Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
bijwen sözlük - tirşik
bijwen sözlük
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ferhenga ku min entryên xwe ên pêşîn ên bi kurdî lê nivîsiye ye. Wekî her projeya wan(a) mixabin emrê wê jî nebû salek.



24.07.2013 18:45 | bazirgan

2. ferhenga înternatîf ya herî mezin yê aîdê kurdan e. min negot yê herî mezin yê kurdî. ji ber ku ferhenga bijwen mixabin duzimanî bû. heta hema bêje temamê wê bi tirkî bû lê rast e aîdê kurdan bû.

hingî ez dizanim, hişê min ji karên duzimanî diçe. malper, kovar û hwd. divê an kurdî bin an tirkî. dema herdu tê de hebin mixabin beşa kurdî kor dimîne.

lê belkî jî ji ber ku bingeha ferhengê rê nedida kurdî, nedikarîn kurdî binivîsin.

navnîşana wê ya webê: http://bijwen.sozlukspot.com/ e. lê weşana wê rawestiyaye.

nêzikî 900 nivîskarên tomarkirî hene, xwezî yên kurdî-nivîs derbasî tirşikê bibûna.



edît: êdî ji aliyê hejmara peyaman jî ferhenga herî mezin ya aîdê kurdan tirşik e.



24.07.2013 19:10 ~2015.09.05 13:13 | simurg56

3. ferhenga ku wextê xwe de min jî tê de nivîs nivisîbû. carinan weke hewesek min bi kurdî jî dinivîsand, lê ev yek hema bêje ji bo herkesî wisa bû.

di ferhengê de bi rastî kesên u hêjayê xwedinê ne jî pir bûn.ji alê nikaşên siyasî de têr û tijî bû . lê a yekemîn weke hatî gotin tirkî bû û a din jî ne xwediyê server ek azad bû.

ji ber vê yekê herdem digotin em ê ferhengê bar bikin. bi mehan wisa gotin gotin û paşê jî gotin "em hatine dawiya vê projeyê ev tenê weke ceribandineke bû" û wenda bûn çûn.

xwezî ew kesên li wir kom bûyin, hatibûyan li vir, bi kurdî nivîsandibûyan.



24.07.2013 21:46 | brusk56

4. ez niha lê entryên xwe ên berê digerim û wan copy paste dikim tînim vê derê, ji ber ku di vê germahiya havînê de nivîsandina tiştên teze ji bo min pêçekî zehmet e. *)



24.07.2013 21:52 | bazirgan

5. Ferhenga ku nayê bîra min bê ka min xwe bi çi navî qeyd kiribû.



21.10.2013 07:30 | ceso

6. ji ber ku ferheng bi piranî bi zimanî tirkî bu bi girtana wî pir zêde xemgîn nebum.. dibe ku girtina wî bu sedema avakirina vê ferhenga kurdî.



21.10.2013 19:48 | bawero

7. mixabin devê neyaran de bûye benîşt;

http://www.itusozluk.com/goster.php/bijwen+sozlukspot+com

http://www.uludagsozluk.com/k/bijwen-sozlukspot-com/

ji ber ku tê de hema bêje qet peyamên kurdî tune lê qaşo du-zimanî ye; tirkan têra xwe kena xwe pê kirine û mafdar in jî.

ku kurd li qadek weke întenetê azad de jî hê nekarin zimanê xwe bikin serdest, nexwe doza çi dikin gelo?



27.10.2013 01:33 | simurg56

8. ferhenga ku carinan di ber xwe de dibêjim xwezî ji bo nivîskarên xwe yên berê yên kurdîzan û kurdînivîs bang û gaziya nivîskariya tirşikê kiribûya.. li ser hesabe wan ê facebookê min carekî li ser vê mijarê peyamek jî ji wan re şand, lê camêran qene bersiv jî nedane min..

mixabin hesûdî û çavnebariya ku bûye wek karakterê me li hesabên me yên sanal jî geriyaye..



05.12.2013 01:55 | endazer

9. ferhenga ku min ecemîtîya xwe li wir derbas kir. tê de gelek nivîskarên jêhatî hebûn. lê bele ez bawer dikim ku alîyê giranbûnê de piçek sivik dima. kêmasîyek jî, du zimanî bû. ez metel dimam ku gelo bi kurdî binîvîsînim an bi turkî? eger bi kurdî binîvîsînim her kes ê fêhm bike an na?



lê her çiqas kêmasî hebûn jî ez bawer dikim ku pir girîng û giran biha bû.



05.12.2013 09:23 | nazim tolhildan

10. ji ber ku pirraniya endamên vê komê kurd in û bi tirkî tevdigerin û dinivîsin, bi ya min, bijwen bi rêya mîzahê otoasîmîlasyonê zêdetir û vê rewşê jî normal dike..



05.12.2013 13:48 | mîrêhekarya

11. (bnr: kîjan nivîskarê bijwenê jêhatî bû)

bi tirkî mirkî naxwînim lê gelo nivîskarekî kurd û jêhatî çawa dikare bi tirkî binivîse?



16.12.2013 06:56 | dijber

12. mala xwudê ava ku hatiye girtin. asîmîlasyona ku dewleta tirk anîbû heta astekî wan bi rengekî din û dilxwazî didomand.



27.03.2015 21:13 | xwînhingivîn

13. ferhenga miriye lê kes meytê wê ji erdê ranake.



22.11.2017 13:09 | berxweda

14. Ferhenga ku min piştî tirşik.net naskirî ye. Sala 2010’an de hatine damezrandin. Tenê salek jîyaye. 10 deh sal li ser borîye. Dinêrim çend nivîskarê vî ferhengê niha li vir jî dinivîsin mala wan ava be.



08.04.2020 14:00 | kajav

15. ferhenga Bijwen , ferhengek tirkî ye lê nivîskarên wî wisa dixûyê ku çepgir/humanîst/dewletnexwaz/wekhevîparast in.
Ez bawer im ku tirşik bi tirkî bûya niha li vir ji entryên tirkî mirov nikaribûya derbas bûya.Lê ji bo ku kurdî ye û gelekî wî jî nizanin binvîsin ango xweda nabînin , ber deriyê tirşikê mane.
kesên wek nazim tolhildan jî pîroz dikim , her tim kurdî nivîsîne.



08.04.2020 14:43 | brzn

16. ferhenga qasî tê bîra min xwerrû tirkî, siyasî, rexneyî, nuktedanî bû. wan deman siyaseta pkkê gur bû, sempatîzan jî wek agir bûn.



08.04.2020 21:29 | hespêsor

17. ferhenga ku aniha miriyê lê kesî ax pê de nedakiriye, di gora xwe de li stêrkan temaşe dike *


Here lînkê



18.03.2021 09:40 ~09:41 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijwen sözlük

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî