152. neteweperwer û dewletxwazekî Rihayî ye. Ecêb ji Rihayê jî yekî werê derketiye ma hîna hûn çi dixwazin? Ji ber hinek sedeman li Başûr dijî û li wira, di rojnameyekê de dinivîse. Her wiha di medyaya civakî de jî çalak e. |
|
17.12.2019 14:25 |
xabûrî
|
153. Xwey gotinên mezin xwey kiryarên biçûk û wala. |
|
17.12.2019 16:15 |
rûbar
|
154. kesê fikrê wî ji hezar bavê hdpcîyan û serokê/n apocîyan çêtir e. qet nebe ew qala türkiyelileşmeyê nake.. |
|
17.12.2019 20:26 |
berxweda
|
155. (bnr: temam bes lêxin zilam mir) |
|
17.12.2019 21:26 ~21:27 |
ferhenga şikestî
|
156. ê ku bo min tu caran mirovek samîmî nehat. |
|
17.12.2019 21:38 |
brusk56
|
157. Ne kesekî ku meriv li ser fikrên wî wilqasî bisekine ye. Rexneyên wî pûç in û hîç ne di heddê xwe de ne. Asas ne rexnegirekî aqilmend e jî. Helwesta xwe a rastgotinê di her rewşê de nîşan nade. Çi tiştê ku rû dane hema bibêje dawiyên hemiyan ku neyînî bin bi HDP ve girê dide. Mixabin hindek ciwanan wî li serê me kirine ramanger.... |
|
18.12.2019 13:57 |
darînê daryo
|
158. Ez bawerim di gotinên xwe da dilsoze pirî caran tiştên rast dibêje jixwe. |
|
18.12.2019 18:37 |
şikber
|
159. wan rojên dawî romantîzma sirgûniyê dike. |
|
10.03.2020 18:53 |
cinorek
|
160. Nivîskarê ku "Sûlar dîvani" bi tirkî nivîsîye. |
|
10.03.2020 21:56 |
brzn
|
161. Nivîskar ixbaran , ev çend rojên şewbayê di mal de , ew jî weşana vîdyoyan dike û di vîdyoyan de helbestan şîrove dike , di helbestan de kurdewariya helbestvanên wek melayê cizîrî tîne ber çav. |
|
09.04.2020 17:24 |
brzn
|
162. Kurdekî bi pirranî muxalefetiya Kurdan dike. Serçavan carina di nav re tiştên rast jî dibêje. |
|
09.04.2020 23:12 ~2020.04.10 09:41 |
giyanstêr
|
163. min tiştek jê fam nekir. partî vekir. bû helbestkar û pirtûk nivîsî ji bo zimanê tirkî...û her tiştên ecêbê ku hatine nivîsîn. xwedê me kurdan star bike çi bêjim. |
|
10.04.2020 01:34 |
roberz
|
164. Ez jî her ku dibînim tu aramî ya wî tuneye, biryar nedaye ku li kuderê bisekine, gotineka xweş heye ji bo kesên wisa: "wek nanê sêlê ye" |
|
10.04.2020 02:11 |
afa
|
165. hema bêje ev salek e ez vî camêrî nas dikim û beriya wî min nas nedikir.Piştê temaşekirina hin vîdyoyên wî yên kevin , min dît ku wisa ne xirab e qasî ku min dît.Lê li ser twitter her tim tirki dinivîse û pirtûkeke wî jî dîsa bi tirkî bû.Nivîsên wî yên li ser quncika kurdistan24 jî dişopînim û ew jî tirkî ye.Bi xwe li başûrê kurdistan'ê jiyana xwe didomîne. |
|
10.04.2020 02:51 ~02:52 |
brzn
|
166. Min di serî de ew ba awayê nivîseke wî nas kir, lê ez zanayê Kurdayetiyê û polîtikayê nebûm ew çax. Salekî pişt wê di 2015ê biharê de ku ez zêdetir di Twitterê de çalak bûm roj bi roj min kes nas kirin, bi tiştan fêr bûm, bi bersivên pirsên xwe ve haydar bûm û hin fikr, xeletî, tevgerî hwd yên. ku ez di ferqê de bûm lê di hişê min de bê serûber bûn min ew tomar û sererast kirin. Di vê peresîna pêşdebirê de ÎXB karîgerek rind bûn ( silav û spasî ji re dişînim, jê re serkeftin). |
|
10.04.2020 05:33 |
welat.roj
|
167. Ku cîhê hêja tirke ne tirke nizanim çiye, buye siyasetmedar, aqilmend, stranbêj,model, bijîjk ev jinik buye ev hemû, ma Îbrahîm Xelîl baran bibe feyselof ma zehfe qey, çi bibe jî çend tiştên bi feyde dibêje . |
|
10.04.2020 11:36 |
serhedo bê kiras
|
168. fenomenek xwidan îdîayên ji xwe meztir e. xwe wek helbestkar, nivîskar, mişextî, cotkar, serokê pakurdê dide nasîn û "doktirîna serxwebûna kurdistan" ji xwe re kiriye mal. Siyasetmedarek fenomen e, wek her fenomenek bal dikêşe. Lê heman demê de wek gelek fenomenan ne tiştek gelek tiştên ji hev cuda û nakok dibêje. |
|
10.04.2020 14:29 ~14:34 |
hespêsor
|
169. trollên PKKê ne bes bûn niha jî yên PDKê lê hatine xezebê ji ber di meseleya mistefa selîmî de gotiye PDK nikare tenê bi tawanbarkirina ynkê xwe ji bin bar û berpirsiyariya vê kirêtiyê xilas bike. carina dema çav bi tiştên wiha dikevim dixwazim ji kurdbûnê tobe û îstîfa bikim lê nizanim herim ber destê kî?! |
|
12.04.2020 23:38 |
endazer
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |