Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 24 peyam
    çîroka pepûk - tirşik
    çîroka pepûk
    (2) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Gava ez piçûkbum diya min ji minra wî çirokî carna dikot.

    Hebu tunebu tiştek ji Xwedé meztir tunebu. Meziné faşîstan ( :D ) kuçik bun li ber dere mebun.

    kes nizane li ku derê

    xwişk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî

    dimînin. Bavê wan dizewice. Ew berê kêf dikin,

    dibêjin: Êdî dayîkeke me jî heye! Lê dêmariya wan

    keseke pir dilxirç û dilreş bûye. Ji zarokan heznekiriye.

    Xwestiye serê zarokan wenda bike.



    Dêmarî rojeke biharê binê tûr qul dike,

    dide pişta kurik û wan dişîne kerengan.

    Keçik û kurik kerengan berhev dikin, tûr

    tijî dikin. Keçik tûr dide pişta birayê xwe.

    Kereng di rê de, di cihê qulkirî re tev

    dikevin. Dema ew nêzîkê gund dibin,

    keçik dibîne ku di tûr de kereng nemane.

    Ew ji birayê xwe re dibêje:

    - Te hemû kereng xwarine, di tûr de

    hebek nehiştiye. Wê dêmariya me me

    bikuje.

    Lawik berê matmayî li tûr dinêre. Dû re dibêje:

    - Na min kereng nexwarine!

    Li ser vê mijarê kurik û keçik pevdiçinin. Di dawiyê de keçik diqehire û xilçê

    kerengan li serê birayê xwe dixe. Birayê wê, li wê derê dikeve û ew dimire.

    Keçik berê ji tirsan nizane çi bike. Rûdine û digîrî. Paşê birayê xwe dike mezel.

    Lê newêre biçe malê. Li ser kevirekî rûdine û bi dengê bilind digîrî.

    Dibêje:

    - Pepûk ev çi bû, min kir. Min kuşt, min kuşt,

    min hilanî! Ez çi xweliyê li serê xwe bikim?

    Ez bi ku ve biçim?

    Ji Xwedê re dua dike ku xwedê wê ji vê karesetê

    rizgar bike. Li gor çîrokê Xwedê wê dike çûçik.

    Navê wê jî dike pepûk.

    Ew roj e, ev roj e. Pepûk heroj ji bo birayê xwe digîrî

    û dibêje:

    - Pepûk! Kê kuşt, min kuşt, kê şûşt min şûşt. Pû pû pû pû pepûk pepûk!

    Lema gava jinên kurdan jî digîrîn û hawar dikin, dibêjin:

    Pepûk!... Wî li min, li min!.. Pepûk!... Pepûk!...

    Çavkanî: Diya min û Wîkîpedîya



    2015.04.02-23:48 | tîrejên rojê

    2. vê çîrokê dema diya min di got, ew tiştê ku keçik li serê birayê xwe dixist hadûdk bû. hadûdk alavek e. pê wê kereng diçinin. ji vê çûkê re dibêjin hudhud jî . dibe ku ev nav ji hadûdkê hatibe.



    2020.01.12-23:06 | xwelî li ser

    3. (bnr: kurteçîrok)



    2020.01.13-20:11 | tîrêj zana 21

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    eva zu beck [1]
    youtubereka polonî ye. ha ji we ra, vîdyoya wê ya li (vbnr:...
    epirtukenkurdi.blogspot.com [2]
    blogeka nû ye ji bo belavkirina pirtûkên epub yên Kurdî hatîye sazkiri...
    nifirên me [1]
    "heyla tu şeqa şeqa gunikan li ser quzê xwe nebînî"...
    zêdebûna eleqeya ji bo kurdî piştî zêdebûna zextên tirkiyê [2]
    Geşbûneke zimanî, çandî û hunerî yan van salên dawî ne. Li gelek wela...
    pirtukakurdi.com [1]
    Sala 2019
    - 51.620 pîrtûk firotine. Nexirab e...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çîroka ker û kundir
    » pepûk

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand zarok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî