwend û haya min ji egeriya vî zilamî jî tune ye û hewceyeke min bi vê cureyê jî tune ye. bîska din ez piştî çend mehan ketim twitterê û di ekrana min de twîteke wî xuya bû û qala panelek dikir ku ji aliyê şaredariya mêrdînê ve hatiye lidar xistin û mijara panel lgbt ne û ev zilam jî gotiye way li min ê kurdistan tê xerakirin û hdp karên çi dike... çima ji ber em tên kuştin, mal û milkên me tê xerakirin, ên mayîn dê dev ji jiyanê berdin û xwe bikujin, derd û kulên xwe yên din nebêjin, qala mijarên "ne-girîngtir" nekin!?



jiyan berdewam e û divêt kurd hema (ne tenê yên pirsgirêk) di her mijarê de panel û forum û konferans û civatên din lidar bixin! ji ber ku divêt yên mayîn mejiyên xwe aktûel bikin û ramanên ne li ser peyvan karibin bilêvbikin û qewîtir bibin. "çawa komên sosyalîst ên berê digotin berî meseleya mafên kurdan divêt em mafên karkeran bînin rojevê; hah wî bi vê twîtê diruviyî wan!"



dema mejî ev be, kurd ti gû nikare bixwe. tew vîya serokê pakurd e! (erê min navê wê bihîstibû, lê na bi rastî ev çi partî ye, nizanim, ne xema min e jî.)



10.04.2016 23:32 ~23:33 | biruya hayao miyazaki

134. BrahÎm xelîl di van rojên dawî de rastî êrîşek derûnîyî hatîye, di tora civakî de ji alîyê tirkên nîjadperest ve hedef hatîye nîşandan Here lînkê hinek nijadperestên hov Serokê Pakurd ê tehdîd kirîye.



30.05.2016 11:31 | azad30

135. li ser bextê rûdawê îbram xelîl di cîhê xweda nase jiber ji min piçûktire ez dikarim bibêjim kerekî bi çar pêye * li ser twitter an facebookê an wêne bû an jî vîdyo bû parvekiribû, di vîdyoyêde tanqê di teqandin/bihewa dixistin.. wî jî nivîsandibû ; tirk jî dikarin bifirin/(bnr:

kûsî jî dikarin bifirin
) herwiha tiştekî wisa.. ez dizanim ku tirşikê dişopîne jiber wî ez jê dipirsim tiştê ku te parvekiriye zarok an ker jî dikin? tuyê bibêjî e û tuyê rast bibêjî belê dikin êdî hemû kesî bêedeb, bê terbiye, nijadperest kirin, êdî kêfa mirova jî ji kuştina re tê/ jê kêf distînin ew dibêje me wiha kuşt yê din dibêje wiha û bi vîdyo û bi wêne..tu jî mafdarî.. ez ne bawerim kes destê xwe bi te biherimîne lê herkes wekî min nafikire dîsa xwe biparêze baska bi teva jî daneynin *



30.05.2016 23:28 ~23:32 | shorbevan

136. (bnr: 11.01.2017 destgîrkirina ibrahim halil baran)



11.01.2017 11:10 ~11:10 | xendekî

137. Ewê ku bê wî Twitter jî bête'm bûyî.

Xwidê wî ji bo xêr û qenciyê bistrêne.



17.01.2017 00:22 | gumgumok

138. Hatiye girtin. Bila çavê hinekan ronî be.



23.01.2017 15:13 | biaqila malê

139. Dildarê serxwebûnê ku çend wexte girtî ye û pejna wî nayê. Dema hatibu girtin îşkence dîtîbu.
Înşellah rewşa wî baş be , xwedê star bike.



24.03.2017 20:21 ~20:24 | azad30

140. Bi ya min di kurdistanê de du zilam hene ku bi rasteqînî fikir dikin û projeyan jibo me kurdan çê dikin, yek navê wî ne lazim e, û yê din îbrahim Xêlîl Baran e. Ev mêrê mêrxas, liser bingehên zanistî sosyolojiya kurdan berçav dike û rastiya hewcebûna me ya bi dewletekî kurdî bi mantiqî tîne ziman. Rexneyên lê tên kirin, bi min rastiyê diyar nakin. Bonimûne hinek dibêjin çima bi zimanê Tirkî dinivîse... Keko, armanca wî bi lez û bez hişyar kirina kurdan e. Mixabin ew qas wextê wî tûne ye ku ewil Kurdî nişanê wan biket û piştre jî li ser wê kurdiyê wan hişyar biket. Anha armanc hişyar kirin e. dema kurd hişyar bibe, ew dê ji xwe zimanê xwe mereq bikin û bixwe fêr bibin. Him gelo li tirkiyê an li Bakur kî liser kurdî propagandayê dike? Li bakûr xwandin û nivîsandina bi kurdî di nav kurdan de sedî 5 e. Mixabîn siyasetmedarên me liser vê mijarê nesekinîne. îbo'yê feqîr çi biket?!



25.03.2017 13:10 | lawkegoyi

141. niha hepsê daye



25.03.2017 13:29 | siyabendo

142. Li ser twîtterê ji xwe re partiyek ava kiribû.
Wekî ÎHB tê nas kirin.
Kekê Omer Baran e.
Min hê ew baş fehm nekiriye



26.03.2017 01:03 | bêrtî

143. Hatiye berdan. Ser xêrê be , bi xêr û xweşî be.



12.04.2017 14:29 | biaqila malê

144. Wey sed carî mala xwidê ava go hatiye berdan. Derbasbûyî be kekê brahîm. Tu bixêr hatî, ser çavan hatî...



13.04.2017 01:36 | gumgumok

145. li face-ê li bin parvekê şîroveyeke zêde kiriye: ...tê yazîkirin û ... tê yazîkirin!

min got ev çi ye! frankeistein! ji bo xwedê ne hewqas jî. yazkîkirin çi ye. dê rabin bibêjin, xelkê me bi kar tîne. asdfgnjk



02.07.2018 09:14 | biruya hayao miyazaki

146. dibe ku kes jê bawer neke lê, yazîkirin/yazkirin birastî jî di nav gel de ji zû de ye belav e. bawerim sedema wî ew e ku ji zû de ye perwerdehî bi tirkî ye. ji xwe kurdiya ibrahim jî baş e nabe ku peyva "nivîsandinê" nizanibe. eger yazîkirin gotibe jî bihemd gotiye.



02.07.2018 17:12 | sloujouc

147. Mirovek xwedîyê fikrên başin lê nayê fehm kirin.Çawa ? Qasî ku ez wî dişopînim rexneyan li kurda û partîyên kurda dike lê ji bo ku rexneyê dike her tim tê şermezar kirin.

Fikir û ramanên wî hêjane , mixabin niha ji alîyên kurdanve nayê fehm kirin.

Nivîskarê kurdîstan24.net''e ye û nivîsên xwe bi tirkî dinvîse.

Min çend cara li ser tivîtirê jê pirsî "tu çima kurdî nanvîsî" lê min tu bersivek jê ne girt.



30.03.2019 17:05 | brzn

148. Kesê ku hişê gelekan ji serê wan biriye bi gotin û zanîna xwe. Carekê li Enqerê min jî ew dît û qasî salekê di bandora wî de mam...



25.05.2019 16:06 | mesîl

149. Ev ji mêj ve ye deng jê nayê . Em bi xebatêt wî keftibun hêvîyê lê mixabin hêvîyê me ma nîvî.



16.12.2019 21:05 | azad30

150. Mamosteyê hêja û sîyasetmedarê kurd.Neteweperwerekî pir mezin e.Ew jîyana min guhirand.Dema min nivîsên wî xwend min go ev mêrik ji behsa min dike.Salekîye fikirên min îdeolojîk devdora wî ava dibe.Lê xeletîyên wî jî hene.Bi taybetî malbata barzanî pir diparêze,xeletîyên wan nabîne.Ez binîvîsim nikarim xilas bikim,mirovekî hewqas hêja ye ber çavên min.Tu her hebî mamoste!



17.12.2019 01:15 | mêrxasê serhedê

151. Rewşenbîrê ku heke xuya nekê, zanibin ku bi dizî ve dewleta xwe ava dike.
Heke xuya bike jî, j'xwe darîçav û bi eşkere dewleta xwe, bi serê derziyê hêdî hêdî ava dike.



17.12.2019 01:29 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» ibrahim khalil
» halil cibran
» baranên antalya

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî